Heşt hezar sal zerduşt şûn xwe ve hişt
Du hezar û pazdeh sal derbas bûn piştî Îsa yê mesîh.
Hezar û çarsad sal piştî Pêxember ê dawîya pêxamber a,
Pêxember ê axrê zemên..
Û ji avabûna gerdûn ê ve bi milyonan sal..
Her wek habîl û qabîl berdewan ê kûştin û fitnê û fesadî.
Bêbextî, zordarî, xiyanet ,
Qetl û bê vijdanî.
Ji pêsîra dayika , ji dergûşan veqetandin zarok.
Hê şîrê ku heqê wî bû nêvexwart.
Çi dinyakê bê wefa û her cefa yê wey bawo..
Çend cejn û sersal çê bû û dîsê
Kuştin nê hatê kustin.
Wallê ezraîl jî westîya û fedîkar ê ji ber standina rihê zarokên şa nê bûn.
Rojêk xweşî me nê dî û çû..
Sal derbas bûn ,
Rewş û jiyan û kes cuda bûn
Lê;
Qeder û nivîsa li ser anîya nêhatê paqij kirin
Çend pênus şikestin xwedê zanê
Heya hatîye nivîsandin çarenûsa zarokê welatên ku buhar jê hatî veşartin.
Wey loo, wey lê…
Bist û pênç hezar pêxember
Ne sekinand mirina bêzar..
Zarîna zarokan ji gohan nê ket.
Dil pirçikîn din nav lingê bêşeref û bênamusa
Nê wateya heskirinê hiştin nê mirovatî..
Mafê kes î ji kes î re namînê.
Nê li vir nê li dinyaya dî..
MİHEMED GERCEWSÎ
31.12.2015
Peyvên SerekeHelbest mirin rok Wêje zarîn Zarok
Check Also
Vladimir Propp – Folklor/ Teorî Û Dîrok (Kurtasî)
Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an …