Diyabet çi ye?

Diyabet ji komekê nexweşiyan pêk tê û gelek sedemên wê hene. Mirovên ku nexweşiya diyabet bi wan re heye radeya glukozê ya xwîna wan bilind e, wekî din hîperglîsemî jî tê gotin. Di nav gel de ji bo diyabetê wek ‘’nexweşiya şekir’’ jî tê gotin.

Diyabet nexweşiyeke metabolîzmayê ye. Metabolîzma ew e ku bedena mirov xurekên hatin gîvêrandin ji bo enerjiyê bi kar tîne. Pergala givêrîne karbonhîdrata heta bibin glukoz hûr dike. Glukoz forma karbonhîdrata yê ku dikarê tevlî xwînê bibe. Bi alîkariya hormona însulînê glukozên nav xwînê de der-basî nav şaneyên bedena mirov dibin û şane jî glukozê ji bo enerjiyê bi kar tînin. Însulîn ji aliyê pankreasê ve tê çêkirin. Pankreas li pişt mîdeyê cih digire. Dema piştî xwarinê radeya glukozê ya xwînê bilin dibe, pankreas jî însulînê diberde nav xwînê.

Diyabet dema ku bedena mirov nikarê têr însulînê çêbike an însulîn bi awayekî bikêrhatî bandor neke an ev her du sedem bi hev re pêk werin, tê holê. Di encamê de glukoz derbasî nav şaneyan nabe, radeya glukozê a xwînê bilind dibe. Wisa çiqas radeya glukozê ya xwînê zêde be jî, şaneyên bedana mirov bê enerjî dimînin.

 Bi derbasbûna wext re, radeya bilind a glukoza xwînê zirarê dide sînîran(nerves) û rehên xwînê (blood vessel) û dibe sedema komplîkasyonên wek krîza dil, felç, nexweşiya gurçika, koreyî, nexweşiya dirana û amputasyonan.
Komên şaneyên Beta yên pankreasê ku însulînê çêdikin û berdidin nav xwînê.

Cûreyên Serekê yên Diyabetê

Sê cûreyên serekê yên diyabetê hene: Cûreya 1., cûreya 2 û diyabeta gestasyonel.

  • Cûreya 1em ya diyabetê, diyabeta zarokan jî tê gotin, bi giştî bi zarokan, ciwanan re tê dîtin. Di vê cûreya diyabetê de şaneyên beta yên pankreasê, însulînê êdî çê nakin çunkî şaneyên beta ji aliyê şaneyên pergala parastinê(immune system) ve tên êrîş kirin û xirakirin.
  • Cûreya 2em ya diyabetê, diyabeta mezinan ji tê gotin, cureya herî berbelav e. Ji sedî 90-95 nexweşê diyabetê ji vê cûreyê ne. Cureya 2em ya diyabetê di her temenî de tê dîtin, heye ku bi zarokan re jî çê bibe, lê gelek caran bi mirovên temen mezin re tê ditîn. Kesên bi obezîte, jiyane xwe bê egzersîz didomînin an di malbata wan de nexweşê diyabetê hebin behtir bi nexweşiya diyabetê dikevin.
    Cûreya 2em ya diyabetê bi giştî bi resistansa însulînê dest pê dike. Dema masulk, kezebreş û şaneyên rûnê(fat cells), însulînê bi awayekî rasteqîn bi kar neînin an însulîn heye lê bi awayekî rast bandor neke, ji vê re resistansa însulînê tê gotin. Di enceman de ji bo glukoz bikeve nava şaneyan behtir însulîn lazim dibe. Ewil pankreas ji bo ku behtir hewcadarî heye behtir însulînê çêdike. Lê bi demê re pankreas peywira xwe ya çêkirina însulînê winda dike.Lewma dema piştî xwarinê hew dikarê însulîne bi qasî ku pewiste çêbike û radeya glukozê bilind dimîne.
  • Diyabeta Gestasyonel, ew cûreya diyabetê ye ku di dema avisbûnê de tê dîtin.

Di dema avisbûnê de ji bo radeya glukozê ya xwînê were kontrol kirin divê bêhtir însulîn bê çêkirin. Ku bedena mirov têra xwe însulînê çê neke diyabeta gestasyonel tê dîtin. Bi giştî dema zarok hat dinyayê ev cûreya diyabetê jî derbas dibe. Lê ji sedî 5-10 kesan re vediguheze cûreya 2em ya diyabetê.

Prediyabet çi ye?

Prediyabet ew e ku radeya glukozê ya xwînê ji radeya normal bilindtir e lê ne ewqas bilind e ku teşhîsa diyabet were danîn. Kesê ku prediyabet be îhtîmala bibe nexweşê diyabetê an nexweşê dil zêde ye. Gelek kesên prediyabet di nava deh salan de dibin nexweşê diyabetê.

 

Nivîskar: Mehmet Sıddık Dilek

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply