Dil ( Qelb, Cor-Cardia-Heart)

Di qefesa sîngê de, navbera her du pişikan, li ser betanîka zik (dîafragma), li paş Sternûmê(Hestiyê sîngê yê pêş ku parsû lê tên hev) û kostayên (parsû) 4,5,6an bi cî dibe. 2/3ê dil li çep, 1/3ê dil jî li aliyê rastê yê qefesa sîngê ye.

Tê gotin ku dilê her kesî qasî kulma (hutik, gurmik, 🤛 ) wî ye. Di jinan de giraniya dil kêm zêde 200-280 gr, di mêran de 250-390 gr e.

Dil ji aliyê çermekî bi navê Perîkard ve hatiye pêçan ku di navbera vî çermî û dil de şîlaviyek sero-fîbroz heye û ev jî dil diparêze.

Dil wekî motora laş e. Dil bisekine mirov dimire û jiyana xwe ji dest dide.

Dil xwîna gemarî ku karbondîoksîta wê zêde ye dişîne pişikê û xwîn li wira korbondîoksîta xwe dide û oksîjenê digire û tê paqijkirin. Paşê dîsa li dil vedigere û dil jî xwînê li laş belav dike.

Dil;

  • Germahiya laş eyar dike.
  • Parastina hevsengiya asît -bazan dike.
  • Ji bo hormon û enzîm bigihêjin cihê ku wê lê tesîr bikin, dibe alîkar.
  • Bermahiyên ji metabolîzmayê mane ji laş dûr dixe.

Dil pir girîng e û ne tenê ji aliyê fîzyolojîk, ji aliyê derûnî, psîkolojîk ve jî pir xesas û diltenik e. Loma jî divê mirov barê dil zêde giran neke û ji stresê dûr bikeve.

Ji bo tenduristiya dil divê meriv xwê, şekir û tiştên hevîrokî bi baldarî û kêm bixwe, vexwe.

Divê mirov ne qelew bin an jî kîlo bidin ku dil baştir bixebite û kêmtir nexweş bikeve.

Cixare jî ji dil re ne baş e. Fêkî û sebzeyan bixwin.

Heftê herî kêm sê rojan divê spor bê kirin. Ev spor jî li gora kesan diguhere.

Tansiyon û şekir divê di bin kontrolê de be.

Em dikarin çend nexweşiyên dil ên girîng wisa rêz bikin;

Qeyrana(krîza) dil, Tansiyona Bilind, Xebarûna rîtma dil, Nexweşiyên rehên dil û hwd.

Rehên (damar) dil ji xitimandinê û hişkbûnê re pir xesas in. Loma jî bi xetimînê re jî qeyran, krîz pir dikare çêbibin. Baldarî bin.

Her çi qas dil bi xwe behrek bêbinî be jî kêm zêde nirxandinek wisa bes e. Ew mirovekî diltenik e, dilê wî ketibû wê, wê dilê xwe li xwendinê rehet kir, wan dilê hev nehiştin, dilê min bijiya wê xwarinê, di şeran de dil û mejî nayên ba hev… çend gotinên xweş ên Kurdî ne

(Dr. Eser Çetîn – ji twîtira wî hat standin) 

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply