Di tedawiya kansera herî kujer de gaveke girîng

Kargeha dermankariyê AB Science ya navenda wê li Parîsê ye daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku di tedawiya kansera mîdeyê de di ceribandinên bi dermanê bi navê ‘masîtînîb’ hat kirin de, encamên gelekî baş hatine bidestxistin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wê derbasî asta dawî û ya sêyemîn a ceribandina derman bibin û hat destnîşankirin ku di tedawiya yek ji cureyên herî kujer ê kanserê de, asteke girîng bi dest ketiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku masîtînîb a bi madeyeke bi navê îrînotecan re tevlîhev hatiye kirin, di tedawiya kansera mîdeyê ya metastatîk de, encamên ‘cesaretê didin’ derxistiye holê.

Di daxuyaniya AB Science de hat ragihandin ku masîtînîb wê di asta sêyemîn de bi madeyên din ên tibî re bê dayîn û hat gotin, “Eger encamên global ên li ser dirêjbûna dema jiyanê ya nexweşan zelal bibe, masîtînîb wê di tedawiya vê nexweşiyê de karibe bibe alternatîfeke nû ya terapotîk.”

Kansera mîdeyê her çend di nava cureyên kanseran de di rêza pêncemîn de tê dîtin jî, yek ji sê kanserên herî zêde rê li ber mirinê vedike ye. Ev cureyê kanserê li gel mêran weke cureyê duyemîn ê kansera kujer tê zanîn.

hawarnet.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply