Şemî , Sermawez 18 2017
Malper / Forum / Nivîsxane / Dirikê

Dirikê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Keçikek hebû. Navê wê Dirikê bû. Rojekê Dirikê û jinbira wê ji bo ku cila/kinca bişon diçine serê kaniye. Ji bo ku ava cila germ bikin jinbir ji Dirikê dixwaze ku here darik û qirşika bide hev. Dirikê diçê dar û qirşika dide hev. Lê Dirikê dereng dimîne. Dema ku tê jinbir bêbextiyeke dixê stûye Dirikê. Her çiqas Dirikê vê bêbextiye napêjirêne jî jinbir gotina xwe biser ya Dirikê dixe. Dirikê bêçare dimêne û digirî. Piştî ku biraye Dirikê ten ba wan, dibînin ku Dirikê digirî. Sedema giriye Dirikê dipirsin. Jinbir dibêje:

– Min xweha we şand darika lê we çû bi yekî re bênamûsî kir.

Her sê bira diponijin. Dibejin:

– Ka em çi bikin?

Biraye mezin dibêje:

– Em wê bikujin.

Birayê navîn dibêje:

– Em wê nekujin.

Biraye piçûk dibêje:

– A baş em ji vir koçbikin.

Pêşniyara biraye piçûk tê pêjirandin. Her sê biraya morîka xewê bi guhê Dirikê ve dikin. Dirikê di xew de diçe. Piştî razana Dirikê, birayê wê, ji wir koçdikin. Diçin welatekî ku ne ew kesî nasdikin û ne kes wan nasdike. Her du birayen mezin dibin şivan. Biraye piçûk dibe keştîvan.

Gelek dem derbas dibe. Rojekê ji rojan Dirikê şiyar dibe. Li dora xwe temaşe dike lê kesî nabîne. Tajiyekî li ba Dirikê hebû. Cilên xwe amade dike û bi tajî re dimeşe. Tên rastî du şivana dibin. Ev şivan birayê Dirikê ne lê ne şivan Dirikê nasdikin û ne Dirikê birayê xwe nasdike. Dirikê bangî şivan dike:

– Şivanoo, ma we dê û bavên min nedîtiye?

Şivan dibêjin:

– Na.

Duvrerastî keştîvanekî dibe, ev keştîvan jî biraye Dirikê’ye lê hevdû nasnakin. Dirikê jê dipirse:

– Keştîvano ma te dê û bavên min nedîtiye?

Keştîvan dibêje:

– Na!

Ji bêçaretî Dirikê xwe amade dike kû xwe ji serê zinarekî bavêje. Dirikê ji tajîkê xwe re dibêje:

– Tajiyo! Ger ez qahpikbim têye cilen min li vir bihêlê. Ger ez ne qahpikbim tûye cilên min bigihenê dayîka min.

Û dike ku xwe bavêje. Her du şivan û keştîvan hawar dikin da ku Dirikê xwe neavêje. Bi lez ten balê û hînî rewşa Dirikê dibin. Dema Dirikê tiştê hatine serê xwe ji wan re dibêje ew kes xwe pê didine naskirin. Dirikê tînin malê. Dayîka wê dibêje:

– Keça min tu qahpiktî nekiriye, bûka me ev buxtan/nîq ev bêbextî xiste stûye keça min. Tu hevalên keça min ê kurik jî nînin.

Ji bo vê bêbextiya jinbira Dirikê, cezakî giran didine jinbire. Du kerê malikê hebun. Yek birçî hiştin yek tî hiştin. Duvre kerê birçî têr avkirin ê tî têr xwêkirin. Piyekî jinbirê bi kerekî ve kirin û piye dî bi kera dî vekirin. Kerê birçî têr ka û êm kirin û kerê tî têr av kirin. Berê her kerekî dana alîkî û bera kera dan. Her kerek bi lez û bez reviyan aliye xwe. Bi vî awayî jinbir bû du parçe. Dawiya bêbextiya jinbira Dirikê ew xiste du parçe.

Bextê reş, mirovan dike nexweş.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • [10+] Ji bo zarokên 10 salî û berjortir de.
  • Herem: Nisêbin
  • Sal: 2005
  • Berhevkar: Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Zêrka Zêran

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek bi …

Leave a Reply

%d bloggers like this: