Sêşem , 22 Îlon. 2020

Dîwanek Ji Ehmedê Xanî: Sernameyê name, namê Ellah

Sernameyê name, namê Ellah
 
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah

Ey metle’ê husnê ‘işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî

Namê te ye lewhê nameya ‘işq
Ismê te ye neqşê xameya ‘işq

Bê neqşê te, neqşê xame xam e
Bê namê te, name natemam e

Namê te ye şahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê mehmûd

Medmûnê muraselatê la-reyb
Meşhûdê mukaşefatê bi-l-xeyb

Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb

Me’şûq tu yî, bi fexr û naz î
‘Aşiq tu yî, lêk bêniyaz î

Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêşubhe murîd û hem murad î

Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê ‘aşiqê zar

Şem’ î, ne ji qismê nûr û nar î
Şems î, ji ‘eyan tu perdedar î

Genc î tu di nêv tilismê ‘alem
Kenz î tu ‘eyan ji ismê adem

Ev ‘alem û ademî û meşhûd
Ev mumkin û masiwayê mewcûd

Hemiyan bi te ye mudare û debr
Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr

Emrê te bi lefzê »kun« du ‘alem
Mewcûd kirin, xered çi adem

Adem bi xwe yek ji herdiwan e
Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane

Ew herf, heqîqeta muheqqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq

Eşbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in ji lahût

Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah

Nasûtî egerçi rengsefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e

Herfa ko me gotî, neqşihûr e
Lê meqsed û me’neya wê kûr e

Zahir te eger numaye suxra
Batin ew e neqşê xame kubra

Mewcûd e di wî şehadet û xeyb
Meşhûd e di wî siyadet û ‘eyb

Insan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr

Hindî weh ko cinsê ‘alemî ne
Ew tabi’ê new’ê ademî ne

Evrenge felek hemî mu’ezzem
Evçende melek hemî mukerrem

Ev karegeha ‘ezîm û dewwar
Ev baregeha bedî’ û seyyar

Evçende zemîn digel ‘enasir
Evrenge ‘ered digel cewahir

Evçendehe ni’met û nefa’is
Evrengehe me’kel û melabis

Evçendehe mudde’a û metlûb
Evrengehe muşteha û mehbûb

Heywan û me’adin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat

Bi l-cumle ji bo me ra li kar in
Fi l-cumle ji bo me ber di bar in

Heqqa ko te xweş nizam û rewneq
Tertîb kirin ji bo me el-heq

Em xafil û ‘atil û gunehkar
Mayîne di qeydê nefsi emmar

Nînin me di qelbî fikr û zikrek
Nakin bi zebanî hemd û şikrek

Xanî ko nehin bi qelbî zakir
Barî bide wî zebanê şakir

06. SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ EZMANÎ – Ehmedê Xanî – Memozîn
 
SEBEBÊ NEZMA KITAB E BI VÎ EZMANÎ
DI SÛRETÊ ŞEKWAYA JI DEWRANÎ
Û GILIYA JI EBNAYÊ DI ZEMANÎ
KO LI BAL WAN YEKSANE
HINERA DANAYÎ DIGEL ‘EYBA NADANÎ
 
Çavkanî: Kurdîstana Mîn

 

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Bernameçêker, Mehdî Mutluyî ji Ortadogu Newsê re diyar kir ku naveroka bernameyan qasî teknîkê pêş …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.