Dîyasporaya Almanyayê û Zimanê Kurdî

Li ser rûyê erdê gelek caran ji gelek miletan nifûseke mezin mecbûr maye, ax û welatê xwe terk bike û li derûdeverên din bi cî bibe.

Yek ji wan miletan jî miletê me ye, ku ji ber sebebên şerr, sîyasî, aborî û yên din mecbûr maye, ne wek takekes, lê wek grûbeke mezin axa xwe terk bike û li cîyên din jîyaneke teze ava bike. Helbet di gelek xalan da meriv dikare li ser vê mijarê bi berfirehî bisekine û ya rast divê meriv li ser bisekine jî.

Belê, mijara vê nivîsê jî yek ji xalên vê mihacirtîyê ye. Ez ê berî xwe bidim mijara zimanê Kurdî di nav Bakurîyên li dîyasporaya Almanyayê da.

Di serî da divê ez vî tiştî tespît bikim: Rola ziman ya li dîyasporayê tim nizm e û roleke piçûk e. Lewra tevahîya jîyanê bi zimanekî yan jî zimanên serdest dimeşe û zimanê miletê dîyasporayê mehkûmî çembereke teng e. Îcar hin milet bi saya aîdîyeteke xurt û sazîyên di bin kontrol û desteka qanûnan da dikarin vê çembera han firehtir bikin. Ku ev herdu tişt nebin, wê çembera zimanekî hê tengtir be.

SOSYOLOJÎYA KURDÊN ALMANYAYÊ

Herçiqas berî peymana di navbera Tirkiye û Almanyayê ya di sala 1961ê da hin Kurd li Almanyayê hebûne jî, reqema wan gelek piçûk bûye û wan loma jî roleke mezin nelîstine. Mesela ji malbata Bedirxanîyan Kamûran, Celadet û Safter Alî Bedirxan di salên 1920î da çûne Almanyayê û li wir xwendinê. Lê ne ew, ne jî yên din yên ji bo xwendinê çûne Almanyayê, li wir mane. Piştî xwendina xwe ew vegerîyane welatê xwe yan jî cîyên din. Loma jî divê em destpêka dîyasporaya Kurdên Almanyayê bi peymana karkeran ya di sala 1961î bidin kifş kirin. Herçiqas pirranîya karkerên pêşîn ji bajarên Tirkan bin jî, lê di salên piştî wê da bi hezaran karker ji bajarên Kurdan yên wek Dêrsim, Elezîz, Muş, Meletî, Qeyserî û yên din berî xwe dan Almanyayê. Pêla pêşîn ya Kurdan ev e. Pêla dudiyan di salên 1979-80 î da çêbû, gava li Tirkiyê derbeya leşkerî pêk hat. Û pêla sisêyan jî di navbera salên 1990 hetanî 1995an bû, gava li Bakur şerr û pevçûn zêde bû. Helbet li kêleka van hersê pêlên mihacirtîyê, ku di her pêlê da bi sedhezaran mirovên me koçkirin, bi rêya zewac, çêbûna zarokan, birina endamên malbatê û multecîyên sîyasî û aborî hejmara Kurdan her diçe li Almanyayê zêdetir dibe. Li gorî îstatîstîkên texmînî yên dezgeha dewletî ya Almanyayê BAMF hejmara Kurdan di navbera 500.000-1000 000î da ye, lê li gorî dezgehên Kurdan ev reqem ji mîlyonekê zêdetir e. Belê, bi kurtî çerçeveya koçberîya Kurdan ev e.

Îcar gava meriv berî xwe dide sosyolojîya koçberan, ferq dike, ku pirranîya wan ji gund û qezayan koç kirine, yanê di nav wan da bajarî gelek kêm bûne; pirranî gundewar bûye. Ji ber vê jî hetanî van nifşên nû yên piştî salên 2000î, ew bi şîn û şahî, bi çûyîn û hatina xwe, bi pirranî di nav hev da mane û entegreyî civata Alman nebûne. Bi her awayî entegre nebûbûn: Ji alîyê çandî (xwendin, nivîsîn, tîyatro, hobby), civakî (pozîsyonên di dezgehan da) û jîyana profesyonel (kar-îş).

Bi nifşên çaran-pêncan em dibînin, ku îdî hem ji alîyê pîşeyî/kar û îş û him jî ji alîyê jîyana rojane va entegrebûna di nav cîvata Almanî da di nav Kurdan da çêdibe û loma jî zimanê wî yê sereke îdî bûye Almanî.

ENCAMA RUHÊ MIRÎ: OTO-ASÎMÎLASYON

Hetanî salên 2000î pirranîya Kurdên Bakur di nav cemaet û tevgerên sîyasî-dînî yên Tirkan da cî girtine. Hîna jî nifûseke mezin ya Kurdan zarokên xwe dişînin mizgeftên Tirkan da ku hînî xwendina Qur’anê bibin û zanyarîyên dînî/îslamî bi dest bixin. Lê ne tenê Kurdên dîndar, herwiha Kurdên sekuler jî di bin tesîra ziman û çanda Tirkî da dijîn. Di nav Kurdên bakur da zimanê Tirkî di rewacê da ye, ji ker ku ji alîyekê va ew hê jî bi awayekî rêkûpêk di bin kontrola medyaya Tirkan da ne û li televîzyon û medyaya wan mêze dikin.

Ji alîyê din, Kurd polîtîze bûne û di retorîkê da li aîdîyeta xwe xwedî derbikevin jî, lê di pratîkê da hundirê vê helwesta hanê vik û vala ye, pûç e. Yanê çi? Yanî tu dibînî, ku navên Kurdî li zarokên xwe dikin, yên wek Berfîn û Hêlîn û Havîn, lê bi van zarokan ra bi Kurdî qise nakin. Bi wan ra li vê derê jî bi Tirkî diaxifin. Zarokên Tirkan entegreyî civata Almanî dibin û qismek ji wan baş bi Tirkî bizane jî, qismeke jê baş nizane. Îcar herçî yên Kurdan e, pirranîya wan bi zarokên xwe ra bi Tirkî xeber didin, digel ku navên Kurdî li wan dikin.

Helbet sebebên vê rewşê hene. Ev rewş hema wisa bi xwe derneket holê. Sebeb çi ne?

1) Statûya zimanê Kurdî tune. Li pişt zimanê Kurdî dewletek tune. Û Kurd wek kêmnetewe nehatine qebûl kirin.

2) Bi tevahî sîyaseta Kurdan ya ziman tune. Zimanê Kurdî ji bo me çi îfade dike, tê çi meneyê? Em wê biparêzin yan na? Gava erê, bi kîjan rê û rêbazî û çawa?

3) Ziman bi aîdîyetê, bi nasnameyê ra girêdayî ye. Gava tu xwe aîdî dunyayekê bibînî, helbet tu yê lê xwedî derkevî. Îcar neteweya me li Kurdbûnê wek barekî mêze dike û dixwaze dev ji ziman berde da ku ji bin vî barî derkeve. Li diyasporayê ancax aîdîyeteke te ya zexm hebe, tu dikarî li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derkevî. Herçî ev aîdîyet e, ew jî zêif e.

4) Erê, Kurdên Almanyayê li dîyasporayê ne, lê berî wan li welatê wan e. Di bin tesîr û sîyaseta Kurdên welêt da dijîn. Îcar di van salên dawîn da bi saya hin devûdorên sîyasî helwestek Tirkiyebûnê derket pêş. Hêza vê helwesta hanê di nav Kurdên bakur da gelek zêde ye û ev tevger giranîyê nade meseleya zimanê Kurdî. Zimanê Kurdî ji bo wan meseleyeke talî ye; ne mûhîm e. Loma guh nadin Kurdî; zimanê weşan û xebatên wan bi Tirkî ye. Ev jî roleke neyênî dilîze li ser dîyasporayê.

5) Çawa ku sîyaseteke me ji bo ziman tune, herwiha sîyaseteke me di derheqê Kurdên dîyasporayê da jî tune. Hêvî û planên me ji bo milyonek û nîv Kurdê li Almanyayê, navenda Ewrûpayê çi ye? Bersiva vê pirsê jî tune.

6) Ji alîyê sazî û dezgehan xebatên ji bo nifşên li vir tunin. Miletên din bi çalakîyên sporê, bi xebatên dînî/ayînî û çandî, bi xebatên sosyal rê li ber zimanê xwe vedikin. Lê yên me him dezgeh û sazî hindik in û yên heyî jî di vê meseleyê da qels in; ew ji bo welat dixebitin.

7) Ji ber ku dêûbavên nifşên çaran-pêncan bi Almanî dizanin, rola Kurdî kêmtir bûye, yanê zarok gava tiştekî bi Almanî dibêjin, dizanin ku dêubavên wan mesaja wan têdighîn.

Wek encam, zimanek ji nişka va namire. Pêşîn ji qîmet da dikeve, nifşên nû di hînbûna wê da feydekê nabînin û berî xwe jê diguherin. Bi vî awayî berê ji çav, dû ra ji dil derdikeve û her


î dawî jî wek xeyaleke dîrokî dimîne.

Nivîskar: Dr. Abdullah Încekan 

Nivîs ji malpera gazeteduvar.com.tr yê hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply