Dînê Îslamê Dîneke Empatiyê Ye

Empatî; weke kesê ku xwe di şûna yê din ke

Di her bûyerê de cîh gûhertine/ degişkirin e.  Û xwe kirina şûna kesê din e.

Di Qur’ana Pîroz û di hedîsê şerîf de gellek caran me de’wetî empatîkirinê dikin.

Di Sûreya Beqera ayeta 44an de dibêje; “Êrê ma hûn şîreta qenciyê li xelkê dikin û xwe jî, bîra dikin. Di gel ku hûn kitabê (Tewratê)  jî dixwînin ma hûn aqil nagirin.”

Di vê ayete de; bi awakî vekirî dibêje; tiştê ku hûn xelkê ra dibêjin û bixwe jî nekin, ew ne emeleke salîh û rast e.

Dîsa di sûreya Saff, ayeta 2an de dibêje; “Hey gelî yên ku bawerî anîne, ya ku hûn nakin ma çima hûn dibêjin .” Li ser vê yekê Saidê Nûrsê di kitêba xwe ya Sözlerê de dibêje; “ Ê ku nefsa xwe isleh neke nikare nefsa kesên dinan islah bike.” Yanê tiştê ku bêje û di jiyana xwe da tetbîq neke û xelkê ra bêje muwaffaq nabe.

Dîsa di sûreya Hud, ayeta 112an de dibêje;  “Naxwe tu û ew ên ku li gel te tobe kirine; çawa li we ferman hatiye kirin wusa xwe rast û durist bikin û ji heddê xwe dernekevin, Xwedê tiştê ku hûn dikin dibine û dizane.”

Pêxember (s) li sûkê digeriya, destê xwe xiste nava genimê frotanê, bala xwe dayê ku genim di binî de,  şil e.  Ji froşvan re go: “Ev genim çima wusa ye?”  Go “Bîstekê berê baran barî, genim şil bû, min ê şil xiste binî, ê hişk jî xiste ser, wusa difroşim.” Pêxember got; “Tu însanan dixapînî, çawa ku tu naxwazî genime şilek bikirî însanê dinan jî wusa naxwazin. Ê ku me bixapîne ne ji me ye.”

Dîsa li gor îslamê dibêjin, “Tişt ê ku tu ji xwe ra dixwazî û ji xelkê ra naxwazî, Wî heqîqî îman nekirye.”

Dîsa yekî ku dike fuhşîyatê bike, tînin bal Pexember (s).  Pêxember jê dipirse? Dayika te heye? Erê ya Resulellah, xaya te heye? Erê , xaltîka te heye? Erê. …hwd Pekî kesek , xelkek bi van ra fuhşîyatê bike tu hez dikî, xweşiya te dere? Dibêje; na,ya Resulellah

Dîsa Pêxember dibêje ê ku tu dixwazî herî pê ra fuhşîyatê bikî, ya dayîka yekî ye, ya xaya yekî ye yan jî xaltîka yekî ye.  Ku tu çawa ji xwe ra wê fuhşîyatê minasib nabînî,  ji xelkê ra jî mebîne, xwe di şuna kesê dina ke.” ( empatî bike)

Xwedê jê razîbe S. Nûrsê di Mektuba 16an de dibêje; “Ew heqîqetên îmanê, yên min nivîsandîne, min raste rast bangî ( xîtabî) nefsa xwe kirîye. Ez her kesî da’wet nakime.  Teqez yên giyanên wan hewce û dilen wan birîndar, li wan dermanan diğerin û dibinin.” Berê her tiştî min ji bo nefsa xwe nivîsandine.

Dîsa di Mektuba 29an de dibêje; “ Mirovahî di aliye  debarê de bi hawakî cüda hatine afirandin/xuluqandin. Rebbê Alemê bi rojî û birçitî ye, zengînan da’wetî halên feqîran dike, ka feqîrtî û birçitî çiqas zor e, fêm bikin û bigihêjin hawara wan.

Heger ne ji ber mecburiyeta birçitîya nefsê be, Empatiyê neke , nikare wê qenciyê û alîkaryê  bike.

Çaxa Rojî neba, wa rewşa, bi awayekî rastî, di nefsa xwe da hîs nedikir.

Disa di, Mektuba 16an de dibêje; “ Xwe wekî mêvan qebul bike. Li gorî fermana xwedyê  mêvangehê tevbigere. Bi selamet deryê gorê veke û têkeve bextiyariya ebedî.” Xwedê jê razîbe Ustad jî vê empatî yê, pir bi kar tîne. Her muşkul  û pirsgirêkan, bi vê, bikaranîna empatîyê hel/çareser  dike.

Dîsa di Mektuba 22an de dibêje; “Gelo ma şefqeta we ya cînsî û pêwendiya we ya xizmayi ye tüne ye ku hûn şexse ma’newiyê mazlumekî ku di gelelek  aliyan va birayê we ye, hûn bi bê însafî, didine ber gezan, ma qet aqlê we tüne ye, ku hûn mîna dînan azayên xwe bi diranên xwe didin ber gezan ?”

Dîsa dibêje: “ Ma fitrata we xerab bûye ku, hûn bi xwarina goştê birayê xwe yê ku di vê rewşa herî muhteremda ye, karekî herî îkreh dikin.” Wek ku goştê wî dixwin.

Dînê îslamê pîvaneka pir xweş dide destê me. Dibêje “EMPATΔ bikin, xwe di şûna kesê din kin, ku hûn haq û ne heqqiyê, karibin fêm bikin. Bi vîjdanê xwe, bidanişin ku hûn haqqîye bibînin.

Adem Oğan-ÇANDNAME

Derbar Adem Murteza

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply