Diran û Êşa Diranan

Yek ji pirsgirêka ku îro di warê tenduristiyê de tê kişandin diran û êşa dirana ye. Diran ne tenê haceta xwarinê tenê, lê hacetek girîng ji bedena mirov e jî.

Diran hacetek pir zîz û hesas e. Xwarin û vexwarinên germ û sar, hewa germ û sar jî karin bandorek xerab li diranan bikin û bibin sedema xerabûna wan. Hesasiyeta diranan ji xisardîtina tebeqa bin diranan tê. Xisardîtina wê tebeqa bin diranan dihêle ku diran bê?in, goştê diran xwe berde û diran birizin.

Di vê derbarê de doktorê diranan Onur Ozturk xalên balkêş destnîşan dike.

Çend xalên ku dibin sedema hesasiyeta diranan ev in:

1- Xwarin û vexwarinên bi asît: Xwarin û vexwarinên bi asît dibin sedem ku diran zûtir hesas bibin û ji çapa xwe bikevin. Ji bo ku meriv diranên xwe biparêze û diran zû hesas nebin, divê meriv xwarin û vexwarinên bi asît bi sînor bixwe û vexwe.

2- Temen: Hesasiyeta diranan bi piranî di navbera salên 25-30 de tê dîtin. Di vî temenî de divê mirov diranên xwe biparêze û xwe ji xwarin û vexwarinên ku ziyanê didin diranan bi dûr bixe. Piştî salên 25-30 ger meriv balê nede diranên xwe, êdî êş, rizîn û ketina diranan dest pê dike.

3- Firçe: Bikaranîna firçeyên xelet bandorek mezin li diranan dike. Goştê diranan li ba her mirovî ne wehe kev e. Ji ber vê jî firçeyên cûr be cûr tên çêkirin û divê her mirov firçeya ku li gora hesasiyeta go?tê diranên wî / wê be bi kar bîne. Heger diranên we zîz û hesas bin û hûn firçeyên hişk bi kar bînin, îhtîmalek pir mezin heye ku diranên we ziyanê bibînin. Bikaranîna firçeyên xelet û pir bi hişkî firçekirina diranan zirarê dide diranên we. Hinek bawerin ku firçekirina bi hişkî diranan paqijtir û spîtir dike, lê ev ne rast e. Firçekirina bi hişkî tenê zirarê dide diran û goştê diranan.

4- Zîqandina diranan: Hinek kes di dema aciziya xwe de diranên xwe diziqziqînin û wan bi ser hev de dieciqînin. Pir kes jî hene ku di xewê de diranên xwe bi ser hevde diqiqziqînin û wan bi ser hev de diguvê?in. Ev awe zirarek mezin dide diranan û wan ji çap dixe.

5- Nexweşiyên goştê diranan: Kesên ku nexweşiya goştê diranan bi wan re heye, zûtir raserî hesasiyeta diranan tên. Di nexweşiya goştê diranan de koka diran xwe ji goşt dikşîne û diran bê paraztin dimînin. Ji ber vê jî ketina diranan zûtir rû didin. Herweha ki?andina tûtin û cigara zêde jî dibe sedem ku diran û goştê diranan zirarek mezin bibîne.

Hûn karin çi bikin?

1- Firçeyên ku li gora diranên we ne bi kar bînin û ne bi hişkî, lê bi nermî û nazik firçe bikin. Diran û goştê diranan neêşînin.

2- Balê bidin xwarin û vexwarinên ku hûn bi kar tînin. Xwarin û vexwarinên bi asît zêde bi kar neynin.

3- Diranên xwe bi ser hev de neguvêşin. Heger ev nexweşîya we hebe, herin tedawî bibin. Ji bîr nekin ku zîqandin û guvaştina diranan zirarek mezin dide diranên we.

4- Macûn û dermanên ku ji bo hesasiyeta diranan hatine çêkirin bi kar bînin.

5- Di rizîn û êşa diranan de dereng nemînin û serî li doktorê diranan bixin.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply