Dîroka Dilovan Dilo: Efrîn, Dîlok û Yazixan

Li Ber Nîsanê…

Ez Dilovan Dilo, ji Efrînê me, 16 sali me. Xwedê nesîb bike bi payizê re dikevim 17an.

Malbata me penc kes in; ez, du bira, dê û bavê min.

Welatê min li hev ketiye, di welatê min de herb derketiye, agir dibare li ser erda me. Rojek tuneye ku agir û mirin û birîn di welatê min de dewam neke. Ne roj tîna xwe zêde dike ne jî derd û kulên me kêm dibin.

Di hêlekê de mirin û hêlekê de xwarin, vexwarin û kirin. Min ji diya xwe re got: “Wiha nabe, ez ê herim Tirkîyeyê, bişuxilim, pereyan qezenc bikim, tişt û miştên kirin û xwerine bikirim.”

Diya min a diltenik û dilnerm pirr ber xwe ket û got: “Kurê min, tu nikar î, tu hîn biçuk î, zarok î.”

Min got: “Daye can, ev halê me, na tu hal e. Mirin jî riziq jî ji Xweda ye. Gava ku mirin hat, ser seran û ser çavan, bo riziq jî em ê herin û bigerin.”

Mecbûr ma dayika min a dilovan. Dengê xwe nekir. Min fêm kir.

Hevalekî min hebû, berê diçû Tirkîyeyê. Dewr û dewran, rê û rêç, şixul û mercên Tirkîyeyê dizanî bû. Li ber nîsanê em çûn bajarê Mêletî û navçeye Yazixanê.

Em her du heval nêzîkî meheke şixulin. Ma karê mişmişan dikir; me mişmiş ji daran jê dikir, dida hev û radixist.

Di vî şixulî de min hevalek jî nas kir. Nave wî Betêl bû. Ew jî Kurd bû. Temenê wî ji temenê me zêdetir bû, ser sî salî re bû. Şixul xilas bû, me pereyên xwe hilgirtin. Hindik ma bû ku em rêkevin hînga Betêl pêşnîyazek ji me re kir.

Got: “Hevaltî û şixulê wê pirr baş e. Hûn dikarin gavantîye ji me re bikin?”

Em şaş mabûn; çimkî me tiştekî wiha nadipa. Me pereyên gavantîye jê pirs kir.

Wî got: “Meha wî îşî 900 tl ye.”

Ev pêşnîyaz bi xweşîya me hat. Me pêşniyaza wî qebûl kir.

Me ji wî pirsî: Hûn çend gavanan dixwazin?”

Betêl got: “Yek têra me ye.”

Hevalê min got: “Ez ê karekî din bikim, tu vê gavantîyê bike.”

Ez pirr kêfxweş bûm. Em li hev hatin û bi Betêl re destên hevdu girt.

Li Ber Gulanê…

Baş bû hatina min ji Efrînê. Pereyên min yên ku min ji mişmişan qezenc kirin min da dê û bavê xwe. Heta wextekî ew perê têrî xwarin û kirina dê û bavê min e.

Niha bihar e, nîsan e, berî gulanê ye. Ji çar û pênc mehan şûn de payîz e, ez ê têkevim 17 salîye xwe. Ber gulanê, ez cîwan im. Pêşiya min payîz e. Agir ketiye welatê min. Welatê min, Efrîn e. Agir ketiye dilê dayika min û dilê bav û birayên min. Agir ketiye dilê min. Ez, Dilovan Dilo, diherim Yazixanê, gavantîya cêlakan bikim, ber gulanê. Ciwan im; heke ku ez kevir biguvêşim ez ê avê ji jê derxînim. Agir ji dilê min der tê. Dîsa jî ava di şixulê min de der dikeve, nikanê agirê dilê min vemirîne.

Ez Dilovan Dilo, di cîwantîya xwe de çawa bûm miltecî, sewê çi bûm bêwelat, ji bo çi şewitî Efrîna min. Di zarokatîya xwe de bûm gavan û ketim ber destan.

Ez ê herim Yazixanê, gavantîyê bikim ji Betêl re, pereyan qezenc bikim, dê û bav û birayên xwe mêzî kim.

Li ser pîya diherim û têm. Nikarim kesekî re tişteki bibêjim, destên xwe vekim, rûreşî yê bikim. Di ciwantîyê xwe da bûm parsek.

Dizanim, her tim ciwan im li ber gulanê. Pêşiya min payîz e. Payîz, yanî Efrîn, zaroktîya min î wenda bûyî û pelên zerîn.

Kê ez îstîsmar kirim, xêr e ketim wî halî, ji ku têm û bi ku de diçim?

Qet pê nizanim û yê pê dizanin jî winda bûne mina zaroktîyê min, çûne mina hevalên min û mirine mina mezinên min. Xilas bû xeyala min, tarûmar bû ‘kerê min î xwelîyê.’

Ez ê herim kulavê şivantî û gavantîyê li xwe kim, dê û bav û birayê xwe mêzi kim. Axx! Ez, Dilovan Dilo, nemrim.

Dilê min di nav bera Efrîn û Dîlok û Yazixanê de diçê û tê, birînên xedar direêse.

Ez, Dilovan Dilo, li Efrîna şîrîn ji dayik bûm lê dûr ketim ji welatê şîrîn û dayika delal. Tî û birçî ji Dîlokê ketim rê, tim jî çavrê.

Ber Gulanê, berê xwe bervê Yazixanê dikim. Cêlek benda min in, yanî gavantî, ji Efrîna şîrîn û dayika delal dûrketî.

Rê li ber min teng dibin. Dilê min diguvişe dinyê, di dinyê de jî Efrîn. Zaroktîya min winda dibe. Dîlok, agirekî tîr û tund diberde dilê min. Yazixan, cihê gavantîya min, kulavê şivantîya min. Dîrok, ûciz û erzan.

Hêstir di dilî min de kêm nabin. Her ku diçe, rê dirêj û hêstirên di çavên min de zêde dibin. Ber min gulan. Gulên dilê min diçilmisin, hişk dibin sitrîyên gulan, bixwîn dibe axê gulan. Ez Dilovan Dilo, di Dîlokê de hûr dibim, xêmgîn dibim û dûr dikevim.

Kes min nizanê, pê nahese. Ez ber nîsanê karkerê mişmişan im, ber gulanê gavan im, di berê de û pişt re miltecî, yanî bêxwedî û bêwar.

Wextakê Efrînka min hebû, ew kete nav êgir, gurên hov û kuçikên har ketin nav me. Ji wê şûn de jî însan har û dîn bûn. Ji xwe dûr ketin û bîr kirin Dilovanîya xwe.

Ez Dilovan Dilo, ji Efrînê ketim rê, berî gulane devê xwe bervê Yazixanê kir. Pîr bûm, pîr kirin mirovên min, însanên we. Pîr bûm û çûm.

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply