Di TRT Kurdî de 66 Stranên Kurdî hatne qedexekirin

Televîzyona dewletê ya Tirkiyê TRT, 66 jê stranên Kurdî 208 stran qedexe kirin. Li gor vê yekê di 14 kenalên TRTê de yek ji wan bi Kurdî weşanê dike ev stran nayên gotin û weşandin.

Li Tirkiyê qedexeya li ser ziman, çand û hunera Kurdî her diçe belavtir dibe. TRTê, stranên dengbêj û hunermêndên Kurd ên navdar ên mîna Mihemed Şêxo, Kerapetê Xaço, Ciwan Haco jî di nav de bi dehan stranên Kurdî qedexe kirin.

Serokatiya Lijneya Koordînasyon û Venihartina Weşanê ya TRTê eşkere kir ku 66 jê stranên Kurdî bi giştî 208 stran hatine qedexekirin û ew li ser kenalên TRTê nayên weşandin ku 14 kenalên wê hene û yek ji wan jî TRT Kurdî ye.

Li gor raporta wê lijneyê gotinên wan stranan ne guncaw in ku bên weşandin.

Jibilî qedexekirina stranên Kurdî, 2 bernameyên televîzyonê, 30 reklam, 8 reklamên radyoyê û 142 stranên tirkî jî hatine qedexekirin.

Li gor biryara TRTê stranên Kurdî ên li jêr qedexe ye ku li ser ekranên TRT Kurdî bên weşandin:

Çavkanî: Basnews 

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply