DIHOK Û DIHÊN DIN

Dihok an Duhok sêyem bajarê herî mezin yê Başûrê Kurdistanê, paytextê parêzgeha Dihokê û mezintirîn bajarê kurmancîaxiv yê devera Behdînan anku herêma kurmancîaxiv ya Başûrê Kurdistanê ye. Serjimêrî anku gelhe yan nifûsa wê niha bi esehî nayê zanîn lê nêzîkî yan zêdeyî milyonekê ye.

Ji ber mezinahî û delaliya wê, yek ji bernavên wê ”Bûka Behdînan” e.

Li ber van gotinan, belkî bi gelek kesan xerîb be ku navê Dihokê bi ihtimaleke gelek mezin ji peyvên ”dih-ok” pêk tê ku maneya ”gundik, gundê biçûk” dide.

Li ser etîmolojiya ”Dihok, Duhok”ê herwiha teoriyeke din jî heye ku dibêje ”Duhok” ji ”du” (2) û ”hok” (mist, lep) pêk tê ji ber ku – li gor gotinan – mîrek li wê derê hukimdar bû û her kesê ku barek di wê derê re derbaz dikir, mîr du mist ji berhemê wî (bo nimûne barê genimî) bo xwe radikir. Ev teorî bi zelalî çêkirî û ne rast e:

  • Ne ihtimal e ku mîrek li derekê hukimdar be lê wê derê ti nav tine bin û paşî ji ber vê kiryara mîrî ew nav lê hatibe kirin.
  • Ne ihtimal e ku mîrekî wek gumirk tenê du mist ji her barî rakiribe.

Loma bi qenaeta min teoriya ”du-hok” anku ”du lep, du mist” bi zelalî ne rast e. Ji ber vê em ê li ser teoriya ”Dihok” ya ji ”dih” û ”-ok” rawestin.

Paşgira ”-ok” berbelav e û bi berfirehî tê zanîn ku bi wê formên diminutîv anku biçûkker tên çêkirin:

  • bajar > bajarok
  • bûk > bûkok
  • kulind > kulindok

Peyva ”dih” bi maneya ”gund” e û hevreha ”dih / dêh” ya farisî, ”dê” ya soranî, ”dew” ya zazakî, ”dêh” ya pehlewî, ”dehyu-” ya hexamenişî, ”dexyu-” ya avestayî û ”desyu-” ya sanskrîtî ye.

Ev peyv di van hemû zar û zimanan de bi berfirehî li kar e yan li kar bû. Di zar û zimanên niha yên îranî de (farisî, soranî, zazakî) ev peyv maneya ”gund, şêngehên biçûk” dide.

Lê di kurmancî de bikaranîna vê peyvê bi wateya ”gund” kêm bûye û tenê li hin deverên kurmanciya rojavayî ew bi forma ”dih” maye, bo nimûne li Elbistanê.

Ji ber ku ev dever pir nêzîkî herêmên zazakîaxiv in, mimkin e ku hebûna peyva hevreha wê ”dew” di zazakî de alîkariya parastina ”dih” di kurmancî de kiriye. Yan jî mimkin e ku peyva ”dih” bi maneya ”gund” pêşî bi temamî ji tevahiya kurmancî winda bûbe lê li deverên nêzîkî zazakî peyva ”dew” ji zazakî ketibe kurmancî û li gor dengnasiya kurmancî wek ”dih” hatibe eyarkirin.[1]

Dengê U di forma ”Duhok” de bi ihtimaleke mezin ji tesîra asîmîlasyona li gel dengê O ye ku dengê ”i” jî kiriye U-ya zêdetir nêzîkî O.

Niha gelek kes dê bipirsin ka çima navê ”Dihok” anku ”gundik” li bajarekî milyonî hatiye kirin.

Du bersiv jê re hene ku yek dîrokî û yek jî zimannasî ye. Em ji bersiva dîrokî dest pê bikin:

Sebebên dîrokî

Piraniya bajaran jî carekê gund bûn.

Ji bilî çend bajarên nûavakirî, ku bi bername û fermanên hikûmetan bi sedan hezaran an bi milyonan mirov neqlî wan hatine kirin, her bajarê mezin jî pêşî gundikekî çendmalî bû û paşî hêdî-hêdî mezin bûye.

Dihok wek şêngehekê ne nû ye lê mezinbûna Dihokê tiştekî bi rêjeyî gelek nû ye. Ew di sedsala 13an de bingehê mîrgeha Dasiniyan bû lê paşî bû beşek ji mîrgeha Behdînan ku paytextê wê ne Dihok lê Amêdî bû. Di nîveka sedsala 19an de Dihok bi statuya gundekî bû beşek wilayeta Mûsilê û tenê ji sala 1969 ve wilayeteke anku parêzgeheke serbixwe ye. Dîsa jî navenda bajêr biçûk bû û tenê piştî wêrankirina gundan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di salên 1980an de gundiyan bi rêjeyeke mezin bar kir Dihokê û navenda bajarî di demeke pir kurt de mezin bû.

Ji berê ve navekî din yê Dihokê ”Dihoka Dasiniyan” e. Anku mimkin e ku ev navê eslî û kamil yê Dihokê ”Dihoka Dasiniyan” anku ”Gundê Dasiniyan” yan ”Gundikê Dasiniyan” be. Lê piştî bikaranîna ”dih” û ”dihok” bi maneya ”gund” û ”gundik” bi giştî di kurmancî de nemaye, êdî ne zerûrî bûye ku mirov herdem bibêje ”Dihoka Dasiniyan” lê ”Dihok” bi tenê jî bes e.

Sebebên zimannasî

Peyva ”dih” û varyantên wê ”dêh, dê, dew…” di zimanên îranî yên niha de wateya ”gund” didin. Lê maneya peyvê ne herdem ev bûye.

Di zimanên îranî yên kevn (hexamenişî, avestayî) de ”dehyu-, dexyu-” ne ”gund” lê ”welat” yan ”war” bû. Ev heman wateya peyva ”desyu-” ya sanskrîtî ye jî. Wek ku ji kevirnivîsên kevnar yên hexamenişî bi zelalî diyar dibe, ”dehy-” ne bi wateya ”gund” lê bi maneya ”war, welat” bi temamî tê xebitandin.[2]

Bo guherîna wateya peyvan di navbera ”gund, bajar, wilayet, welat” de bidin ber ”by” ku di danmarkî de maneya ”bajar” û di swêdî de wateya ”gund” dide yan jî bidin ber peyva ”welat” (bi soranî ”wiłat”) ku ji peyva ”wilayet” ya erebî hatiye.[3]

Anku mimkin e ku navê ”Dihok” li Dihokê hatibe kirin li zemanekî ku ”dih” ne maneya ”gund” lê wateya ”war” dida û ”dihok” jî ne biçûkkirina ”gund”ekî lê ya ”war”ekî bû.

Dihên din

Dihok ne tek şêngeha Kurdistanê ye ku peyva ”dih” tê de hebe. ”Dihê” yan ”Dih” (bi tirkî Eruh) navçeyeke Sêrtê ya li Bakurê Kurdistanê ye jî.[4] Li wê navçeyê du gundên bi navê ”Dihê” û ”Diyê” jî hene.[5] Dîsa li Şirnexê jî gundekî bi navê ”Dihde” heye.[6]

Ji bilî van navên ku bi zelalî ji peyva ”dih” peyda bûne, herwiha mirov dikare navê ”Dîlok”ê anku Entabê bide ku hêjayî zêdetir vekolînê ye.

Li aliyekî din, navê ”Diyarbekir”ê bi zelalî ne ji peyva ”dih” e. Ew ji erebî ”diyar” (war, welat) û ”Bekir” (navê eşîreke kevn ya deverê) hatiye. Forma wê ya tirkiya nû Diyarbakır (warê sifrî/misî/baqirî) sala 1937 bi fermana Atatürkî lê hatiye kirin. Di tirkiya osmanî de jî ew Diyarbekir yan Diyari Bekir bû.

Husein Muhammed -zimannas.wordpress.com/

__________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Eyarkirina ”dew” ya zazakî li gor dengnasiya kurmancî ”dih” dikare ji zerûrî be ji ber ku ”dew” ji xwe di kurmancî de bi wateyeke din heye ”dew: vexwarineke ji mastî, avê û xwê”).

[2] Binêrin: http://www.avesta.org/op/op.htm

[3] Bo wateguherînê (semantic change) bi giştî, binêrin: https://zimannas.wordpress.com/2016/02/19/wateguherin-2/

[4] https://ku.wikipedia.org/wiki/Dih

[5] https://ku.wikipedia.org/wiki/Diha_Kevn û https://ku.wikipedia.org/wiki/Diy%C3%AA

[6] https://ku.wikipedia.org/wiki/Dihde

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply