Çarşamba , Nisan 21 2021

Dîroka Şanoya Kurdî

Berî hefteyekê, ”Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê” bixêrhatina şanogerê nasdar, nivîskar û dramaturgê kurd, Çetoyê Zêdo kir. Zêdo kitêba xwe ”Dîroka Şanoya Kurdî” îmze kir û semînerek li ser heman mijarê da. Gelek kes beşdar bûn û pirsên cewaz jê kirin.

Rêvebirê kitêbxaneya kurdî, Newzad Hirorî, bixêrhatina mêvanan kir. Li ser cî û nirxê karê şanoyî û hunerî qise kir. Giringiya wê ji bo me kurda anî zimên. Helbestvan Serkan Brûsk jî, Çetoyê Zêdo bi mêvana da nasîn. Ji hêla huner û nivîskariya wî, nirxandinek kir. Paşê mafê axavtinê da Zêdo.

Pirtûka ”Dîroka Şanoya Kurdî” bi keda du kesan, Çetoyê Zêdo û hevalê wî Yavuz Akkuzu hatiye holê. Kitêb li Istanbulê, sala derbasbûyî derket û belav bû. Zêdo dibêje, di afirandina kitêbê de, ne tenê keda wî û Akkuzu heye. Nivîsên gelek nivîskar û şanonasên mîna Ferhad Pîrbal, Mahroo Raşidîrostamî, Shwan Jaffar, Lucina Japharova, Birayîm Ferşî, Cafer Sarikaya, Erebê Şemo, Mirazê Ûzo û Kemal Mezher Ehmed di kitêbê de cî girtine û bi vê keda hevbeş, dîrokek yekgirtî hatiye pê.

Dîroka Şanoya Kurdî a nûjen, bi şanonameya Evdirehîm Rehmî Hekarî, ”Memê Alan” ku di hejmara kovara Jîn a 1919 an belav kiribû, dest pê dike.

Wê demê, bilindbûna rizgariya netewî û avabûna dewletên netewî li welatên cînar, ên bin destê Osmaniyan, bandorek mezin li ronakbîr, rêvebir û maqûlên kurda jî dike. Mîna gelek netewan, komeleyên kurda jî li Istanbulê û cihên din ava dibin, kovar derdikevin. Li xwedî derketina li nasname û çanda xwe sor dibin û xebatên siyasî li Kurdistanê bilind dibe.

Piştî avabûna komara Turkiyê, ji ber sedema neteweperestî û siyaseta hişk li dijî kurda, mecalên kar û xebatê li Anadolê namîne. Dewlet, çalakiyên ronakbîrî û siyasî li bakurê Kurdistanê, bi şikandina serhildanan re, qedexe dike, pê re kar û xebatên çandî û hunerî jî radiweste.  

Hejmarek ronakbîrên ji başûrê welêt ku li Istanbulê bi karên wiha mijûl dibûn, piştî hilweşandina imparatoriyê, avakirin û şîdeta komara nû, derbasî başûrê welêt dibin. Bi taybetî li herêma Silêmaniyê, kowara diweşînin, komên hunerî ava dikin û giraniyê didin karê rêxistînî. Tecrubeyên xwe bi xelkê xwe re parvedikin. Bi taybetî keda kesên mîna Hacî Tofîq Pîremêrd, Ismaîl Heqî Baban, Refîq Hilmî, Emîn Zekî Beg û gelek kesên din nikare bê jibîrkirin. ”Komela Zanistî Kurdan” yek ji wan organîzasyona ye ku, wê demê ji bo perwerdê bi xebatek bilind û nirx rabûye.

Di 1915-1938 an de gelek bûyerên nexweş rû didin. Pirkûjî dibin û gelên herêmê bi hişkiyek kesî nedîtî û êşên mezin tên beramberî hev. Bi deh hezaran mirov, gund û bajar, malên xwe bi cî dihêlin û felata xwe di penaberiyê de dibînin. Beşek ji kurda jî derbasî aliyê Rûsyayê dibin û li komarên Sovieta berê belav dibin. Bi piştgiriya şoreşê û çalakiyên xwe tên meqamên cewaz. Beşek ji wan jî dikevin ber xezeb û hişkiya rejîmê. Bi wext re, kurdên li komara belavbûyî, ji bo pêşxistina ziman, çand û hunera kurdî xebatên lê hêja dikin û berhemên girabûha diafirînin. Şanogerî pêş dikeve û şanoname tên nivîsîn, derdixînin ser dikê.

Bi taybetî piştî cunta 12 îlona 1980 î gelek ronakbîr û hunermendên kurda derdikevin derveyî welêt, li welatên Europayê bi cî dibin. Li vir ji hêla şanoyê ve xwe pêş dixînin. Perwerdê dibînin, koman ava dikin, şanonameyan dinîvisînin û dilîzin. Li Europayê jî xebatên hêja tên kirin.

Şanoya Kurdî, bi azadiya kurda û demokrasiya li perçeyên welêt re, dem hatiye rawestiya ye, li gorî rewşê pêş ketiye, rengê netewî girtiye. Li Rusya û Europayê jî karên giranbuha hatiye kirin.

Di dema me de, şanogerên xurt û çalak li her çar aliyê welêt, li Rûsya û Europayê zêde bûne. Şanonameyên hêja tên afirandin. Di rêvebiriya dramaturg û lîstikvanên profesyonel kar dibe. Şano û şanokariya kurdî pêş dikeve û ji bo ku cihê wê bilind bibe, pêwîstiya xwe piştgiriyê heye…

Gabar Çiyan

About Adem Murteza

Adem Murteza

Check Also

QUMARBAZ

Di gundekî de zilamek dewlemend xwedî  maşîne hebû. Her roj  rêwiyên gund dibir bajêr û …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir