Diyanetê Siyera Kurdî Çap Kir

Serokê Daîreya ji Ziman û Zaravayan Berpirsyar yê Midûriya Giştî yê Weşanên Dinî Yildiray Kaplan da zanîn ku 40 hezar siyerên kurdî hatin çapkirin û dê vê berhemê bêpere belavî welatiyan bikin.

Kaplan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wek serokatî meala Qur’ana Pîroz a kurdî çap kirin û bi rêya miftîtiyan bêpere belav kirin. Kaplan wiha axivî: “Me çapa 3yemîn a meala kurdî çêkir. Me bi tevahî 30 hezar meal belavî gelê xwe kir. Me niha jî siyera kurdî çap kir. Em ê vê berhemê jî bi destê miftîtiyên xwe bêpere bigihînin gelê xwe.”

Kaplan diyar kir wisa bawer dike ku berhema kurdî ya ku der barê jiyana Pêxember de çap kirin dê kêmasiyeke mezin a di vî warî de tijî bike û wiha axivî: “Ji Xwedê niyaz dikim ku berhem piştgiriyên nû bide wêjeya me ya siyerê. Ez spasiya her kesê ku ji amadekirina pirtûkê bigire heta çapkirina wê keda wan çêbû, dikim.”

Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Ark. Doç. Dr. Abdulhadî Tîmurtaş pirtûka siyera kurdî nivîsand. Navê pirtûkê “Pêxemberê Alemê: Hezretê Mihemmed)” e.

Lijneya Bilind a Karên Dînî li ser berhemê lêkolîn kir, di serê meha kanûna pêşîn de 40 hezar heb hatin çapkirin. Hat plankirin ku berhem bi destê miftîtiyên bajêr û navçeyan di serî de bajarên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li tevahiya welêt bêpere bên belavkirin.

çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply