Dibistaneke Texasê Bênhvedana

Dibistaneke Texasê biryar da ku bi rojê çar bêhnvedanan bide xwendekaran, mamoste û dêbav bi dilrazî dibêjin ku di encamê de tiştekî nedîtî derket holê.

some-students-at-eagle-mountain-elementary-school-are-having-recess-four-times-a-day-donna-mcbride-a-first-grade-teacher-has-noticed-a-difference-in-her-students

Xwendekarên Dibistana Seretayî ya Eagle Mountain zêdetir sûdê ji bêhnvedanên xwe werdigirin. Donna McBride, mamosteya pola yekem, cudahiyek di reftarên xwendekarên xwe de ferq kiriye. Chistopher Connelly / Kera News

Dema xwarina danê nîvro ne tê de, navber bi tu rengî ne tenê demeke serbest e bo lîstina zarokan. Ev dema lîstikê ya serbest û bêplan rê dide ku xwendekar tevbigerin û alîkariya wan dike ku bêhtir bala xwe bidin ser dersê di polê de. Ew dibistina li Texasê  dibêje ku wan rîskek hilda ser xwe dema ku rojê çar navber dan, lê ji ber feydeya vê biryarê ew dilniya ne.

Dibistana Serertayî ya Eagle Mountainê her sibe du navberên 15 deqeyî dide xwendekarên pêşdibistanê û pola yekem da ku zarok derkevin derve û bilîzin. Di serê pêşîn de mamosteyan ji ber kêmbûna dema dersê û gihandina mufredatê şayîş dikirin, lê ev ceribandin nêzîkî pênc meh e dewam dike û mamoste dibêjin zarok hê baştir û zûtir hîn dibin ji ber ku di polê de dikarin bêhtir bala xwe bidinê û bê liv û tevger konsantre bibin.

“Di gel vê yekê diltirsiyek li ser min hebû” dibêje mamosteya pola yekem Donna McBride. “Min destûr dida pola xwe ku rojê çar caran derkevin derve digel vê yekê min hewl dida ku ez fêm bikim bê ka ez ê çawa hemû tiştên pêdivî fêrî zarokan bikim.”

Lêbelê ew nika dibêje ku xwendekar di polê de ne tenê bala xwe baş didin dersê, di heman demê de dersê baştir dişopînin, hewl didin bi tena sere xwe hîn bibin û probleman çareser bikin û dibêje ku ew kêmtir pêrgî pirsgirekên dîsîplînî tên.

McBride dibêje “Bi rastî jî em encamên baş bi dest dixin”, û bingeheke zanîstî ya wan tiştan jî heye. Akademîya Pedîatrîyê ya Amerîkî wiha dibêje: “Navber parçeyeke girîng û pêwîst ya pêşveçûna zarokan e.” Heya mezin jî heta êvarê li ser kursîyê peya nebin nikarin bi awayekî baş konsantre bibin û xebat zorê li wan dike îcar ma dora ku zarok qet nelivin, bala xwe bidin bêyî ku enerjiya xwe nedin der û hîn bibin. Dema ku xwendekarên pêşdibistanê an jî yên pola yekem hemû rojê bi darê zorê bên rûniştandinê û bo lîstina wan tenê  navbereke 15 deqeyî bête dayîn – berî ku navberên dirêj tetbîq bikin rewşa xwendekarên Eagle Mountainê ev bû – nesekinîna wan ya di polê de û kirina kiryarên kirêt tiştekî asan e. Dayîna navberên birêkûpêk bo lîstina li derve tiştekî gelek baş e him ji bo hişên wan him jî ji bo laşê wan.

bala-zede

Li Dibistana Seretayî ya Eagle Mountainê wendekar di polê de ne tenê bala xwe baş didin dersê, di heman demê de dersê baştir dişopînin, hewl didin bi tena sere xwe hîn bibin.

Debbie Rhea ku li dibistanê ji bo zêdekirina çalakiyan û dema lîstikan li dibistana Eagle Mountaine û yên din dixebite, dibêje ku “Eger hûn tişta ku ez jê re “vedestpêkirina sîstemê” a 15 deqeyî dibêjim li ser zarokan tim û tim  bisepînin, ev tişt platformekî pêşkêşî wan dike ku tê de dikarin li asta herî bilind “kiryarên” berz pêk bînin.

Programa Rheayê xwendekarên dibistanan, zarokxaneyan û pola yekem vedixwîne bo di rojeke dibistanê de dayîna çar navberên 15 deqeyî. Di vê programê ne tenê mamosteyan sûd wergirt di heman demê de hin dêûbav dibêjin me ferq kirîye ku zarok li malê bêhtir bi serê xwe tev digerin û afirînertir dibin û digel vê yekê dêûbav dibêjin ku dayîna navberên zêdetir destûr dide ku zarok bêtir sosyal bibin. Axirê peydakirina hevalekî li ser hêlekanê hêsantir e ji peydakirina hevalekî ya/ê ku bêdeng guhadarîya mezinekî dike ku problemeke matematîkê vedibêje.

Devjêberdana qismek ji wextê dersê ji bo dayîna navbereke bipergal û biçûk pevgorîneke wisa ye ku hûn dê zêdetir berdêla vê tiştê bibînin. Ji ber ku piştî navberê zarok bandortir û arezûmendtir hîn dibin ji rewşa rûniştina li ser rûniştokê heta êvarê. Îroj zêdetir  tişt hene ku zarok divê di wexteke kêm de hîn bibin. Wisa xuya dike ku rêya herî baş bo alikarîya  hînbûna zarokan dayîna wexteke wisa ye ku ew tê de bi têra dilê xwe bîlîzin û bibin zarok.


Çavkanî:Texas School Triples Recess Time And Sees Immediate Positive Results In Kids

https://perwerdia.wordpress.com/

Werger: Harun Delikaya – Harun xwendekarê beşa Endezyariya Avahiyê ye li Zanîngeha Dîcleyê. Teknolojî, zanyarî, ziman û perwerdehî bala wî dikişîne. Hûn dikarin wî li ser twitterê bişopînin. ⇒  @dlkyharun 

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply