Dibêjin, Kurd çima hê bindest in?

Fîlozof û Şairê Kurd Ehmedê Xanî ji vir sêsedûbîstûpênc sal berê, di Mem û Zîn da belengazî û xizanîya Kurdan bi van peyvên zêrîn tîne ziman û wiha dibêje:

„Eger hebûya jibo me padîşahek
Xwedê liyaq bidîya jibo wî kulahek

Û bihata dîyarkirin jibo wî textek
Eşkera eşkera dê vebibûya jibo me bextek
(…)
Em’ê nebûna belengaz û xizan, bindest û binferman
Zorbirî û stûxwarên Tirkan û Eceman…“

Şêx Saîd Kal, nodûsêsal berê, li ber darsêpê ji Kurdan ra hosîyê (wesyet) xwe dike û wiha dibêje:

Ez nuha ji dinya fanî xatir dixwazim. Tu car poşman nînim ku, ji bo gelê xwe feda dibim. Bese ku nevîyên me di pêşerojê da li himber neyarên me, me nedin şermê!..“

Seyîd Riza heftê sal berê, li hember dewleta Tirk histûyê xwe xar nake û di dawîya emrê xwe  da li ser têkilîyên Kurdan ên bi dewleta Tirk ra wiha dibêje:

Heger ku nanê hukumetê di qirika we da çûbe xarê, êdî hûn tu car naedil in…“

Saîdê Kurdî (Nursî) jî şêst- heftê sal berê rewşa Kurdan dinirxîne û di derbarê cîvaka Kurd da gotinên xwe yên dîrokî dibêje:

„Neyarê me yê herî mezin, nezanî, xizanî û bêtifaqî ye…“

Di dema ku Ehmedê Xanî jibo Kurdan daxwaza padîşahek dikir, Kurdistan du parçe bû, îro çar parçe ye. Zorbirên Kurdan du bûn, îro bûne çar…

Nodûsê sal şûnda bicîhanîna wesyeta Şêx Saîd bidin alîkî, Kurd li gora wî û hevalên wî jî xwedî derneketin û hê îro jî li kuderê hatine defin kirin, nayê zanîn…

Seyîd Riza heftê sal berê çopek nanê dewletê xeternak didît, îro Kurd xwe wek xwedîyê dewleta Tirk dibînin û jibo demoqratîzekirina dewletê canê xwe didin…

Weke gotinên Saîdê Kurdî, Kurd hê îro jî li çar parçeyên Kurdistanî jî nezan û xizan û bêtifaq in.

Kurd nezan in…

Jiber ku, ji dîrok xwe, ji hosî û şîretên bav û kalên xwe bêhayîdar in…

Ji ziman û çand û hunera xwe dûr in…

Kurd xizan in…

Jiber ku, hê di bin destê neyarên xwe da xulam û xizmetkar in.

Yên ku li ser axa xwe mane, tî û birçî…

Yên ku ji axa xwe dûrketine, li seranserê dinê koçber û penaber in…

Kurd bêtifaq in…

Jiber ku, mala xwe ya xirabe danî alîkî û jibo xemilandina mala neyarên xwe weke palêyên bi nan û av li ser kar in…

Dibêjin, Kurd çima hê bindest in û nabin xwedî dewlet?

Jibo avakirina dewletê ax û gel û hêzek ji gel pêwîst e.

Mixabin ji bo avakirina dewletek netew ne mezinbûna axê, ne hêjmara gel, ne jî hêza herî bi quwet bes e.

Berî her tiştî hiş û hişmendîyeke netew pêwîst e.

Jiber ku, heger mirov ji ziman û çand û hunera xwe dûr be…

Ji dîrok û ji gotinên lehengên dîroka xwe bêhayîdar be…

Roj bi roj ji koka xwe, ji rê û rêbazên netewa xwe dûr dikeve…

Û ne ji xulamtî û xizmetkarîyê, ne jî ji nezanî û xizanîyê xilas dibe…

ikram oğuzRewanbêj

03.07.2018

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply