Dilopek’ din li kovargeriya kurdî zêde bû

Kovareke nip û nû, kovara du mehane ya çandî, hunerî û siyasî bi navê Dilop dest bi weşana xwe kir. Dilopa ku bi kurdî û tirkî derket û dê bi vî awayî weşana xwe bidomîne bi hejmara xwe ya adar û avrêlê li peşberî xwendevanên xwe ye.
Kovarê di vê hejmarê de li ser sînemaya kurdî dosya amade kiriye. Di moderatoriya Ovgu Gokçe de derhênerên kurd Ozkan Kuçuk, Alî Kemal Çinar û Zeynel Dogan li ser meseleyê axivîne û dîtinên xwe anîne ziman.

Rohat Alakom nivîsa xwe bi navê “Di romaneke Orhan Pamuk de kurdên Stenbola nû” weşandiye. Alakom bi ser romana Pamuk “Di serê min de ecêbiyek e” re mesele lêkolandiye û nivîsiye. Zeynep Yaş jî li ser Mihemed Şêxo nivîsiye,
Di rûpela “Teyr û tûr” de mijara Silêmanê Dunikul” (Dûrzan Cîrano amade kiriye) hatiye pêşkêş kirin.

Şerif Karataş bi Dr. Arzu Yilmaz re hevpeyvîn kiriye. Yilmaz wisa dibêje, “Referandûma li Başûr yan jî pêvajoya Efrînê ya li Rojava ne piştguhkirina kurdan, berevajî vê sînorkirina hêza nû ku derketiye holê nîşan dide.”
Fatîme Tekîn li ser Şanoya Bajêr a Amedê bi şanoger Ozcan Ateş û EmînYalçinkaya re; Umut Yegin jî ligel Ruşen Takva hevpeyvîn kiriye.

Di dawiya kovarê de jî du rûpelên “Di dîrokê de wê rojê” agahiyên dîrokî weşandine.
Her wiha kesên wekî Yildiz Çakar, Barış Avşar, Mehmet Bayrak, Şeyhmus Diken, Nevzat Onaran, Kavel Alpaslanş, S. Zoryan, Veysel Tirpan, Nurcan Baysal, M. Ender Ondeş, Narin Yukler bi nivîsên xwe di kovarê de cih girtine.
Di beşa helbestan de jî helbesta Cegerxwîn “Gulfiroş”, ya Qedrîcan “Gula Sor”, ya Paul Celan “Corona” (ji almanî bi wergera Yasemîn Acer), ya Şêrko Bêkes “Jimartin” hatiye weşandin. Her wiha  Sebrî Vural, Omer Faruk Baran û Muhsîn Ozdemîr jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.

Ji bo têkilî: dilopdergisi@gmail.com

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply