Diljen Ronî: Huner û bijîşkî her du jî derman in

Hunermendê Kurd Diljen Ronî li, aliyekî bijişkiyê dike li aliyê din jî stranan dibêje. Heftya raborî albûmeke wî “Klasîkên Kurdî” li ser platforêm dijîtal hate weşandin. Ew dibêje hem bijîşkî û hem hunermendî heman tiştin her du pîşe jî ji başiya rihê mirovan in.

Hunermendê Kurd Diljen Ronî di sala 1981an de li Cizîrê ji dayîk bûye. Di deh saliya xwe de ji ber sedemên siyasî tevî malbata xwe koçî Amedê dikin. Li Zankoya Wanê beşa TIPê dixwîne û di wê navê de jî li zankoyê komên muzîkê ava dikin û li kafe û baran stranan dibêjin. Piştî zanko bi dawî dibe Diljen Ronî dibe bijîşk û careke din vedigere Cizîrê û li vir hem helbestan dinivîse û staranan dibêje û hem jî bijîşkiyê dike. Piştî xebata 8 salên li Cizîrê, vê carê jî berê xwe dide Stenbolê û ev 5 sal in ku li vir dijî. Hunermendê Kurd Diljen Ronî heftaya raborî albûmek derxist li ser platforma dijîtal, bi navê “Klasîkên Kurdî” ku ji 7 stran pêk tê. Li gorî Diljen Ronî hem bijîşkî û hem jî mûzîk her du jî wek dermanê rihê mirovan in.

Hunermendê Kurd Diljen Ronî ji K24ê re wiha diaxive: “Ez dibêjim her du jî derman in. Diktorî jî derman e, huner jî derman e, dermanê dila ye dermanê rihê mirov e.”

Hunermendê Kurd yekem albûma xwe ya bi navê “Çend Gotinên Evîniyê” di 2008an de de derdixe û ew albûm di warê jiyana profesyonel ya muzîkê de pêşiya wî vedike. Di sala 2012an de jî albûma xwe ya duyemîn derdixe ya bi navê “Dû Demsal” ku bi milyonan Kurdî li wê albûma wî guhdarî kiriye. Li gorî Diljen Ronî di her warî de Kurdbûn, sedemek e ji bo derxistina zehmetiyan.

Diljen Ronî dibêje jî: “Ez dema biçim Diyarbekir Amedê, ez bêjim ez ê konserê bidim, cih tûneye, problemeke gelekî mezin e. Ji ber şertên Rewşa Awarta û ji ber Kurdîtiyê. Dema em diçin konsertekê didin dibêjin zimanê wê çiye? Ku em dibêjin konserta Kurdî ye hertişt tê guhertin.”

Li gorî Diljen Ronî divê hunermendên Kurd mûzîka Kurdistanê pêşvetir ve bibin. Ger muzîka rockê bê çêkirin divê şêwaz jî bi şêwaza rojavayî bê xwendin ne gêlêrî. Ciwan Haco di vî warî pêşiya wan vekiriye. Ew jî divê jê bi gavekê pêştir ve biçin.

Diljen Ronî got: “Em herdem aynî tiştî çêdikin. Muzîka rock çêdikin lê em xwendinê dîsa wek xwe dixwînin. Wek gelêrî dixwînin. Şêwe jî dev jî bi xwendina Rojavayî em naxwînin. Ez naxwazim bêjim starnên gelerî çênekin, çêkin lê divê êdî hest hevdû bigirin. Ji ber wê ez dibêjim, ev rexneyeke hem ji bo xwe dibêjim û ji bo hemû hunermendên Kurd dibêjim.”

Diljen Ronî di albûma” Klasîkên Kurdî” de enstûrmanên wek; Lafta, sazbûş, tenbûr, dîvan, dûdûk, mey, bendîr û erbane bikaranîne. Wî bi bikaranîna van enstûrmanan xwestiye taybetmendiya stranên klasîk ên Kurdî biparêze. Lê di albûka ku dê 3 meh bişûnde derxe, serdanpê şêwaza rojavayî û enstûrmanên li gor wê bikaraniye. Ew dibêje her hunrmendekî Kurd ji bo klasîk û muzîka rojava wek pirekê ye. Loma divê klasîk wek kalsîkan, starnên rojava jî wek rojavayî bên xwendin.

K24

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply