Dijminê bava nabe dostê lawa

Rojekê weke her rojên din, rovî digeriya, û hat ber avê sekinî. Karê xwe kir ku derbasî aliyê din bibe. Mar jî, li ber avê sekiniye û dixwaze biçe wî aliyê din. Lê mixabin mar nikare derbasî aliyê din bibe.

Mar dibêje: Rovî  tû yê çi bikî?

Rovî: Ez ê derbasî aliyê din bibim.

Mar bi xemgînî ji rovî dipirse?

Tû min jî li gel xwe nabî aliyê din?

Rovî na weleh ez te li gel xwe nabim. Ji ber kû neyartiya min û te ji mêj de ye. Bav û bapîrên me jî neyarê hev bûn. Ma ezê çawa te bibim

Mar jî dibêje: Rovî bav û bapîrên me, bêaqilî kirine, ma em ê jî wisa bin?

Rovî : bawêrî ji neyartiyê re tuneye. Tû nikarî min qane bikî vaye ez te nabim.

Mar: Rovî min ji avê derbas bike, soz û bext ji bu te ez êdî neyartiya te nekim.

Were em destê biratiyê bidin hev.

Rovî bêhneka xweş difikire û dixwaze ji marî bawer bike. Rovî qîma xwe bi marî diîne û dîbêje:

De were mar, were ser pişta min ez ê te ji avê derbas bikim.

Mar hêdî hêdî xwe li dora rovî radipêçe, û serê xwe jî dikêşe li ber stûyê rovî.

Rovî: Mar tû amade bî em ê biçin?

Mar: Ez amade me.

Rovî dide nava avê û dimeşe. Heya rovî derbasî aliyê din dibe, pir diweste.

Rovî: Mar em ji avê derbas bûn. Deka vêca were xwar û here ser rê ya xwe.

Mar De baş e rovî; nexwa wesiyeta xwe bike. Bi Xwedê ez ê bi jehra xwe te bikûjim.

Rovî bi dilekî kul û hezar cara şkestî dîbêje; Te bawerî da min, û min jî ji te bawer kir. Te soz û bext da min. Ka soz û bextê te dayî?

Mar: Rovî xwe ne xapîne, soz û bextê neyartiyê nine. Bila te bawer nekiribaya.

Rovî axin û keserekê ji dil û mil diîne û dibêle:

De başe mar, ji xwe te ya xwe bi min kir. Lê tu dizanî ez, çavên te pir diecibînim. Bes min careka din çavên te yên reş û belek bidîta, êdî mirin ji bû min heq bû.

Mar gotina rovî ya dawî dipejirîne û hêdîka serê xwe diîne ber çavên rovî disekine.

Rovî jî nemerdiyê nake û ji nişka ve pencikên xwe diavêje stûyê mar, heya ji rihê şêrîn xelas dike naberde.

Mar qîlf û qilf ji dora rovî vedibe û rast dikeve erdê.

Rovî jî li paş xwe dînêre û dibêje:

Ez ji hevalên wisa rast, pir hesdikim…

 

Çîroka gelêrî

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply