Dîroka Dîtina Xirabreşkê

Di 1986an de pê hesiyan ku di bin erdê wan de bermayiyên dîrokî hene

Xirabreşk ango Göbeklîtepeya Rihayê îro di lîsteya mîratên çandî ya UNESCO’yê de ye. Lê çîroka kifşkirina perestgeha herî kevn a dinyayê bi saya gundiyekî cotkar dest pê kiriye.

Perestgeha herî kevn a dinyayê Xirabreşk bi awayekî zanistî cara ewil di sala 1993an de hate kifşkirin.

A rast gundî di sala 1986an de, pê hesiyane ku ev der cihekî biqîmet e lê nekarîne derdê xwe bigihînin cihekî.

Piştî ku Arkeologê Elman Prof. Dr. Klaus Şimîdt(Klaus Schmidt) kevirên ku gundiyan anîbûn, dîtin, kifş kir ku li qadê bajarekî kevn heye.

Beriya xebatên arkeolojîk jî xelkê herêmê dizanibûye ku ev der cihekî pîroz e û ji vê derê re digotin “Girê Mirazan”.

Li gorî xebatên pisporan ev der 12 hezar salî ye û ji piramîdên Misrê jî kevntir e.

Îro Xirabreşk di lîsteya UNESCO’yê de ye.

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply