Dil Yek e Dê Işq-i Yek Bit Aşiqan Yek Yar-i Bes

Kaînat û xweza li ser bingeha matematîkê hatîye avakirin. Di her hal û tevgerên me de nîzama matematîk derdikeve pêş.

Hertişt ji Yek û Sifirê pêk tê. Yek bi xwe, bi tena serê xwe sembola Xwedê ye û her hejmarên din bi tewandina Yekê derdikevin meydanê lê di eslê xwe de Yek jî ji Sifrê yanî ji Xalê derdikeve. Gellek xalên biçûk tên ba hev û Yekê tînin meydanê.

Ev qanûn di evînê de jî derdikeve pêşberî me evîndar û dilsotîyan. Sifir dil e, dilê evîndaran temsîl dike û tenê dikarê Yekê di dilê xwe de bihelîne û bi cih bike.

Wekî çawa di matematîkê de Sifir hemû hejmara dadiqurtîne û ji wan tiştekî nahêle, dil jî Yekê di hundirê xwe de dihelînê û wî/wê kesê li hemberî xwe ji şeklekî dixe şeklî nûjen de. Guhertinek wisa çêdibe ku ji eslê berê tiştek namîne û kirdeya me bi terzek, bi fikrek û bi hestek nûjen derdikeve pêşberî yarê.

Yar (Sifir) piştê kirdeya (Yek) xwe daqurtand bi kirdeyê re dirûvguherînek (metaformîzm) çê dibe. Kirde ji karekterê xwe yê îroyîn vediqete û diçe ser karektera yarê. Yar ji her alî ve perspektîfa cîhana kirdeyê diguherîne û wê/wî jî dike wekî xwe. Ger yar zana û rewşenbîr be ewçend kirde jî li gorî yara xwe dirûv diguherîne û xwe roj bi roj bi saya yarê pêş dikeve.

Di Komedya Îlahî ya Dante Alîgharî de gava Dante dê herê bihuştê yara (Beatrîce) wî tê û wî pêşwazî dike. Radigire destên wî û wî ji arafê derbasî bihuştê dike. Di çîrokê de ya ku kirdeyan (mirovan) ji zordarî û nexweşîyan azad dike dîsa jî yar e.

Lê har yar kirdeya/ê xwe bi xwe re dernexe selametîyê. Ger yar nezan be wê demê êş û kul derdikevin pêşberî evîndaran û wê demê yar radigirê destê kirdeyê û wî/wê bi xwe re dibe dojeh e. Bijartin timî ya kirdeyê ye lê piştî bjirtanê mesûlîyet jî dikeve ser milê kirdeyê. Lewma hewceye kirde bijartinên rast û bi mantiq bike.

Di matematîkê bi bê mantiqî meriv nikare rêya rast bibîne. Heman tişt di evînê de jî derdikeve pêşberî dilsotîyan.

Arîstoyî ji insanan re dibêje “Zoon Polîtîkon” yanî “Mirov ajalên bi mantiq in”. Ya me û ajalan ji hev vediqetîne mantiq e û bi saya vê mantiq mirovahî û medenîyet pêş ketîye. Ger kirde timî xêr û xweşîya xwe bixwaze divê timî bi mantiqa xwe tevbigere û divê wekî matematîk hertiştî analîz bike. Kirde gava bi mantiq tevgerîya wê demê hem yar (bireser) û hem jî kirde dê ji vê yekê feyde bibînin.

Di matematîkê de Yek timî bêbandor e û tu tesîrê nikare li kesekî an jî hejmaran bike. Yek di evînê de beranberî kirdeyê ango bilbilê tê. Ev her du jî bêbandor in lê her du jî di bin bandora yarê ango gulê de dimînin.

Gul e, ya wan diavêje nav agirê kirasgorînê. Kirdê an dê tev bişewite û ji xeynî xwelî dê tiştek nemîne an jî dê piştî vê şewatê bi awayekî nûjînbûyî dê derkeve pêşberî yara xwe. Ew agir an dê evîndaran bighîjîne selametîyê an jî dê selametîyê ji wan re bike utopya û dê wa di nav agirê xwe de bihelîne.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply