Dibe ku çaya germ mirovî ji nexweşiya ava reş biparêze

Hinek lêkolînerên amerîkî ragihand ku ihtimal kêmtir e ku ava reş bi çavê wan kesên ku çaya germ vedixwin de were anku bi nexweşiya glokomê bikevin.

Amadekarên lêkolînê dibêjin, li gorî kesên qehwe, vexwarinên gazî û çaya cemidî vedixwin, rêjeya nexweşiya ava reş bi qasî 74% kêmtir bûye li cem wan kesên ku her rojê îskaneke çaya germ vedixwin ku madeya kafein tê de heye.

Di vê derbarê de, bijîşkeke bi navê Kolimanê ji zanîngeha Kalîfornyayê ya li Los Angelesê got, “ava reş dibe sedema korbûnê û dê tiştekî baş be ku rêyeke ji bo parastinê hebe ji ber dermanê wê tine.”

Kolimanê ji Reutersê diyar kir ku baştirîn rê ji bo parastinê ew e ku çav werin kontrolkirin.

Bijîşkê di berdewamiya axiftina xwe de got ku ji ber de têkiliyek di navbera qehwe yan kafeînê û xetera ava reş de hatibû dîtin lê dîsa jî lêkolînên nû li ser vê mijarê li hev nekiriye.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply