Dinya di heyama dawîn da zêdetir germ e

Li gor lêkolîneke ku li DYAyê hat kirin, dinya di heyama dawîn da li gor 120 hezar salên dawîn, zêdetir germ e.

Carolyn Snydera ku di Ajansa Parastina Sirûştê ya DYAyê da pispora demsalan e, di lêkolîna xwe ya ku li Zanîngeha Stanfordê kir da daneyên demsalên kurewî yên 2 milyon salî da ber hev.

Di lêkolînê da pîvanên karbondîoksît û germahiyên cur bi cur ên dinyayê hatin emilandin û li ser texmînên ku wê dinya çiqas germ bibe lêkolîn hat kirin.

Di encama xebat û lêkolînan da derket holê ku dinya di heyama dawîn da li gor 120 hezar salên dawîn, zêdetir germ e.

Snyderê diyar kir ku heger sedemên heyî dewam bikin wê li dinyayê germahî 5 pile zêde bibe.

Encamên lêkolînê di kovara Natureyê hat weşandin.

aa.com

Derbar ziman

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply