Dilê mirov

Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê.

Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek heye. Pompeya laş dil e. Dil pesta xwînê berz dike bi vî awayê xwîn di nav lûleyên xwînê de bi lez diherike û belavê laş dibe. Ji boy gera xwînê, hêza sereke ji dil peyda dibe. Pêwendiya peyvên wekî, kardiyolojîkardiyologeloktrokardiyografî, perîkardiyum, miyokardiyum, bi dil ve heye. Di zimanê Yewnanî de ji boy tiştên bi dil ve tekîldarin peyva “kardia” tê bikaranîn. Kardiyolojî: Beşek ji zanista bijîşkî ye, lêgerînên kardiyolojîyê li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e[1].

Bijîşkên pisporiya wan li ser pêkhateya dil û nexweşiyên dil e, wekî kardiyolog bi nav dibin[2].

Pêkhateya dil

Dil bi eslê xwe dişibe pompeyek, lê ev pompe ne ji hesin û plastîk, lê ji masûlkeyan pêk tê. Berevajiyê pompeyên mekanîk, dil pir dişixule û zûbizû xera nabe. Di rewşa asayî de dilê mirov di xulekek(deqe) de bi qasî 70 -75 car lê dide. Dilê mirov rojê 108000, salê ji 39 milyonê zêdetir lê dide. Di tevahiya jiyana 75 salî de dilê mirov 3.000.000.000 car lê dide. Bi her lêdanê, dil bi qasî 70mL xwîn pompe dike. Ango di xulekek de 5.25 lître, di rojek de 14 000 lître, di salê de 10 000 000 lître xwîn pompeyê lûleyên xwînê dike [3] .

Cihê dil a nav sing

Ji destpêka ducaniyê 22-23 roj şûn de dillêdana dergûşê dest pê dike[4]. Roj û şev havîn û zivistan, dema xewê û dema kar kirinê hejmara lêdanê carnan kêm dibe carnan zêde dibe, lê lêdana dil heta dawiya jiyana mirov didome. Ji ber karê wî yê demdirêj û bêrawestan, dil endamek(organ) bêhempa ye. Dilê mirov di sing de,navbera her du pişikan de piçek li aliyê çepê de cih digire. Pêşiya dil de perasûbend(hestiyê sing), li jêrê singê de navpençik(diyafram)heye. Qebareya dilê mirovê gihaştî bi qasî kulmekî mirov e. Giraniya dilê mirov bi qasî 250-350 gram e [3].

Dîwarê dil

Dil ji dîwarek sê çînî(tebeqe) pêk tê. Çîna epîkardiyum li aliyê derveyî dil, çîna endokardiyum li aliyê hundirê dil e, çîna myokardiyum jî di navbera epîkardiyum û endokardiyumê ve cih digire. Tevahiya dil , bi perdeya dil(perîkardiyum) ve dorpêçî ye [5]. Perdeya dil dişibe kîsikê. Perdeya dil ji du çînan pêk tê navbera her du çînan de şilemenî heye.

Dîwarê dil

  • Perdeya dil cihê dil a nav valahiya singê de sabît dike.
  • Li hember hokarên nexweşiyê û enfeksiyonan alîkariya bergiriya dil dike.
  • Rê li ber werimîn û girbûna dil digire.
  • Lêkxişana navbera dil û derdorê dil( pişik, hestiyê singê û navpençik) kêm dike.

Çaviyên dil

Dil ji çar çaviyan pêk tê. Du çavî(ode) li jor, du çavî jî li jêrê dil de cih digire. Çaviyên jor wekî guhik, çaviyên jêr jî wekî malik tê binavkirin. Her wisa perdeyek masûlkeyî ya bi navê septum(navbirka malikan) ji jorê dil hetanê jêrê dil dirêj dibe û dil dike du beş, beşa rastê û beşa çepê. Xwîna kêmoksîjenî li beşa rastê dil ,xwîna têroksîjenî jî li aliyê çepê dil de diherike. Masûlkeyên derdora malikan ji ya guhikan zêdetir e. Diwarên guhikan ji yên malikan ziravtir e. Dîwarê malika çepê, li li gor beşên din ên dil hê pirtir stûr e. Rûyê malik û guhikan bi çînek xaneyên epîtel(endokard)ê nixamtî(girtî)ne. Xwîn ji laş diherike guhikên dil, ji malikên dil jî ji dil diherike laş.

Derîçeyên dil

Derîçeyên dil arasteya herika xwînê kontrol dikin

Dil çar derîçe lixwe digire. Du derîçeyên dil di navbera guhik û malikên dil de cih digire. Her yekê xwînbera pişik û xwînbera sereke jî derîçeyek lixwe digirin. Xwîn bi alîkariya derîçeyan di nav dil û lûleyên xwînê de bi yek alî diherike [5] . Di navbera guhika rastê û malika rastê de derîçeya sêperrî(trîkuspît) heye. Derîçeya sêperrî bi girjbûna guhikan, xwîna nav guhika rastê, aresteyê malika rastê dike. Dema guhik xav dibe îcar malik girj dibin, lê derîçeya sêperrî bi girjbûna malika rastê tê girtin, bi vî awayê rê li ber vegera xwînê ya guhika rastê tên girtin. Her wisa di navbera guhika çepê û malika çepê de derîçeya duperrî(derîçeya mîtral) heye,derîçeya duperrî xwînê ji guhik arasteyî malika çepê dike, lê nahêle xwîna malikê vegere guhika çepê. Bi girjbûna guhikan, derîçeyên navbera guhik û malikan tên vekirin, bi girjbûna malikan van herdu derîçe tên girtin[6]. Xwîna malikan bi navbeynkariya derîçeyan derbasê xwînberan dibe. Şiklê derîçeyên derê malikan dişibe kevanê, an jî heyva nîvî, loma ev derîçeyên malikê wekî derîçeyên kewaneyî tên binavkirin. Di navbera malika rastê û xwînbera pişikê de derîçeya pişikan heye. Bi girjbûna malikê ev derîçe ve dibe û xwîna nav malika rastê derbasê xwînbera pişikê dibe. Gava malik xav dibin, îcar derîçeya pişikê tê girtin. Bi vî awayê xwîna nav xwînbera pişikê venagere malikê. Derîçeyek kewaneyî jî di navbera malika çepê û xwînbera sereke(Aort) de cih digire. Ev derîçe jî xwînê ji malika çepê ber bi xwînbera sereke araste dike

 

Lûleyên koroneri û krîza dil

Çîna navendî ya dîwarê dil myokardiyum(masûlkeya dil) ji masûlkeyan pêk tê, dil tu car ranaweste û lê dide. Ji boy lêdana dil divê masûlkeyên dil girj bibe û xav bibe. Ji boy girjbûn û xavbûna masûlkeyan pêdivî bi enerjiya ATP( Adenozîna trî fosfat) heye. Xaneyên masûlkeyên dil bi navbeynkariya oksîjenê, glukozê perçe dikin û ATP dest dixin. Ango ji boy peydakirina ATP, divê xwîna têrglukozî û têroksîjenî ji xaneyên myokardiyumê ve bên şandin. Di nav guhik û malikan de her tim xwîn heye, lê çîna endokardiyumê rê nade xwînê ku xwe bigihîne xaneyên masûlkeyên dil. Lûleyên taybet xwînê digihîne dîwarê dil, ev lûleyên xwînê wekî lûleyên koronerî tê binavkirin. Di zimanê latînî de peyva “corona” ji boy tac (taca serê qiral û şahan) tê bikaranîn [7] . Lûleyên koronerî wekî mîna tacek, dîwarê dil dorpêç dikin. Xwînberên koronerî li jorê derîçeya xwînbera sereke ji aortê cihê dibin. Xwînbera koronerî ya çep aliyê çepê dil, xwînbera koronerî ya rast jî aliyê rastê dil dorpêç dike[8] . Bi vî awayê xwîn digihîje xaneyên masûlkeya dil. Xwîna kêmoksîjenî û kêmglukozî bi xwînhênerên dilî vedigere guhika rastê ya dil. Gera xwînê ya navbera dil û myokardiyumê wekî gera koronerî tê binavkirin. Di hin cureyên dilnexweşiyê de hinek ji lûleyên koronerî teng dibin an jî dixitimin, di rewşek wisa de bi têra xwe xwîn nagihîje masûlkeyên dil. Heke beşa masûlkeya bêoksîjen û bêglukoz mayî, beşek piçûk be krîza dil pêk tê, lê heke beşek mezin ji masûlkeyên dil bêoksîjen û bêxurek bimîne wê gavê dibe ku dilrawestan pêk were[9] .

Çerxa dillêdanê

Dilê mirov bi ahengî girj dibe û xav dibe. Dema girjbûnê, dil xwînê pompe dike, dema xavbûnê xwîn diherike çaviyên dil. Çerxa dillêdanê bi girjbûna guhikan destpê dike û bi xavbûna malikan bi dawî dibe, wekî çerxa dillêdanê (cardiac cycle) bi nav dibe [10] . Çerxa dillêdanê de qonaxa girjbûnê wekî sîstol, qonaxa xavbûnê jî wekî dîastol tê binavkirin.

Dîastola dil

Di destpêka çerxa dillêdanê de, guhik û malikên dil sist e (xav e) ev rewş wekî dîastola dil bi nav dibe. Di vî qonaxê de xwîna kêmoksîjenî ji xwînhênera sereke ya jêrîn û ya jorîn ve diherike guhika rastê. Di heman qonaxê de çar xwînhênerên pişikê, guhika çepê bi xwîna têroksîjenî tijî dike. Di qonaxa dîastola dil de herdu derîçeyên dil yên navbera guhik û malikan de vekirî ne, loma xwîna nav guhikan bi hêsanî diherike nav malikan û %70- 75 ê her malikê bi xwînê tijî dibe [11] . Di vî qonaxê de derîçeyên kewaneyî girtî ne, bi vî awayê rê li ber vegera xwîna hundirê xwînbera pişik û aortê tê girtin.

Sîstol û dîastola guhikan

Bi girjbûna(sîstol) guhikan, qebareya guhikan kêm dibe, pestoya xwîna nav guhikan bilind dibe. Ji ber pestoya xwînê, xwîn ji guhikan ber bi malikan ve tê pompekirin. Di vî katê de derîçeya sêperrî û ya duperrî vekirî ne. Bi vî awayê malik bi xwînê tijî dibin. Sîstola guhikan hetanê destpêka dîastola malikan didome.

Sîstola malikan

Bi girjbûna masûlkeyên malikan, pestoya xwîna nav malikan bilind dibe, lê ev pestoya pêşîn ji bo vekirina derîçeyên kewaneyî yên pişik û aortê têr nake. Loma xwîn ji dil dernakeve. Gava pestoya xwîna malikan ji pestoya xwîna guhikan bilindtir dibe, xwîna malikan ber bi guhikan ve diherike, lê derîçeyên sêperrî û duperrî tên girtin û rê li ber vegera xwînê digirin. Her ku diçe pestoya xwîna nav malikan zêde dibe. Dema hêza pestoya xwîna nav malikan, ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û ya aortê zêdetir dibe, îcar derîçeyên kewaneyî vedibin. Xwîna nav malika rastê, aresteyê pişikan dibe. Xwîna nav malika çepê jî bi xwînbera sereke ve belavê laş dibe.

Dîastola malikan

Di destpêka qonaxa dîastola malikan de her ku masûlkeyên malikan xav dibe, pestoya xwîna nav malikan de mayî, nizim dibe. Gava pestoya xwîna nav malikan ji pestoya xwîna nav xwînbera pişikê û aortê nizimtir dibe, xwîn ji xwînberan ber bi dil ve diherike. Di heman demê de derîçeyên kewaneyî tên girtin û rê li ber vegera xwînê tên girtin. Her ku xavbûna masûlkeyên malikan didome, pestoya xwîna nav malikan hê pirtir kêm dibe û ji pestoya xwîna guhikan nizimtir dibe. Gava pestoya xwîna malikan bi têra xwe daket, derîçeya sêperrî (trîkuspît) û ya duperrî(mîtral) ji ber pestoya guhikan ve dibin, xwîn ji guhikan diherike nav malikan. Bi vî awayê pestoya xwîna nav guhikan hê pirtir dadikeve. Ji xwînhêneran xwîn ber bi guhik û malikên xavbûyî ve diherike. Di vî qonaxê de derîçeyên navbera guhik û malikan de vekirî ne, derîçeyên kewaneyî girtî ne, guhik û malik di qonaxa diastolê de ne. Bi vî awayê çerxek dillêdanê bi dawî dibe.

Sîstema kontrola dillêdanê

Dilê mirov bi ahengî lê dide, ango herî pêşî guhik girj dibin, paşê bi girjbûna malikan guhik xav dibin, dawiya dawîn jî malik xav dibin. Bi xavbûna malik û guhikan çerxa dillêdanê diqede û ji nû ve girjbûna guhikan çerxek nû dest pê dike. Her çiqas çerxa dillêdanê biahengî be jî, leza dillêdanê ne sabît e. Di xulekek de hejmara qutana dil wekî leza dillêdanê tê binavkirin. Dilê mirovê gihîştî di demên asayî de di xulekek(deqe) de bi qasî 70 – 75 car lê dide. Lê li gor jiyana rojane leza dillêdanê kêm dibe an jî zêde dibe. Wekî mînak di xewê de an jî dema bêhnvedanê de dilê mirov hêdî lê dide, lê dema mirov karekî giran dike an jî dema stresê de dilê mirov dibe ku di xulekek de 120-130 caran lê bide. Ahenga dillêdanê ji aliyê dil, leza dillêdanê jî ji aliyê sîstema demarî ya xweser ve tên kontrolkirin [3] [12]

Dil sînyalên ji boy girjbûnê,tena serê xwe dirist dike

Dil endam(organ)ek taybet e. Masûlkeyên dil bêhemdê mirov dixebitin. Ango girjbûn û xavbûna masûlkeyên dil di bin deshilatdariya mirov de nîn e. Ji ber vî taybetmendiya dil, masûlkeyên dil wekî masûlkeyên xwenewîst tê binavkirin. Ji boy çalakiya masûlkeyan, pêdivî bi sinyalên elektrîkê heye. Ji xeynî masûlkeyên dil hemû masûlkeyên laş sinyalên elektrîkê ji xaneyên demar yên sîstema demar digirin. Masûlkeyên dil jî bi sînyalên elektrîkê çalak dibin, lê dil sînyalên ji boy girjbûnê tena serê xwe dirist dike [5]. Li ser diwarê hundir a guhika rastê de hin xaneyên taybet hene, komeleya van xaneyan wekî girêka sînoatrî binav dibe. Kontrola ahenga lêdana dil ji aliyê girêka sînoatrî ve tê rêvebirîn . Navê din a girêka sînotrî “çêkera ahenga dil”e (bi Înglizî; pacemaker)[13]. Girêka sînoatrî sînyalên elektrîkê berhem dike û arasteyî masûlkeyên herdu guhikan dike. Bi vî awayê masûlkeyên guhikan girj dibin, xwîna nav guhikan aresteyê malikan dibe. Sinyalên elektrîkê ji girêka sînoatrî xwe digîjin girêka duyemîn, ev girêk di navbera guhika rastê û malika rastê de cih digire. Navê vî girêkê girêka atrîoventrîkî ye. Girêka atrîoventrîkî herika sinyalên elektrîkê bi qasî 0,1 çîrke(saniye) dereng dixe, bi vî awayê ji boy guhikan firsend peyda dibe ku berî(pêşî)ya malikan çalak bibin. Sînyalên elektrîkê ji girêka atrîoventrîkî, derbasê gurzên His dibe. Gurzên His rîşalkên taybet ên masûlkeyên dil e, sînyalên elektrîkê ji girêka atrîoventrîkî digire û dişîne navbirka dil. Kardîologê swîsî Wilhelm His, Jr., di sala 1893 de erka van xaneyan diyar kir, loma paşnavê vî zanyarê li gurza van xaneyan hat dayîn. Gurzên Hîs ji du gurzan pêk tê, gurzêk dirêjê ber bi malika raste a, din jî dirêjê ber bi malika çepê dibe. Gurzên His lê diwarên malikan şax didin û mina torek dîwarên malikan dorpêç dikin. Ev pêkhate wekî rîşalkên Purkinje tê binavkirin. Van rîşalkên masûlkeyen dil di sala 1839î de ji aliyê zanyarên Çekî Jan Evangelista Purkinje (Bi zimanê Çekî; Jan Evangelista Purkynë) ve hat kifşkirin. Gava sînyalên elektrîkê digihîje rîşalkên Purkinje, tora rîşalkên purkinje girjbûna masûlkeyen malikan dide destpêkirin. Bi girjbûna malikan xwîn ji dil, derbasê xwînberan dibe.

Sîstema demarî ya xweser leza dil kontrol dike

Leza dillêdanê di bin kontrola sîstema demarî ya xweser(xweyî, otonom) de ye. Sîstema demarî ya xweser ji du beşan pêk tê; sîstema sîmpasawî û sîstema parasîmpasawî. Sîstema sîmpasawî li ser leza dillêdanê bandorek erenî dike û hejmara kutana dil zêde dike. Sîstema parasîmpasawî jî hêjmara dilkutanê kêm dike. Sîstema demarî ya xweser raste rast li ser girêka sînoatrî bandor dike, li gor vî bondorê ahenga dillêdanê diguhere. Du cureyên demarên sîstema xweser, di leza dillêdanê û di mêjera pestoya xwînê de çalak in. Yek ji van demaran bi navê demara vagus tê nasîn. Demara vagus ji mêjî wekî du gurz derdikeve û di nav sing û zik de belavê endamên(organ) wekî dil, made, masûlkekezebgurçik û pişikan dibe. Çalakiya demara vagus wekî beşek ji sîstema parasîmpasawî ye. Vagus bi derdena hormona asetîlkolîn(acetylcholine ) lêza dillêdanê û pestoya xwînê kêm dike [3]. Demara duyemîn a sîstema demarî ya xweser, demara dilî ya sîmpasawî ye. Ev demar bi derdana hormonên nefrîn û epînfrîn, lêza lêdana dil zêde dike [11]. Her wisa di nav xwînê de zêdebûna karbona dîoksîd, berzbûna pileya germahiya laş, hêrsdarî(stres) û werzîş hin ji sedemên çalakbûna sîstema sîmpasawî ne.

Elektrokardiyograma mirovek sax(tendurist) wîsa dixuyê.

Ji boy girjbûna masûlkeyên dil, ji girêkên dil sînyalên elektrîkê tê diristkirin. Makîneya Elektrokardiyogramê (EKG an jî ECG) dikare bi navbeynkariya elektrodan van sînyalên elektrîkê bişopîne[10]. Bikaranîna makîneya elektrokardiyogramê, wekî elektrokardiyografî tê binavkirin. Makîneya elektrokardiyogramê ji aliyê zanyarê Almanî, Willem Einthoven ve di sala 1903 de hat çêkirin [14] . Navê makîneyê bi almanî ” Elektrokardiogramm” e. Bi alîkariya makîneya elektrokardiyogramê, mirov dikare rêça sînyalên ji girêka sînoatrî derdikevin bişopîne. Bi şopandina rêça sînyalan, mirov dikare dema sîstol û dîastola guhik û malikan diyar bike. Navê pelên sînyalên elektrîka dil bi tîpên P,Q,R,S,T tê nîşankirin. Sînyalên dibe sedema girjbûna guhikan, wekî pela P tê binavkirin. Pelên Q , R, S bi tevahî wekî kompleksa QRS tê bi navkirin. Girjbûna malikan û xavbûna guhikan bi kompleksa QRS destpê dike. Her wisa pela T jî xavbûna malikan dide destpêkirin. Elektrokardiyograma dilê mirovên tendurist, wekî EKG ya asayî tê binavkirin. Ji boy EKGya asayî hin rêjeyên standard hene. Bi bikaranîna testa elektrokardiyogramê; ahenga dillêdanê, çalakiya çaviyên dil, qebareya çaviyên dil û masûlkeya dil, nexweşiyên perdeya dil, nexweşiyên ji ber derîçeyên dil, krîzên dil, pestoya xwîna dil, bi hêsanî eşkere dibe.

Wîkîpediya

Çavkanî

  1. Collins English Dictionary – Complete and Unabridged, 12th Edition 2014 © HarperCollins Publishers 1991, 1994, 1998, 2000, 2003, 2006, 2007, 2009, 2011, 2014
  2. Dictionary of Unfamiliar Words by Diagram Group Copyright © 2008 by Diagram Visual Information Limited
  3. ↑ Jump up to:ab c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. https://embryology.med.unsw.edu.au/embryology/index.php/Cardiovascular_System_-_Heart_Development
  5. ↑ Jump up to:ab c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  6. Colbourne, H. (2007).Inquiry into biology. Toronto, ON: McGraw-Hill Ryerson. ISBN 978-0-07-096052-7
  7. The American Heritage® Student Science Dictionary, Second Edition. Copyright © 2014 by Houghton Mifflin Harcourt Publishing Company
  8. ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [2]Blood supply to the heart
  9. Brainard J., Henderson R. (2013) CK-12’s College Human Biology FlexBook. CK-12 Foundation, [3]
  10. ↑ Jump up to:ab Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  11. ↑ Jump up to:ab Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  12. BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. p197 ISBN 0-07-866427-6
  13. Collins Discovery Encyclopedia, 1st edition © HarperCollins Publishers 2005
  14. ORG, [4]The electrocardiogram – looking at the heart of electricity

 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply