Divê sînema kurdî ji çanda biyanî rizgar bibe

Mano Xelîl derhêner û sînemagerê kurd e. Xelîl li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xelîl berê li Zanîngeha Şamê beşa hiqûqê û yasa xwendiye û piştre jî li Çekoslovakyayê beşa derhênana fîlmên sînemayê xelas kiriye. Mano Xelîl demekê li Çekoslovakyayê li ser sînemayê kar kiriye û vegeriyayê Rojavayê. Lê ji ber rejîma Sûriyê koçî Swîsreyê kiriye. Di navbera salên 1990-1995’an de li Çekosovakya û Slovakyayê de li ser sînemayê kar kiriye û fîlm çêkirine û ji sala 1996’an ve li Swîsreyê wek derhêner karê xwe yê sînemayê didomîne

Çîroka te û sînemayê û şanoyê çawa destpê kir?

Gava ku min li Qamişlo dixwend, ez gelek caran diçûm sînemayê. Wê demê li Qamişlo 4 sînema hebûn. Kêfa min ji fîlman re dihat. Piştî ku ez çûm Şamê zanko xwend û min dît ku eger ez li bin destê rejima Baas a dîktator bimînim, dawiya jiyana min e. Gelek hevalên me wê demê çûn serê çiyan. Min xwest ku ez bi rengekî hunerî xebat bo miletê xwe bikim. Dema ku di sala 1986’an de çûm Çekoslovakyayê, min li wê derê beşa derhêneriya sînemayê xwend. Min ji bo TV ya Çekoslovakya 4 fîlm çêkirin. Dema ku welatê Çekoslovakya ji hev ket û bû welatê Çek û Slovakya, ji bo TV ya Slovakyayê jî min 4 fîlman çêkirin. Piştre jî ez vegeriyam Rojava. Min li welatê xwe jî fîlmek çêkir (Cihê Xwedê lê Raza ye). Piştre ez neçar mam ji welat derkevim û biçim Swîsreyê. Min ti car dev ji karê derhêneriyê berneda û herdem li ser sînemayê kar kir. Min ji berê biryar dabû ku ez ê di asta akademîk de beşa sînemayê bixwînim; ez ê fêrî çêkirina fîlman bibim; Ez dîroka fîlma cîhanê nas bikim; ez hûnera sînemayê bi rengekî akademîk nas bikim. Ez ne sînemavanekî tûrîst im. Yan jî bê hemd sînemagar nebûm. Min hertim dixwest sînameger bim û ev ji bo şoreşekê bû.

Di fîlmên te de tesîra zextên rejîmê û êşên Rojavayê hene?

Ji bo min di nav Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojavayê de ti cudahî tune ne. Ji bo min Amed, Qamişlo, Dûhok û Mehabad wekhev in. Heger ev bên cudakirin, nexweşî ye. Miletê kurd bi hev gîredayî ne û ji bo di nav her çar parçeyê Kurdistanê de ti sînor tune ne. Ez sînoran nas nakim. Ereb û tirk ne birayên kurda ne. Tirk, tirk in û ereb ereb in. Fars jî birayên kurdan nîn in. Ez ê tenê ji bo azadiya xelkên kurd kar bikim û ez hertim ji bo azadbûna xelkê kurd dixebitim. Kengê Kurdistan serbixwe bû û kurd azad û rizgar bûn, wê demê ez dikarim derbarê mijarên din de jî fîlm çêbikim. Dema ku min li Çekoslovakyayê dixwend û heta niha jî fikr û ramanên min neguherîn.

Festîvalên navnetewî bandorekê çawa li ser nêrina tê dikin? Kurd li cîhanê çawa tên dîtin?

Rastî wek ku tê zanîn kurd li Ewropayê û li cîhanê naçin sînemayê. Ez li gelek festîvalan geriya me, kêm caran mirovekî kurd tê fîlman temaşe dike. Ez di karê xwe de dixwazim ew resmê ku dijminên kurd ji kurdan çêkiriye biguherim.Kurd xwediyê hin taybetmendiya ne. Xelkê kurd efû dike, rikdar nîne. Lê li welatên ku em li dijîn wisa nîne. Bo mînak ereb rikdar in, dibirrin û dikujin. Heger ji kesekî zerer bibînin, ti car ji bîr nakin û li ser wê 100 sal jî derbas be jî tola xwe digrin. Lê xelkê kurd wisa nîn e. Wek kurdan miletek din tune ye ku demokratîk, azadxwaz û lêborinxwaz be.

Hewiha kurd hertim bi xeletî hatine nîşankirin. Kurd hov û ne medenî tên nîşankirin û ji ber vê hertim didin xuyakirin ku divê hertim kurd bên kontrolkirin. Lê ev rast nîne. Xebatên ku li ser kurdan hatine kirin, xelet in û derbarê kurdan de ti rastî di wan de tune ye. Kurd dikarin ji hemû kesan hez bikin. Dema ku kurdan nas dikin, dibînin ku kurd aştîxwaz û demoratîk in. Em jî di fîlmên xwe de hewl didin ku rastiya kurdan nîşanî temaşavanan bikin. Ez bawer dikim ku eger em bê hemdî xizmet ji dijminên kurdan re nekin û kurdan di fîlmên xwede nezan û hov nîşan nedin em ê bi ser kevin.

Peyama te çi ye? Tu dixwazî çi pêk bîne û di sînemaya kurdî de çi bikî?

Armanca min wek mirovekî azadiya min, azadiya xwişk û birayê min û xelkê gunde min in. Armaca min azadiya bajar û welatê min e. Dawiyê jî armanca min ne ew e ku ez ji xelkê re bibêjim ev rast e û ew şaş e. Hemû kes rast û şaşbûna xwe nas dikin. Ez ê demêkî kirt li vê dinyayê bimînim. Berê min gelek kes hebûn û piştî min jî wê gelek kes hebin. Ez hêvîdar im ku xelkên me yên kurd li bindestiya xwe bifikirin û serbixwe bin; nivîskar bin; şivan bin ku mirov hinek hurmet bide vê xelkê xwe. Jin, xort û keçên me tên kuştin; li zîndanan tên şewitandin. Em di sedsala 21’em de ne. Êdî bes e. Divê ereb, tirk û faris hurmetê li kurdan bigirin eger ne bi dostanî divê ku bi darê zorê be. Îro di nerîna min de divê her tîşt ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê be. Yên ku xwe davên himbêza tirk û ereban ew ne kurd in.

Dema ku tu fîlmên xwetemaşe dikî, tu li xwe rexne digrî? Nêrinên te diguherin?

Kes ne pêxember e û ew pexemberên ku 2 yan jî sê hezar sal berê hatine, îro vegerin û dinyayê temaşa bikin, wê gotinên xwe ji nû ve bêjin. Ji ber ku îro teknolojî gelekî pêş ketiye, mafê mirovan heye, demokrasî heye, tenderistî û dinya nû bûye. Wê demê telefon, înternet tûne bûn. Piştî demêkî fikra mirov carna diguhere, carna pêş dikeve. Dema ku ez fîlmên xwe temaşa dikim, fikrekî din tê bîra min û carna jî xwe bi xwe dibêjim, ‘Heger min ev fîlm niha çêbikra min ê gelek tişt biguhertana.’ Çêkirina fîlmekî wek hatina zarokekî ye. Zarokek neh meh di zikê dayika xwe de dimîne. Mirov hêvîdar e ew zarok bi xweşî bê dinyayê. Dema ku zarok mezin dibe jî mirov gelek ked dide ser wî/wê. Lê dawiya dawî gelek caran zarok jiyanek dî didomîne wek ku bav û dê dixwazin. Çêkirina fîlman jî wisa ye.

Tu sînamaya kurdî çawa dinirxînî?

Li Kurdistanê bû çend salên dawî ne, sînema hêdî hêdî derbasî qada navnetewî dibe, lê mixabin, ne profesyonel e, lê hêdî hêdî serrast dibe, pêş dikeve. Hikûmeta Kurdistanê ji bo çêkirina fîlman alîkariya çend xortên kurd dike. Em dixwazin gelekî fîlm çêbibin. Heger di salê de 10 fîlm çêdibin, ji wan tenê yek baş be jî ew tiştekî delal e. Divê em çanda xwe pêş bixin. Divê em ji çanda ereb û tirkan rizgar bibin. Dema ku em îro fîlmên kurdan temaşa dikin, di gelek fîlman de bandora fars, ereb û tirkan dibînin. Divê sînemaya dinyayê binêrin û dinyayê fêm bikin, piştre şîvaniya xwe bikin û xwe azad bikin. Em dixwazin zextên ku li ser kurdan hene, bi dawî bê û kurd bi rehetî bikaribê fîlmên xwe çêbikin. Ez dixwazin sînama bi rengekî akademîk li Kurdistanê hebe û ciwanên kurd li ser sînemayê bisekinin û fêrî sînema û çêkirina fîlman bibin. Heger zêdetir alîkariya sînemagerên kurd bê kirin, kurd wê gelekî pêş bikevin.

Niha li ber destê te ti projeyekê heye?

Li ber destê min du proje hene. Min yekî çend roj berê temam kir. Ev fîlm derbarê şerê Sûriyê, koçberî, û kuştina mirovan de ye. Ew proje di Mûzexaneya Swîsrê ya Netewî de li bajarê Zurîchê tê nîşandan, û wê li gelek cihên din wê heta sala 2018’ê berdewam bike.
Proje ya min a herî mezin ev e, niha min dest bi produksîyona fîlmekê dirêj li ser Rojava hazir kiriye, produksiyon di destpêkê de ye. Em di demêk nêzîk de dest bi kişandinê dikin. Hêvîdarim ku em karibin ev fîlm li Qamişloka rengîn bikşînin.

Derya Kılıç-Basnûçe

Derbar ziman

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply