Dîmenek Ji Zarokatîya Min

Di jîyana min a zaroktîyê de tiştên ewil tên bîra min: Ji melayê gund dersgirtina Quranê, çûyina mektebê û lîstikên ku min bi hevalan re dileyist…

Serê sibê zû bavê min û dîya min radibûn nimêja sibehê dikirin, duayê xwe dikirin û ez û birayê min radikirin û digotin rabin herin dersgirtina Quran’e. Me di serî de bi elifbêtkê dest pê kir û dû re em ketin cuza emmê, dû cüza emmayê re êdî em têgihîştibûn xwendina Quran’e.  Bavê min ji me her yekî re Qûranek dîyarî kir, kêfa wê roja me kir ew qas dibû. Him ji bo em bibûn xwedî Qur’an him jî ji me re ji bajêr tiştek hatibû kirin. Dû re me Quran li nik mele xitim kir. Xwedê jê razî be, dû re jî me dest bi mewlûdê kir: “hemdê bê hed bo xwedayê alemîn”.

 Melayê me, rehma Xwedê lê be, melakî pirr baş bû, bi gundiyan re pir têkildar bû. Hinekî bijîjktîya wî jî hebû. Karibû derzî jî li meriv xista. Nexweşê gundîyekî heba, mele miheqeq wê biça sehekê, sertêdanekê. Çi tazîyê gundîya hebûya, ew li serî rûdinişt û waz û nesîhet dikir. Ewên xemgîn, bi ayet û hedîsan û bi meselan teskîn dikir. Ya jî tazîyê gûndekê din çêbibûya mele li pêşîya gundîyan bihevre diçûn tazîya gundê derdorê. Carinan, êvaran, piştî şîvê, me lê nihêrî, derîye me tiq tiq tiq lêdiket,

-Mala emîn, mala emîn hûn li mal in?

-Kerem ke Seyda keremke.. bavê min radibû û pêşwazî lê dikir. Di wê odeya me a biçûk dida rûniştandin.

Ewî yê bigota; me bihîst zarokê we nexweş e, ka çava bû, yan jî nexweşîyek ketîye nav heywanên we, ka çawa bûye?

Îcar em ji dersa Quranê dihatîn, zivistanê hema hema tû bêje şorba li ser sobe keliyabû. Me taştê dixwar û em bi karê xwe diketin. Ez û birayê xwe, em radibûn, me çentê xwe hazir dikir, bendilka xwe li xwe dikir û bi zarokên gundîyan re  em diçun dibîstanê, dibistana gûndekî ji me 5-6 km dûr. Di nabîna me û wî gundî de çemek hebû, cihê emê di çem re derbasî alîyê din bûna pir tunebû, me xwe di ser keviran re diavêt û diçûn hêla din. Carna nigên me  ji ser kevîran dişemitî diket nav avê, şil dibû, heta êvarî bi wê sola şil em disekinîn.

Zivistanan, çûnûhatina mektebê nedihat kişandin.Carna jî ji mija zivistanê me rêya xwe wenda dikir. Me xwe şaş dikir, em diçûn gûndekî din, lewra me li gorî rew rewa kuçîka bergîya xwe texmîn dikîr. Û carna jî me gundê mekteb lê, nedidît û em bi şûnde vedigerîyan malên xwe.

 Ji ber ku dibistan ji sibê heta êvarî bû, me firavîna xwe bi xwe re dibir. Dema nanxwarinê -ji bilî zivistanê – em dihatin ber wî çemî, li ber dengê avê, li ber şênayîyê, me nanê xwe dixwar. Biharan em pir kêfxweş dibûn, him ji çûnûhatina dibistanê, him jî nanxwarina li ber wê çemî..Me heyfa zivistanê jî jê hiltanî.  Ber êvarkî disa em neh deh zarok bihevre vedigerîyan gundê xwe.

Dema dinya germ û ron dibû kêf kêfa mebû. Li orta herdû gunda me çentê xwe datanî ser hev û me dest bi lîstikan dikir.

Sêquç, çırrê, sêgav, yekgav, gog, nahlik, binavê…. Bi van listikana em têr dibetilîn û paşê em diçûn malên xwe. Zikê me têr  birçî dibû.  Me digot, yadê em birçî bûne.

-Yadê qurbanê, awa ye mast, awa ye dims, awa ye nan, de hadî bixwin…..

 Ez niha li van zarokên nûdem dinêrim, li ser vê leyîstokê dilê min bi wan dişevite.

Yazar: A.Rehim Dost

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply