Pispor ji bo nexwaşiyên ku di pêşte çûna temen de amaje bi vê yekê dikin ku dinava wan nexwaşiyan de Alzheimer (nexwaşiya ji bîr kirinê) yek ji nexwaşiyane ku serkêşî dike û pêşniyar dikin ku zêde zêde kivark bên xwarin.
Pispor diyar dikin kivark di pêşketina tenduristiya mejîde roleke girîng dileyîze û şaneyên tûre (sinir) mezin dike ango pêşve dibe û di heman demê de pispor bal dikşînin ser vê jî ku dermanê Alzheimer ê nîne, lê bi zêde xwarina kîvarkan ve ew nexwaşî pêşî lê tê girtin.
Di lêkolîna ku li zankoya Malezya ji aliyê pisporan ve hatiye kirin de, kivark li hember penceşêr, diyabet û nexweşiyên bi mîkrob parastinê dide ava kirin û dibêjin,’’ nexwaşên ku Alzheimer bi wan re heyî di fêrbuna agahiyên nû de zehmetî dikêşin, windabuna bîrê jiyan dikin, axaftin, qurt kirin û herwaha di rêveçûnê de jî zêhmetî dikşînin, halê wan yê giyanî û nêzîkatiyên wan tên guhertin ji ber vê divê kivarkan bixun.’’
Peyama Kurd