Dia û Îbadet


وَإِذَا سَأَلَكَ عِبَادِي عَنِّي فَإِنِّي قَرِيبٌ أُجِيبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ إِذَا دَعَانِ فَلْيَسْتَجِيبُوا لِي وَلْيُؤْمِنُوا بِي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ (186) البقرة

Bawermendên birûmet!

Mejiyê îbadetê dia ye. Mirov, ji hêla bedenê ve çawa ku pêdiviya wî bi bal xwarin û vexwarinê ve heye, her wiha ji hêla giyanê ve jî bi bal diayê ve heye. Mirov afirandeyeke kêmqewet e. Temamên pêdiviyên xwe nikare bîne cih, li hember her êş û belayên ku bêne serê wî nikare bisekine. Her kesê ku li ser rewşa xwe bifikire dizane ku di her hal û karê xwe de pêdiviya wî bi bal Xuda Teala ve heye, dia û daxwaziyên xwe ji wî dike. Ev pêdivî di mirovan de xwezayî ye. Ev pêdiviyên ha di her wesîleyê de xwe didin xuyakirin. Dia ew e ku mirov ji wî Xudayê ku em afirandine û nîmetên bêhejmar jî ku li me kirine, bazgur û lavelavê bike û aciziya li hember wî bîne ziman. Misilman, êş û jan û xwestin û hêviyên xwe pêşkêşî Xuda Teala dike. Li hember Rebê xwe acizî û kêmasiyên xwe tîne ziman û her ji wî bixwaze. Ji bo vê yekê nexwe dia, bazgur û lavelav her ji Xuda Tela tê kirin. Ji Xuda pê ve kesekî ku mirov jê bixwaze tune ye. Yê diafirîne, rehmê dike, rizqê dide, efû dike û diayan jî dipejirîne her Xuda Teala ye. Pêxemberê me di der barê diayê de wiha gotiye: “ Dia, mifteya deriyê rehmê, çeka misilmanî, stûna dîn û mejiyê îbadetê ye.”[1] Lewre di rihê diakirinê de teslîmbûna ji Xuda re heye. Xudayê we got: “Gazî min bikin ez ê bersiva we bidim. Bi rastî ewên ku li ser îbadeta min xwe mezin dikin, dê rezîl biçin dojehê.”[2] “(Ya Muhemmed!) Dema bendeyên min pirsa min ji te kir vêca bi rastî ez nêzîk im, ez di hewara gazîkeran têm dema gazî min dikin. Nexwe bila bendeyên min ji min bersivê bixwazin û bila bi min bawerî bînin da ku ew rêya rast bibînin.[3] Ew diayên ku tên kirin Xuda Teala mizgîniya qebûlkirina wan daye.

Misilmanên birûmet!

Bi hêviya ku wê diayê me bête qebûlkirin em ê dia bikin. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Gava ku însan ji bo tişteke xêrê destê xwe vedike Xuda Teala şerm dike ku destê wî vala dagerîne.”[4]  Ji vê hedîsa şerîf tê zanîn ew diayên ku bi dil û can tên kirin tên qebûlkirin. “Bi dizî û zarezar lavelavê ji Xudayê xwe bikin, bi rastî ew ji kesê sînornenas hez nake. Xirabî û tevdanê di erdê de nekin piştî rêkûpêkkirina wê, bi tirs û hêvî li ber Xudayê xwe bigerin, bi rastî dilovaniya Xuda nêzîkê yên qencîkar e.”[5] Ka em ê çawa dia bikin bi van ayetan Xuda Teala bi me dide zanîn. Mirovê misilman çawa ku ji xwe re dia dike her wiha dikare ji birayên xwe yên misilman û miriyên wan re jî bike. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Xudayê me! Di roja hesabdîtinê de tu min, dê û bavên min û misilmanan bibexşîne.”[6] Yek ji adabên dia ew e ku mirov diayên xwe di xêrê de bike. Lewre ne layiqê misilmanî ye ku nifînan ji bo xirabiya misilmanan bike.

Misilmanên birûmet!

Ji bo ku diayê mirov bête qebûlkirin pêwîst e di tengî û firehiyê tevê de mirov ji Xuda Teala bixwaze ne ku di tengiyê bi tenê de. Ji bo ku mirov tişta dixwaze bi dest bixe pêwîst e ku bizane serlêdana sedemên madî şert e û digel vê jî ji Xuda Teala bixwaze. Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “Xudayê me! Li dinyayê qenciyê û li roja dûmahiyê jî qenciyê bide me û me ji ezabê agir biparêze.”[7]

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1]  Tirmizî h. 3368-69

[2]  Xafir 60.

[3]  El-Beqere 186.

[4]  Tirmizî 3556.

[5]  El-Eraf 55,56.

[6]  Îbrahîm 41.

[7] El-Beqere 201.

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply