Yek ji pirsgirêka ku îro di warê tenduristiyê de tê kişandin diran û êşa dirana ye. Diran ne tenê haceta xwarinê tenê, lê hacetek girîng ji bedena mirov e jî.
Diran hacetek pir zîz û hesas e. Xwarin û vexwarinên germ û sar, hewa germ û sar jî karin bandorek xerab li diranan bikin û bibin sedema xerabûna wan. Hesasiyeta diranan ji xisardîtina tebeqa bin diranan tê. Xisardîtina wê tebeqa bin diranan dihêle ku diran bêşin, goştê diran xwe berde û diran birizin.
Di vê derbarê de doktorê diranan Onur Ozturk xalên balkêş destnîşan dike.
Çend xalên ku dibin sedema hesasiyeta diranan ev in:
1- Xwarin û vexwarinên bi asît: Xwarin û vexwarinên bi asît dibin sedem ku diran zûtir hesas bibin û ji çapa xwe bikevin. Ji bo ku meriv diranên xwe biparêze û diran zû hesas nebin, divê meriv xwarin û vexwarinên bi asît bi sînor bixwe û vexwe.
2- Temen: Hesasiyeta diranan bi piranî di navbera salên 25-30 de tê dîtin. Di vî temenî de divê mirov diranên xwe biparêze û xwe ji xwarin û vexwarinên ku ziyanê didin diranan bi dûr bixe. Piştî salên 25-30 ger meriv balê nede diranên xwe, êdî êş, rizîn û ketina diranan dest pê dike.
3- Firçe: Bikaranîna firçeyên xelet bandorek mezin li diranan dike. Goştê diranan li ba her mirovî ne wehe kev e. Ji ber vê jî firçeyên cûr be cûr tên çêkirin û divê her mirov firçeya ku li gora hesasiyeta goştê diranên wî / wê be bi kar bîne. Heger diranên we zîz û hesas bin û hûn firçeyên hişk bi kar bînin, îhtîmalek pir mezin heye ku diranên we ziyanê bibînin. Bikaranîna firçeyên xelet û pir bi hişkî firçekirina diranan zirarê dide diranên we. Hinek bawerin ku firçekirina bi hişkî diranan paqijtir û spîtir dike, lê ev ne rast e. Firçekirina bi hişkî tenê zirarê dide diran û goştê diranan.
4- Zîqandina diranan: Hinek kes di dema aciziya xwe de diranên xwe diziqziqînin û wan bi ser hev de dieciqînin. Pir kes jî hene ku di xewê de diranên xwe bi ser hevde diqiqziqînin û wan bi ser hev de diguvêşin. Ev awe zirarek mezin dide diranan û wan ji çap dixe.
5- Nexweşiyên goştê diranan: Kesên ku nexweşiya goştê diranan bi wan re heye, zûtir raserî hesasiyeta diranan tên. Di nexweşiya goştê diranan de koka diran xwe ji goşt dikşîne û diran bê paraztin dimînin. Ji ber vê jî ketina diranan zûtir rû didin. Herweha kişandina tûtin û cigara zêde jî dibe sedem ku diran û goştê diranan zirarek mezin bibîne.
Hûn karin çi bikin?
1- Firçeyên ku li gora diranên we ne bi kar bînin û ne bi hişkî, lê bi nermî û nazik firçe bikin. Diran û goştê diranan neêşînin.
2- Balê bidin xwarin û vexwarinên ku hûn bi kar tînin. Xwarin û vexwarinên bi asît zêde bi kar neynin.
3- Diranên xwe bi ser hev de neguvêşin. Heger ev nexweşîya we hebe, herin tedawî bibin. Ji bîr nekin ku zîqandin û guvaştina diranan zirarek mezin dide diranên we.
4- Macûn û dermanên ku ji bo hesasiyeta diranan hatine çêkirin bi kar bînin.
5- Di rizîn û êşa diranan de dereng nemînin û serî li doktorê diranan bixin.
Çavkanî: lotikxane