Dostaniya Xeyrî Misilmana

Çawa ku sînorê dostaniya me Xwedayê mêhrîban di Qur’ana pîroz de nîşanî me daye. Ew nişana jî wusaye;

Rebbê Alemê di Qur’ana pîroz de, di sûreya Maîde- ayeta 51 an  da; “Hey gele yên ku bawerî anîne, Cihu û Filehan ji xwera nekin dost û piştevan. Ew xwe bi xwe, ji hevra dost û piştekin.

Çaxa mirov vê ayetê dixwîne lazime ku ayeta 57 an jî bixwîne, ku vê ayetê xweş fem bike. Berê her tiştî Qur’ana Pîroz Qur’anê tefsir dike û dûv re jî hedîsê pêxember tefsir dikin.

Di ayeta 57 an de; “ Gelî yên ku bawerî anîne, ew ên ku dînê we, ji xwe re kirine tinaz û pêlîstok ew ên ku ji berî we kitab ji wan ra hatine dayîn ( Cihu û Filehan) û ji yên ku kafir in ji xwe re nekin dost û piştevan.”  Çaxa mirov vê ayete jî dixwîne, fêm dike ku nehya ayete ne amm e  teqez e. Tiştê mutlaq  jî dibe ku were qeydkirin û dorpêçkirin. Zeman tefsîrvanekî mezin e. Gava qeyda xwe derxe holê nabe ku îtiraz lê were kirin.

Ew nehya Qur’anê li ayîna Cihu û Xiristîyanan dinêhre.  Yahudî û Xiristiyan an çaxa ji bo dînê xwe û tiştê ku li gor dînê wan derdikeve holê ku misilman ji wan re muhabbet û hezkirinê bike ev ji gor Qur’an ê qedexe ye. Ayîn û îbadetê wan, xweş bibîne û ji bo wan muhabbetê bike ew jî dikeve hududê nehya Qur’anê.  Hezkirin  ji bo sifat û hunera wan re ne qedexe ye. Lewra çaxa her sifatê mislimanekî  ku her tim çawa nabe misilman lê belê sifatê xeyrî misilman jî her tim nabe sifatê kafiran. Wê çaxê misilman ji bo wan sifatê ne kafir kane ji wan ra dostaniyê çêke û ji wan sifatan re muhabbetê bike. Wan sifatê wek Endizarî/muhendîs, doxtorî, îcatkirinê nûh û îdare kirina civatê  ewlekariya  însanan  ku ne li gor dînê wane  tête hezkirin û ev ne qedexe ye.

Her misilman ji bo wan sifat ên ne kafir, kare ji wan re bibe dost û muhabbetê jî bike.

Xweda jê razî be Ustad Seîdê Kurdî dibêje; “ Gava ku xanimeke te ya ehle itabê hebe helbet tu yê di lê hezbikî û muhabbetê jê re  bikî.” Lewra çaxa ku lê hez nekî çima jê ra dizewicî?

Ustad jî dibêje; ‘‘Nehya Qur’anê ji Cuhutî yê û ji Xiristîyan tî yê dinêhre.”, “ Kî ji hêla dîn/olî de wana dost bigre û ji dînê wan hezbike  ew hezkirina HERAM e.” Hezkirin; ji bo parastina asayîşê û pêşva çûyuna medeniyetê ye. Ew jî dibe sedema seadeta dinyayê. Van muhabbetana yê nehîkirin.

 Çaxa ayetê bigota; Her babet wesf û rengdêrên wan re muhabbetê nekin ev emir amm dibû û kesekî nikaribu ji tu sifatên wan hezbikira.

Çaxa ji hêla olî de dost bûyîn hebe ew elameta nîfaqê ye. Wê çaxê her misilman ji hêla olî de pêwîste ku  ji wan re muhabbetê neke. Di hêla huner, îcad û tîcaretê de hevaltî û dostanî yê kane  bike.

Em kanin dîsa bibêjin ku; Bêjeyên Yahudî û Xiristiyan tûrew in.  Ev jî ji koka Yahudîtî û Xiristîyantiyê têne. Nehya Qur’ana pîroz ji bo tûrewên wan bêjeyan nîne ji bo koka wan bêjeyan e. ( Yahudîtî û Xiristiyantî yê) ye.

Çaxa Filehek temîr kirina seatê xweş dike pêwîste ku misliman li wî hunera wî filehî hez bike muhabbetê bike. Lê belê li filetîya wî re ne wusa ye. Ew di sînorê nehya Qur’anê da ye.

Adem OGAN

www.candname.com

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply