Dil Jimin Bir / Melayê Cizîrî

Şox û şengê zuhre-rengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybet-pilingê
Dil ji min bir, dil ji min.

Wê şepalê misk î xalê,
Dêm-durê gerden şemalê,
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min.

Zulf û xalan nûn û dalan
Wan ji min bir dil bitalan
Goşeê qewsê hîlalan
Dil ji min bir, dil ji min.

Dêm nedirê bo ebîrê
Xemrî yû gîs û herîrê
Sîne kir amancê tîrê
Dil ji min bir, dil ji min.

Sur-şirînê nazenînê
Kuştim û nakit yeqşnê
Wê bi çengala evînê
Dil ji min bir, dil ji min.

Fetl û taban da xuraban
Ebleq û cuhtê şebaban
Dame ber pence w kulaban
Dil ji min bir, dil ji min.

Xoş-xeramê, ez xulamê
Nazikê şirîn-kelamê
Tûtîya eywan meqamê
Dil ji min bir, dil ji min.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply