“Dîwana Melayê Cizîrî bi qasî Komedya Îlahî ji cîhanê re girîng e”

Nivîskar û helbestvanê Kurd Îlhamî Sîdar dibêje “Komedya Îlahî” ya Dante ji Îtaliyan û Ewropiyan re çiqasî girîng be, “Dîwana Melayê Cizîrî” jî ewqasî ji Kurdan û gelên navçeyên re girîng e divê hemû netewe bi zimanê xwe bixwînin.

 

Îlhamî Sîdar “Dîwana Melayê Cizîrî” wergerandiye zimanê Tirkî ku wek yek ji şahpirtûkên edebiyata klasîk a Kurdî tê qebûlkirin. Werger ligel Kurdiya wê ji aliyê Weşanxaneya Ayrintiyê ve li Tirkiyê hate çapkirin.

 

Sîdar ku heta niha çend pirtûkên helbestan, çend roman hem bi kurdî, hem tirkî nivîsandine û weşandine, derbarê vê xebata xwe de ji Rûdawê re axivî.

 

Nivîskar û wergêrê Kurd Îlhamî Sîdar ji bernameya Wêjevan a radyo Rûdawê re ragihand ku Dîwana Melayê Cizîrî şahesereke edebiyata Kurdî ye.

 

Îlhamî Sîdar destnîşan kir, ku “Komedya Îlahî” ya Dante ji Îtaliyan û Ewropiyan re çiqasî girîng be, “Dîwana Cizîrî” jî ewqasî ji Kurdan û gelên navçeyên re girîng e û got: “Divê hemû netewe û miletên deverê û cîhanê vê şahesera edebî nas bikin û bi zimanê xwe bixwînin. Me berhem hem bi Kurdiyeke paqij (Latînî) û hem bi Tirkî weşandiye. Da hemû Kurdên Bakur bikarin bixwînin û hem jî xwînerên Tirk.”

 

Sîdar anî ziman ku ew gelek salan bi berhemê ve mane heta amade kiriye û di pêvajoya wergerê de rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha pê de çû: “Cîhana Cizîrî ya edebî û felsefî û peyv û têgihên wî pir watedar û kûr û berfireh in. Bêguman gelek peyvên Erebî û Farsî jî di nav dîwana Melayê Cizîrî de cih digirin, lê dîsa jî Kurdiya Cizîrî herî zelal û resen e. Klasîkên Tirk ji wî bêtir peyvên biyanî yên wek Erebî û Farsî bikar tînin.”

 

Wergera dîwanê helbet gelek zehmet e. Sîdar jî got, ku di dema wergerê de gelek serê xwe pê êşandiye, carinan bê xew maye ji bo tenê çarînek wergerîne û di encamê de werger temam kiriye.

 

Li gor gotina nivîskar Îlhamî Sîdar 5 salan ked daye vê xebatê û di mehên dawî de jî nêzî salek ligel edîtorên weşanxaneyên jî parçe bi parçe, yek bi yek li ser xebitîne û dîwan anîne asta weşandinê.

 

Lewra Sîdar got: “Me wisa kir ku xetayek biçûk jî têde nebe.”

 

Melayê Cizîrî kî ye?

 

Melayê Cizîrî zanyar û helbestvanê Kurd e ku di sala 1570 an de ji dayîk bûye û di sala 1640 an de çûye li ser dilovaniya xwe.

 

Melayê Cizîrî ku navê wî yê rastê Mele Ehmed e û wek hemû zana û navdarên Kurdên wî demê, li malbatek oldar mezin dibe. Mamostê wî yê pêşîn, bavê wî ye. Dû re li gelek deverên weke Amed, Colemêrg û Heskîfê xwendina xwe berdewam dike.

 

Wî destûra meletiyê ji Amadê Mela Taha yê wergirtî ye. Demek dirêj li gundê Sirba ya Amedê melatî û seydatî kiriye. Piştê Hesenkeyf û Sirba, hatiye Cizîrê û heta dawiya temenê xwe li Cizîrê maye. Aqilmendiya Mîrê Botan, Şeref Xan dikir. Mîr İmameddîn (Xan Şeref) gelek rûmet dide Melayê Cizîrî.

 

Ji berhemên Mela Ehmedê Cizîrî herî navdar “Dîwan”a wî ye. Bi rastî ji xeynî diwana wî, qala tu berhemên wî nayê kirin. Tenê hinek helbestên wî yên dervê dîwanê bi devkî gihiştine heta dema me hene.

 

Mela Ehmedê Cizîrî wek “Pîrê Eşqê” tê nas kirin. Helbestên wî yên li ser evînê heta demek berê jî li malên Kurdan berevajiyê hev dihatin xwendin. Xeynê vana her beşek dîwanê bi serê xwe zanistiyek e. Ji dîrokê heya felsefê, ji barbariya Cengîz û Tîmûrleng heya teoriya Iqlîdes û Istoqûsê Yewnanî. Ji Astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wûsa yên din, qal dike.

 

Dîwana Melayê Cizîrî warê zimanê Kurdî de qencîneyeke pir dewlemend e. Mela di helbestê xwe de, hin bêjeyên Farisî, Erebî û çend bêjeyên Tirkî jî bi kar tîne. Di wê xalê de cu- datiya wî ji helbestvanên weka Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Xanî heye. Li gorî wan bêjeyên biyanî gelek zêde bi kar aniye. “Li gel viya, bi zimanekî dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivisandiye. Di helbestên wî de pir gotinên pêşiyan, îdiyom û guftogoyên Kurdî hene.

 

Melayê Cizîrî bi nêzîkayî 1500 peyvan nivisandiye û peyvên wî bi piranî Kurdî ne. Nêzîkî 600- 700 Peyvên Erebî û Farisî di helbestên wî de hene. Lê ew peyvên wî bi kar anîne peyvên ku gellek helbestvanên dîwanî bi kar anîne ne. Ji ber viya, mirov nikare bêje ku Cizîrî bi zimanekî helbestên xwe nivisandiye.

 

Di dîwana Melayê Cizîrî de bi gişkî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezat, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ev tercî’î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 dane berhev, tê de ne.

 

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke helbestvanên dîwanê ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed, didu ne; Mela û Nîşanî.

 

Em ji berawirdkirina Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dizanin ku ew di sala 1631’î de li Cizîrê bûye. Herwisa jî dîwana wî jî tê zanîn ku wî wê salê (1631) dîwana xwe qedandiye. Em baş dizanin ku ew heta 66 saliya xwe li jiyanê bûye û piştê wî ji bo me ne diyar e.

 

Di derheqê wefata Melayê Cizîrî de hejmarên cuda hene. Hinek şêstûşeş saliya wî de, hinek heftê saliya wî de mirina wî îddîa dikin. Melayê Cizîrî, gorî Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya “Îro girya me tê” de diyar dike: sala 1050’a koçî de (1640) wefat dike. Gora wî niha li Cizîrê, di Medresa Sor de ye.

 

Îlhamî Sîdar Kî ye?

 

Helbestvan, romannivîs û wergêrê Kurd Îlhamî Sîdar sala 1965 li Misirca Sêrtê hate dinyayê. Misirc bi Tirkî jê re dibêjin (Kurtalan) yek ji navçeyên Sêrtê li Bakurê Kurdistanê ye, li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye.

 

Îlhamî Sîdar li Zanîngeha Enqerê, beşa Edebiyatê qedandiye. Sîdar bi herdu zimanên Kurdî û Tirkî dinivîse.

 

Berhemên wî yên çapkirî jî ev in:

Sözlerin Yalazında/Pêta Peyvan (Helbest, 1999), Bir Cudi Söylencesi/Efsaneyeke Cûdî (Roman, 2003), Alışkın Hüzünler/Kedernas (Helbest, 2004), Melekler de Ölür/Melayiket jî Dimirin (Roman, 2005), Dağlı/Çiyayî (Roman, 2007), Başka Gökyüzü/Esmanekî Din (Roman, 2009), Tehma Xweliyê (Roman, 2011), Jan (Roman, 2012/ adaptasyon ji romana Melayiket jî Dimirin), Sadakat/Dilsozî (Roman, 2014), “Xewneke Payîzê” (Roman, 2015) Şiirli Dağ/Çiyayê bi Şi’r (Roman , 2016), Masum Saat / Dema Xwerû (Helbest, 2017), Dîwana Melayê Cizîrî, (Werger, ji Kurdî bo Tirkî, 2018).

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply