DIZIYA SERPÊHATIYEKE DILŞEWAT, STRANA MEYRIKÊ

Meyrîk li gundê Bûwana, bi naveke din Xorîkon a navçeya Pazarcixa Mereşê hatiye dinê.
Meyrîk xwediyê jiyaneke dilzoj e. Bi qasî çîroka jiyana wê zêmara li ser hatî strîn jî li ser rêçeke dilşewatir e.
Meyrîk keçeke ji eşîra Etmanka ye û li gundê Bûwana ji dayîk bûye.
Navê vî gundî jî nesîbê xwe ji çerxa pişaftinê girtiye û navê gund 1960ê de hatiye guhertin û nav bûye Kûrtdere. Lê 1967ê de carek din hatiye guhertin û vê carê jî bi navê Damlataş hatiye guherîn.
Li ser kêla gora Meyrîkê her çiqas jidayîkbûna wê 1933 hatibe nivîsînê jî, ji serpêhatiyê xuya dike ku 4-5 sal berî wê salê ye.
Lê belê sala mirina wê rast e; 15. 07. 1963 ye. Dema mirî temenê wê di navbera 25-30 salî de bûye.
Çaxê bavê wê Bîlal li Stenbolê leşker bû, jiyana xwe ji dest dide, Meyrîk bi pismamê xwe Evdilqadir ê sozdarê xwe yê zarokatiyê re dizewice û heft salan zewaca wan dewam dike.
Her çiqas zewaca wan bi dilxweşî û kêfxweşî bimeşe jî, Meyrîk her dem di nav xemgînîyek dilşewat de mitalan dike û rojbiroj di halê xwe de dihele. Pirsgirêka xembar; zarokên wê çênabin…
Piştî mirina Meyrîkê ya bêwext mêrê wê Evdilqadir bi keçeke din ya mirovê xwe re, cara dudûyê dizewice û ji jina nû çend zarokên wan çêdibin jî, Evdilqadir tu carî Meyrîkê jibîr nake.
Mêrê wê bi salan piştî mirinê jî, çaxê qala Meyrîkê tê kirin, rondik xwe li çavan nagirin, hezyarî û evîndariya Meyrîkê ji bîrê naçe. Çimkî ji dilek xas û saf ji wê hez kiribû.
Ji ber çênebûna zarokan û ji bêderfetiya xizanî û feqîriyê Meyrîk ji qehran bi Êşa Zirav (verem) dikeve.
Mêrê wê her çiqas dibe Dîlokê ser tuxtor û bijîşkan jî, êdî çare nemaye û ji wê nexweşîya kambax xilas nabe.
Çaxê malbat li zozanê Eynzikê ye, di 15ê tîrmehê de xatir ji jiyanê dixwaze û oxira xwe xêr dike.
Roja mirî, ji meta xwe re qala xewna xwe ya mirinê dike û dibêje: min li xewna xwe dîtîye ez ê îro bimirim.
Metik her çiqas li ber dilê wê bigere û teselîyê bideyê jî, hewl û koşîna metikê beyhûde ye.
Piştî mirinê metik bi kurdî zêmareke dirêj û dilsoj li ser distirê. Enceq qedera stranê jî dişibe qedera Meyrîkê ku wesa bêşens û bêsiûd e.
Ew strana bi eslê kurdî ye, pêşî ji aliyê aşiq Elî Nûrşanî ve tê guhertin û dibe malê wêjeya tirkî. Elî Nûrşanî demê ku vê zêmarê dike tirkî; him zimanê wê, him gotinên wê û him jî guftûyên wê diguherîne. Lê awaz û melodiya ku metika wê afirandî wek orijînal bikar tîne.
Di muzîka kurdî de, ev mînakeke pir biçûk e. Bi hezaran parçeyên muzîka kurdî bi gotinên tirkî yên bêbingeh bi heman şêweyî hatine nivîsînê û bûne malê wêjeya tirkî. Dewlet jî van dizan ji bo hêj zêdetir diziyê bi wan teşwîq bike, bi paşnavên wekî Tatlises, Gûzelses, Hoşses, Şenses hwd xelat dike û bi hunermendiya dewletê tacîdar dike.
Ev newaya dilşewat, bi deng û şîraveya jinika ji herêmê Ema Xecê bi newayeke cuda dilê mirovî xembar dike.
Bi hêvîya ku bi kêfa we be…
Wêne: a rûniştî Meyrîk, Ema Xecê û kêla Meyrîkê.
Tirkî: Osman Aydın
Werger: Evdirehman Gabari

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply