Gustaf Munch -Petersen Bi Kurdî 2 – Dara Kurdo Wergerand
EW
Ne ew ramana ye…
ku niha ez li ser keviya rê me
Ku kulîlk ê mezin dibin, û çawîr tersa gavê dimije
Û kevir tîna rojê davêje…
lê ew e, ku ez dizanim, ku ez î şaştiyekê dikim
Ku zêrzebiyek heye
Ku divê ez biçim, û dîwarên çiya li kêleka min nêz bibin, her dûr be her ez digihêm.
Ku keviya rê zehmet bibe, û çîk bêtir dibjiqin
Û çawîr zer bibe, her roj nêzîk dibe.
MIROV
Mirovo, ku tu bi hêz î, û gellek kes guh didin te
bi ya te dikin, an tu bi çûk û bê hêz î
Ku tu hişmend î an bê aqil î…
kî dikare bêje “Na” ji tiştên din re di jiyanê de, ne kesek
Çiya bilind û nizm in, gul sor û bi bêhn in,
lê dibuhorin û zer in, ne ew e…
Lê, ku tu xweşîyê ji xwe re bivî, û di nîvê mestbûnê de hêstiran berdî
ku tu bikaribe hez bikî, û ji êşa xwe sitranekê ji jiyanê re dibêjî.
LISBETH
Tu erebaneyek bi çûk e, yeke bi zengil
Hêdî hêdî û geş hespê wê diçe, roniya roj dibiriqe ser ruyê siwarê erebanê,
sipehiya dar…
Mirovên kêfxweş…
Tîtîq…
Mirov û çixarê, jin û tormûsê kafê…
….
Şemî ye helbet.
og græd over mit forspildte liv. Men solen spredte snavset på mit ansigt, og jeg så op, og jeg så, at jeg levde.
MISOGER
Min xwe ji aliyê reşiyê avêjt aliyê din, û ez qerimîm
min lêxist
min berda
min ji wan dizî, yên dixwastin min bixapînin
Ez pîs û dîn bûm, ti jin bi min re nekenîn,
min li demhijmêra di destên xwe de nêrî,
û li jiyana xwe ya çûyî giriyam.
lê, rojê rûyê min lewitandi bû, min li jor niriya û niriya, ku ez dijêm.