Pêncşem , 22 Cotmeh 2020

Dîtina Ewil

Ev sê çar rojê min e li vî gundî me,bi tena serê xwe me. Hêna nû min dest bi meletî kiriye. Ji bilî Hecî ‘Elî û Sofî Rizo kes nayê mizgeftê. Ji ber wê jî kesê nabînim ku pê re hevaltî bikim. Xortên gund an li xwendinê ne anjî li kar in yên li gund jî karê malê dikin,ji xwe bên mizgeftê jî bi min re hevaltî nakin. Melan wek mirovên mezin dihesibînin û te rêzê didin melan.

Navê gund Herzemê ye, Gundek mezin e ji 150 malî pêk tê. Ji ber ku deşt e û av nîn e tu dar û ber û şînayî jî tunne ev yek bêtir mirov ji vir sar dike. Girek zilût û bêdar sê çar kîlometre li pişt gund dikeve û çavkaniyek biçûk ji ser gir diherike tê di nava gund re derbas dibe. Gundiyan li ber mizgeftê pêşî girtine wek çirikên kaniyê jê re çêkirine. Keç û jinên gund jî hemmû tên ji vir avê  dibin,cil û bergên xwe jî li vir dişûnin.

Du roj paşê în e, ez hinek bi kelecan im, dê cara ewil ezê temmamê gundiyan bibînim. Ji niha de min dest bi amadekirina sohbet û xutbeya xwe kir. Divê mijarek wisa amade bikim ku gundî tev ji ilmê min re bihheyyîrin. Ji xwe gundî îtîbara xwe bi melayên temenbiçûk naynin,tim û tim dixwazin wan têxin ezmûnê û wan li ber civatê rezîl bikin. Û tiştê komîk jî ew e ku ew nezan in û mela zana ne.

Duh ez derketibûm geryana xwe ya pişt esrê. Duh min ev biryara derketinê girtibû ez ê piştê nimêja esrê derketama derê gund hetta nimêja mexrîbê ez bigeriyama. Ji ber ku di gund de hevalên min nebû ezê  jî ji xwe re bigeriyama û li ser helbestên xwe û metnên xwe bifikiriyama. Ji xwe li medresê jî me metnên xwe bi rêçûnê jiber dikir.

Dema ez ji nimêjê derketim ez çûm ser kaniyê ji bo avê vexwim. Min keçikek dêmxweşik û fediyok dî. Min jî jê fedî kir bi dengek nizim û veşartokê fediyê min destûra vexwarinê jê xwest. Wê jî ji fedyan ango ji ber ku malbatê terbiyeyek wisa dabûnê destûr da min û paş xwe bi min de kir. Ji ber ku min nedixwest ez şil bibim min elbika wê jî jê xwest ji bo vexwarina avê. Paş wê bi min de girt elbik da min min pê av vexwar. Lê ji şerman min spasî jî jê re nekir. Ez bi rêya xwe de çûm.

Êvarê piştî nimêja mexrîbê ez çûbûm mal lê hêna rûneniştibûm derî lêket ez hatim derî vekim çi bibînim wê keçika xweşik dîsa bi rûyê xwe yê ji şerman sor bûye bi sehenek xwarin û nanekê tenûrê li ber derî ye, li ba wê jî kurikek biçûk hebû teqez birê wê ye.
Kurikê biçûk:
-Xalê mele pîra min ev xwarin şand.
Min got :Spas dikim çelengo, û min şekirek eydê da destê wî.
Ez û wê keçikê bişirîn lê dîsa bibişirînên fediyok.
Kurik: Spas xalê mele.
Ez: Spasxweş şêro, navê te çi ye?
Dixwazim bi xeberdanê hinek din jî wan li ber derî bisekinînim ji bo zêdetir wê xweşşikê bibînim û bêhna wê ya emberîya fediyok bikişînim hundirê xwe.
Kurik:Navê min Serdar e navê êta min jî Esliya ye.
Şerma keçikê zêdetir bû ji şerma revî û çû ji kurik re jî got êdî tu teyfika vala bîne mal.

Ez bi vê halê wê pir kêfxweş bûm û navê wê jî hîn bûbûm. Min teyfika wan vala kir û min şekirek din jî da Serdar û piştê ez ji Serdar hîn bûm ku ev xwarin ji mala Hecî ‘Elî hatiye min ew verê kir mal.

Esliya, Esliya bû navê karikxezala dêmqemer. Nizanim çi bû bi min dilê min êdî bi hawayek dî lê dida,ez derbasî hundir bûm lê êdî nikanibûm xwarinê bixwim. Min çû desmêj girt ji bo hinek teqlê min sivik bibe lê dîsa jî derbas nebû. Min dest bi xwendinê kir dîsa ew giranî ji ser min ranebû. Min nêrt nikarim bidebirim ez dîsa çûm mizgeftê hê ji ezanê re nîv seet mabû.

Piştê nimêja îşayê Hecî ‘Elî ez vexwerî mala xwe kirim, minê qebûl nekira lê ji bo xatirê çavên ‘Esliyayê ez çûm mala wî. Min ‘Esliya dîsa dî îcar fediya wê kêm bûbû lê ji fediya dikir rûyê min bişewitiya ewqas sor bûbûm. ‘Esliyayê bi devek bişirînî em vexwerî hindir kirin û ji holê wenda bû.

Lawê Hecî ‘Elî û bûka wî di qezayek de miribûn herdu neviyên wan jî di stiyê wî û jina wî xaltiya Mewlê de mabûn. Dema qeza kiribûn ‘Esliya 16 Serdar jî 4 salî bûne va bûye sê salê wan e ku mirine.  Wê şevê bi dilekî ku ji nêzbûna wê dikir ji qefesa singa min derkeve ez çûm mal. Xew neket çavên min. Hetta derengê şevê min di xeyalên xwe ‘Esliya kir mêvan.

Îro dîsa min ew dî li ber kaniyê li min dinêrt. Ez dîsa çûm min vexwar, êdî ji min fedî nedikir min jî fedî nedikir ez bawer im ezê di nêz de jê re bêjim dilketime wê.

Dilbirîn Dilo

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Werza Tazî

(1) Di bin asîmanê teyî hênik da Em bi alafa pirtûka te ya pîroz Têne …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.