Sêşem , 27 Cotmeh 2020

Dîroka Muzîka Kurda

Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû.  Lê ne wisa bûye, dîroka muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye.

Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera B.Z. 280-P.Z. 130 salan de xwedî hukim bûye, li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve nexweşîya qenc kirine. Yek Avger e û tê gotin ku yekem car wî muzîka gelêrî saz kirîye. Ya din jî Îbrahîm Musûlî ye ku li Bexdayê hunera xwe pêşkeşî Harûn El Reşîd kirîye û dibistana yekem ya muzîkê vekirîye.

Paşê, Îshakê kurê Îbrahîm Musûlî, li Musûlê pergala Avger berfireh dike û şiklê melodî û ahengê, form û pergala deng lê bar dike, digihîne şagirtên xwe. Yek ji wan şagirtan Yehya Elî, yê din jî Ebû Feyz Bîn Amed bûye. Şagirtê wan jî Farabî bûye û Farabî bi navê Rîsaleyê Kebir qaîdeyên muzîka Kurdî bipergal dike. Piştî waxta, him di qesrên Osmanî û Hîndûyan de, him jî li Bexdayê, di qada perwerdayîyê de em rastî Evdilkerîm Meragî tên. Piştî Meragî, Zîryab dertê pîyasê ku ew jî muzîka rojhilatê birîye Endulûsê. Dîsa tê texmînkirin ku di sedsala 13. de mûzîka Kurda xwe di dergahên dewrêşan de nîşan daye. Lê piştî salên 1300 de baskê muzîka Kurdî ya qesrê winda dibe, tenê muzîka ku di nav xelqê de îcra bûye dimîne. Ew sal idî salên îstîlayê ne û şans û şertên ku Kurd bi dînamîkên xwe ve muzîk çêbikin namîne. Ji vî demajoyê şûnda muzîka Kurda idî li hêvîya dengbêjan dimîne. Lê hin lêkolîner, di mayîna muzîka Kurdî de para lorîna dayîkan û feqîyên ku di medreseyan de muzîka olî afirandine jî işaret dikin. Jixwe di dîroka merivahîyê de jî xûyaye ku muzîka yekem ya olî ye. Wekî ku me got, Avger û Îshak Musûlî Êzdî bûne û di serdema xwe de însana bi muzîk ve qenç kirine. Lê divê ji bîr nebe ku gelek berhem û çavkanîyên muzîkê, dema îstilaya Moxolan ya ser Îranê de, di sala 1258an de gava Bexdayê tune dikin, winda dibe.

Çanda devkî (zarkî)

Her çiqas Kurd xwedîyê çandek in ku dirêjê sedselan bûye, lê ji ber ku bikaribin pêşveçûyînek serbixwe înşa bikin, nebûne xwedîyê avahî û yekitîyek sîyasî. Bi taybetî piştî Şerê Yekem ya Cîhanê bûne mehkûmê parçemayînê. Ji ber zext û zorên li ser wan, ji ber koç û koçberîyê, zargotin, muzîk û çanda devkî, ji bo parastina nasnemeya neteweyî, dibe xwedîyê rola yekem. Jîyana Kurda, devokên cûrbecûr, guhertinên civakî, tev bûne mijara vê çanda folklora dewlemend û her wiha xwe gîhandine nifşên nû. Ne tenê bûyarên dîrokî, her tiştên qewimîne, wek berhemên epîk, qehremanî, pevçûn, destan, çîrokên lîrîk, hêjayên mîstîk û bi giştî rituel, tev qeyd bûne û bi saya muzîkê ve di hefizeya kolektîf ya civakê de cîh girtine. Her wiha muzîk bûye amûra yekane ku hêjayên civakî û kevneşopan bigihîne nifşên teze û li ser pêyan bigre.

Ji ber ku di Kurda de edebîyata nivîskî gelek kêm maye, berhemên çandî bi piranî bi devkî gihîştîye roja îro. Lê nayê zanîn ku çavkanîya edebîyata devkî kê ye û kîngê hatîye gotin. Ji bo vê wek anonîm hatîye qebûlkirin. Çavkanîya bingeh ya edebîyata devkî, eşq, şer, jîyana rojane, têkilîyên eşîra, şerên Kurda yên bi xerîban re, koç, qehremanî, jîyana xwezayî û dewlemendîya mîtolojîya Mezopotamyayê ye. Mijara vê edebîyata dewlemend zarên êtîm, qehremanên ku bi rojan şer kirine, tirsonekên ji rovîyan cambaztir, egidîyên xortên Kurda, keçên ku xwe ji xorta girtine, kal û pîrên ku erd û ezman li hev anîne, mîrên baş û nebaş yên meraqlîyên nêçîrê, pêşengên ku li hember dijminan şer kirine, têkilîyên di navbera aşiqan û mînakên îxanetan e.

Her wiha jîyana xelkê ku tenê bi zargotinê ve xwe îfade kirine de muzîk, di qadek gelek bilind û girîng de cîh girtîye. Helbet sedema vê bi giranî, ji ber şert û şûrtên cûrbecûr, astengîyên li ber bikaranîna zimanê dayîkê ye. Hinek lêkolîner bal dikşînin ser zêdeyîya folklora Kurda. Sedema wê jî bêguman, wek ku me li jor jî got, tunebûna çand û edebîyata nivîskî ye. Çanda devkî yê ku behs dibe jî, bi saya dengbêja heta roja me hatîye.

Lê her çiqas ku giranî û serdestîya dengbêja hebe jî, nayê gotin ku çand û muzîka Kurda bi temamî homojen e. Bi berevajî, gorî heremên ku Kurd lê ne, cihêrengîyên piralî hene. Sedema vê ya bingehîn jî helbet taybetîyên erdnîgarî û hevbandorîyên bi xelq û miletin din re ne.

Taybetîyên Kevneşop

Muzîka Kurda bi esasê xwe ve anonîm e û ya gel e. Bi giranî derdmend û xemgîn e. Bi destê dengbêja xwe girtîye û belav bûye. Kilam, bi parzemînên ku dubare dibin ve çêbûne. Firqa parzemînan, tenê guhertina gotina ye. Kilam û stiran tev, serî heta binî bi heman halan ve didome. Tê de ritîmên bişahî yên ku herkên kilama biguhurînin tune ne. Lê tenê di destanan de, ji bo aksîyonan, di her beşek de qalibên bi rîtm hene.

Muzîka kevneşop ya Kurda yekdeng e û xwedîyê karektera vokal e. Bi piranî enstruman tune ye, yên heyî jî, jibo bandora peyamê li ser guhdar zêde bike bikar tê û di rolek duyemîn de ye.

Jîyana koçberîyê gelek tesîr li muzîkê kirîye. Hilgêra zozanan, dagera deştan, pîrozkirina zayîna berxan, beranberdan û her kar û barên koçerîyê bûye mijara muzîkê.

Muzîka Kurdên çîyayî û yên bajarî jî cûda ye. Di muzîka çîyayîyan de meqamên teqildar û enstrumanên wek bilûrê heye. Lê muzîka bajarîyan aramtir e û bi saz e.

Meqamên ku bi kar hatine yên wek rast, newrozî, kurdî, çargeh û hîcaz in. Dikare bê gotin ku muzîka Kurda hevpar û şirîkê meqamên Rojhilata Navîn e.

Awaza muzîka Kurdî, dikare di her dereceyek de destpê bike, lê bi dengê bingeh ve temam dibe. Awaz, bi giştî zirav, bi teqil û xulxulandin e. Jixwe di pîvanên kilaman de es jî tune ye.

Hin Enstruman

Bilûr; piranî bi darê qeysîyê çê dibe û enstrumanek hevpar ya hemû miletên Rojhilata Navîn e. Di Kurda de zêdeyî dengbêjên Kurdên Yêrîvanê bikar anîne. Dengek nerm e û nêzî rengê dengê însana ye. Zirne; bi giştî pergala mirtiba ye û bi dahol bikar tê. Duzane; celebek zirne yê bi duqamûş e û li herêma Behdînan de bikar tê. Tembûr; wek saza Kurda tê zanîn. Bi zêdeyî Kurdên Sûrîyê û İraqê bikar tînin. Santûr; wek qanûnê ye lê têlên wê kêm in, bi darek ve dixebite û enstrumana Kurdên Îranê ye. Def (Erbane); bi du celeb e û li ser tarê zengil hene. Him di ayînên dewrêşan de, him jî bi kilama ve bikar hatîye. Dahol; di her heremê de bi kar tê, di destpêka xwe de zêdeyî ji bo bangê û ragîhandinê bi kar hatîye, îro tenê di dewat û dîlana de, bi zirne ve bikar tê. Rebab; kêmtêlek wek kemençê ye û li herêma Botan bi zêdeyî bi kar tê. Keman; di destê Kurdên Dersimê de tê dîtin û gorî çavkanîyan heye ku ji Ermenîyan hildabin. Qirnata (klarnet); ji herêma Dersimê û Elezîzê ye. Û saz; wek muzîka gelek miletên rohilatê, pergalek sereke ya muzîka Kurda ye jî. Bi zêdeyî di semahan de bikar hatîye lê paşê bûye enstrumanek muzîka nûjen ya polîtik.

Dengbêj û dengbêjî

Kilam, bi qaydê lawje ya muzîka folkê tê xwendin. Lê bi maweyên xwe kin e. Hevokên dîyar ya qaîdeyan û mijaran heye. Lê di kilamên dengbêjan de taybetîya bingeh, serpêhatî ye. Meqam tenê alavek e ku guhdar pê bikeve bin bandora çîrokê. Di heman demê de meqam, xêva dengbêj bihêz dike û zindî digre. Dengbêj bi meqaman ve atmosfera bûyarê ava dike û pê guhdaran rageş dike. Huseyînî, ûşak û hîcaz meqamên sereke yên kilaman e.

Usûla xwendina dengbêja resîtatif e. Dengbêj bi vê usûlê ve kelîme û hevokan li ser hev lod dikin. Xêncî vê bi Evdalê Zeynikê ve, perwerdekirina şagirtan, wek qaîde û kevneşopîyek teze dikeve çanda devkî. İdî her dengbêjek çend şagirt bi xwe re digihîne. Jixwe huner û kevneşopîya dengbêjîyê her wiha li ser xwe maye.

Bi gorî çavdêrîyên lêkolîneran, sê cureyên dengbêjan heye: Yek ji wan dengbêjên xelqê ne, ji nav xelqê derketine û bi xelqê re mane. Efsane, mîtolojî û serpêhatîyên xelqê gotine. Yê duyem, dengbêjên dîwanan bûne, dîwanên axa û began, mîr û paşayan de gotine. Cureya sêyem jî dengbêjên gerok in ku gund bi gund gerîyane.

Hunera dengbêjîyê bi giştî di şevbihurkan de icra bûye. Şevbihurk, bi taybetî di şevên dirêj yên zivistanan de, him di dîwanên axa, beg û paşayan, him jî di cimaetên gundan de saz bûne û di wan şevbihurkan de carna dengbêj ketine lecê. Leca dengbêjan car hebûye sê çar rojan, car hebûye şeş heft rojan domandî ye. Di dîroka dengbêjîyê de du lecên ku en zehf tên zanîn û îro jî hê behs dibe, ya Evdalê Zeynikê û Gula File û dîsa ya Evdalê Zeynikê û Şêx Silê ye. Kilamên cûr be cûr yên van herd leca hê jî tê gotin.

Di kilaman de aktorên nebaş kor û seqet, yên baş û pak jî tîtal û çelengên xorta û siwarên hespên baş in. Em dikarin bêjin “Metê” ku kilameke Evdalê Zeynikê ye û ji Şeroyê Biro hatiye bihîstin, yek mînakê vê taybetîyê ye. Dengbêjên dîwanan yên mîr, paşa û began bi zêdeyî qehremanî û serpêhatîyên mîrên xwe, dîroka eşîra û pevçûnên di nav wan dexistine mijarên kilaman û qeydan. Jixwe ji bo ku serpêhatîyên wan qeyd bibe mîr, beg û paşa dengbêj hildane bin bask û dîwanên xwe. Mesela Gula File dengbêja Surmelî Memed Paşa bûye, Evdalê Zeynikê berê dengbêjê Hesen Begê Sîpkî bûye, paşê ew jî çûye gihîştîye Surmelî Memed Paşa, dîsa Şêx Silê dengbêjê Tarxan Begê Qelenîyê bûye.

Dengbêj muzîsyenên profesyonelî nebûne, bi peretî kar nekirine. Lê pêdivîyên wan ji alî cimaeta wan, yan jî ji alî mîr, paşa û begên dîwanê ve hatine tedarîkkirin. Herwiha hewce ne dima ku dengbêj bixebitin. Kawîs Axa, Şêx Silê, Gula File û Evdalê Zeynikê wek mînak in.

Bi taybetî li Serhedê gava ku behsa dengbêja dibe, du navend tê aqilê guhdara: Yek sêlinga gola dengbêja ne, ku di navbera İntab, Milazgir û Qereyqazî de peyda ye. Evdalê Zeynikê, Gula File, Bedîhê Çavşûşe (Bedîhê Kor), Ferzê, Reso, Şakiro, Tahiro, Zahiro, Mistefayê Xelê Heyran, Mistefayê Çiftborî, Mihemedê Canşah, Mihemedê Xilxile, Mihemedê Beyro, Mihemedê Panîyê, Hecî Evdilkerîmê Panosê, Nesoyê Zado, Evselamê Koşkê, Nûroyê Meter, Ahmedê Heliksan û gelekên din dengbêjên vî golî ne.

Navenda duyemîn jî bêguman Radyoya Rewanê ye. Radyoya Rewanê bi serê xwe navendek zexm ya dengbêjîyê ye. Esas meriv dikare bêje ku Radyoya Rewanê ne tenê navend bûye, di heman demê de wek dibistanek rol leyîstîye.

Radyoyên Rewanê û Bexdayê

Piştî salên çil û pêncîyan, li Rewana Ermenîstanê û li Bexdaya İraqê, radyoyên dewletan cîh dane beşên Kurdî û her wiha cara yekem bi Kurdî weşan çêbûne. İdî Kurd dengbêjên xwe, kilam û çîrokên xwe, derd û kulên xwe, deng û behsên xwe bi zimanê xwe guhdar kirine. Tesîra radyoyan li ser civak û cumaeta Kurda gelek zêde ye û divê sosyopsîkolojîya vê tesîrê bibe mijara gotarên zanîstî. Piştî Rewanê û Bexdayê li Ûrmîye, Kîrmanşahê, Qahîreyê û Tehranê jî weşanên Kurdî destpê kirine. Lê ya herî bi bandor bêguman Radyoya Rewanê ye.

Radyoya Rewanê, bi piştgirî û destûra Yekitîya Dewletên Sovyet yên Sosyalîst ve, di sala 1955an de li Rewanê dest bi weşanê kirîye. Weşan, heftê de çar roj, bi qasî 15 deqe wek test destpêkirîye. Piştî du salê radyoyê temam dibe, Hikumeta Ermenîstan û Yekitîya Sovyetê, di sala 1957an de ji bo rêvebirîya radyoyê komîsyonek ava dikin û serkarîya radyoyê didin Xelîlê Çaçan (Xelîl Muradov). Xelîlê Çaçan evî karî heta sala 1981an bi rê ve dibe. Xelîlê Çaçan, bi xebatên xwe yên qedirbilind ve 1800 kilam qeyd kiriye û hemû taybetmendîya folklora miletê xwe gîhandîye guhdarên radyoyê. Gava ku behsa Xelîlê Çaçan û Radyoya Rewanê dibe, meriv spîkera bi navûdeng Eznîva Reşîd ji bîr neyîne nabe. Eznîva Reşîd, spîkera yekemîn ya zimanê Kurdî ye û heta salên 1982an, bi qasî 27 salan, dengê xwe gîhandîye guhdarên xwe yên ezîz. Îro kesên ku emrê wan ji çil salî zêdetir be, hema bêje herkesê ji wan, qet nebe carek bûye guhdarê dengê Eznîva Reşîd û bi anonsên wê gelek dengbêj nas kirine û ji wan hez kirine. Eznîva Reşîd, her wiha di hêlûna dilê miletê xwe de cîh hilda ye.

Lîsteya dengbêjên Rewanê dirêj e. Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Meryem Xan, Aram Tîgran, Sûsîka Simo, Zadîna Şekir, Aslîka Qadir, Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Fatma Îsa, Egîdê Têcir, Neçoyê Cemal, Mecîdê Silêman, Şebabê Egîd, Belga Qado, Dawûdê Xilo, Ahmê Çolo, Asa Evdal, Xana Zazê, Şiblîyê Çaçan, Mirazê Egîd, Werda Şemo û gelekê din li ser vê radyoyê gihîştine dilên guhdarên xwe. Xêncî dengbêjan divê bilûrvanên wek Egîdê Cimo, ku jê re gotine “mîrê bilûrê” û Xelîlê Evdile jî ji bîr bê. Şamilê Beko jî jxwe bi zirne ve hunera xwe xebitandîye.

Radyoya duyem ya Bexdayê ye. Weşana beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê, dikare bê gotin ku xwedîyê weşana yekem ya Kurdî ye. Di sala 1939an de vedibe. Du sê salan rojê carek tenê 15 deqe diweşe. Paşê, bi salan hey zêde dibe û digihîje 2saet 45 deqeyan. Mihemed Arif û Hesen Cizrewî, Hesen Zîrek, Mihemed Şêxo, Elî Merdan, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Eyşe Şan, Îsa Bervarî, Kawis Axa dengbêj û hunermedên sereke yên Radyoya Bexdayê ne. Di nav hunermendên Kurmanc yên jin de Meryem Xan e ku yekemcar plak derxistîye.

Radyoya Bexdayê her çiqas berîya Radyoya Rewanê dest bi para Kurdî kiribe jî, bi qasî radyo û dengbêjên Rewanê tesîr li civak û cimaeta Kurda nekirîye. Di Radyoya Bexdayê de hin enstrumanên muzîka Ereban jî carna bikarhatîye, lê di Radyoya Rewanê de tim bilûr, meya, carna zirne ku tenê enstrumanên muzîka Kurdîya folklorî ne, bikar hatine. Kilamên wek Lawikê Metînî, Filîtê Kuto, Hekîmo, Baro, Koçero, Keleşo, Dîno Lawendo, Metê, Xozan Daxê, evînên wek Sîyabend û Xecê, Mem û Zîn, Memê û Eyşê, destanên Dewrêşê Evdî, Hemê Mûsê ku li ser meqamên kilaman, bi hunera dengbêjan li dîwan û cimaetên Kurmancan de digerîyan, idî bi radyoyan ve hingî diçû di nav milet û dûrahîyan herêman de berfirehî belav dibûn. Her wiha, bandora radyoyan him li ser guhdar, cimaet û civakê, hem jî li ser hunermend û dengbêjan de gelek mezin bûn.

Dawîng

Dîroka muzîkê kevn e. Meriv li ser hûr be dikare heta çar hezar salên berîya zayînê here. Lê divê bê gotin ku muzîk, bi seremonîyên olî, bi îbadetên oldaran ve ketîye jîyana civaka. Mûzîk ancax piştî serdema nêçîrvanîyê, bi destpêka serdema cotkarîyê ve, xêncî îlahî û lavlavîyên olî, hes, çîrok, destan û efsaneyên beşerî xistîye mijara xwe.

Her wiha dîroka muzîka Kurda jî, wek yên hemû medenîyatan, bi destê oldar û dewrêşan ve çêbûye. Lê di folklora Kurda de taybetmendîyek din jî heye, ew jî lorîna dayîkan e. Lorîka dayîkan û jinên ku di şînan de li ser mirîyan stirane (ji wê ra dibêjin ”nivatine”), bûne serateyek din û bingeh ji muzîka folklorîk re. Her wiha lorîn û lîyanên dayîkan, ketine qalibên meqaman, bûne kilamên dengbêjan, li ser pişta pêlên nifşên teze siwar bûne, ji kûrahîyan dîrokê filitîne, hatine gihîştine me. Xwedêkirî hatine…

Çavkanî

  1. Geleneksel Kürt Müziğine Genel Bir Bakış, N.N.Çelebi, V.Yıldırım, A.G.Ataş, www.cafrande.com
  2. Sê Radyoyên Girîng di Dîroka Kurdan de, R.Xelîl, www.candname.com
  3. Dîya Min, Gulsoz Ucê, Kovara Buhar
  4. Antolojîya Dengbêjan (Şakiro), Ö.Güneş, İ.Şahin, Nûbihar
  5. Şaîrê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê, Ahmed Aras, Akyad
  6. Kilam û Jin, T.Çiftçi, Nûbihar
  7. Fehmi Atmaca, Mala Dengbêja, Agirî
  8. Dengbêj Tefik Deniz
  9. Dengbêj Hikmetê Panîyê

 

Li malpera Riataza hat standin

Nivîskar: Zerdüşt ÖZTÜRK

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Lîstika Çîçû bi Zazakî hat pêşandan

Kêşeyên zaravayê zimanê Kurdî Zazakî, ligel zor û zextên li ser wê, vê carê bi …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.