Di Sedsaliya Nivîskariya Xelîl Xeyalî Yê Modanî De Behsa Zimanê Kurdî û Rêzimaniyê

Destpêk

Xelîl Xeyalî, yekî ji wan xîretkêşan e ku di serê sedsala bîstan de, di nav rewşenbîrên serdema dewleta osmanî de, li bajarê Stenbolê, ketiye nav rêxistinên mafparêz ên kurd û tevî nifşê wan entelektuelên malmezin ên kurd ku ji dil û can, di serê sedsala bîstan de doza bidestxistina mafên rewa yên neteweya xwe dikirin, ked û hed mizaxtiye. Heta em dikarin wî weke ronakbîrekî serdema dawî ya osmaniyan bihesibînin. Roj hatiye, ji bo ku kurdî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê, pirtûkaElîfbayê amade kiriye; roj hatiye, ji bo ku li ser zimanê kurdî hestiyariya gel û giregirên gel çê bike, ji rojname û kovarên mîna Kürd Teavün ve Terakkî [Rojnameya Kurd û Teawunê], Hetawî Kurd, Rojî Kurd û Jîn re gotar û rexnenivîs berepêşî raya giştî ya gelê kurd kirine û dîsan roj hatiye, ji bo ku zarokên kurd bi zimanê kurdî binivîsin û bixwînin, di bin mercên dijwar de, doza vekirina dibistanên kurdî kiriye. Heta ji me bê, em dê zor bidin xwe; da ku ji van aliyan ve em berê bal û dêhna xwe bidin ser keda Xelîl Xeyalî yê Modanî ku xemxurekî xêrxwaz ê kurdî ye û ka di kîjan komele û rêxistinan de cî girtiye û di kîjan kovar û rojnameyan de çi nivîsiye, fikra wî çi ye…

 

Xelîl Xeyalî kî ye?

“Xelîl Xeyalî Efendî, kurê Yusûf Axayê rehmetî ye ku ew ji eşîreta navçeya Mûtkî ya nav sînorên bajarê Bilîsê ye. Sala malî ya 1282 (m.1865) li gundê Zendera navçeya Mûtkî welidiye. Li Bilîs Mahalle Mektebî xwendiye; dersên serf, nehîw, bedî’ û beyanê, li medreseyan tehsîl kiriye. Nivîskar, dizane bi erebî, farisî bipeyive û bi erebî û farisî dinivîse. Di 16 saliya xwe de li Bilîsê di karmendiya Midûriya Maliyeyê de xebitiye; 30yê Çileyê Pêşî yê sala 1911an, bûye karmendê muhasebeya Halkalı Ziraat Mektebi.”[2]

 

Xemên Xelîl Xeyalî yên Li Ser Zimanê Kurdî

Gava ku salên 1900î, telebeyên gewreraman ên kurd, li payitexta Osmanî, li ser pêşdebirina doza mafê millî û azadiya welatê xwe dikevin nav lêgerînê û ji bo vê xizmetê diqilqilin û dixwazin ku komeleyekê ji bo navenda xebatên xwe damezirînin, Xelîl Xeyalî jî, di rêza pêşî de xwe dide bin barê kar û xebatên wan.

 

Nivîsên Xelîl Xeyalî Di “Hetawî Kurd”* De

Xelîl Xeyalî, di jimareyên 1, 2, 3yan ên rojnameya Hetawî Kurd de, bi navê M. X. nivîsên xwe nivîsiye. Di jimara 10an de, navê “Bavê Naco” daniye dawiya nivîsa xwe. Di jimarên dî de bi kîjan navî çi nivîsiye, bi destê me neket.

Navê nivîsên wî yên di jimara 1ê de “Ji Mezinên Kurdan Ra Ye” û “Şaîrê Baban û Soran” e, di jimara 2yan de bi navê  “Fe’tebîrû Ya Ulîl Elbab” gotareke wî heye û navê xwe jî li dawiya wê, “Bavê Naco” daniye. Di heman jimarê de nivîsa wî ya “Derdê Kurda” heye û navê xwe, weke “M. X.” daniye. Îca di jimara 3yan de, navê nivîsa wî, “Ji Keşîdeya Hacî Rehmet Têne Zanîn Ku..” ye. Di jimara 10an de bi sernavê “Tahirê Mewlewî” nivîseke wî heye.

Di nivîsa xwe ya jimara 1ê de, piştî ku gelek gilî û gazin ji şêx, axa û melayên kurdan dike, dora qisedanê tîne ser vê mijarê:

“Sê sed sal berê, -Rehmeta Xwedê lê be- Şeref Xan, ji bo kurdan tarîxek nivîsiye, ew tarîx tercumeê bi zimanê îngîlîz û alman û fransiz bûye, hêja bi zimanê kurdan tercume nebûye.”[3]

Di pey vê gazinê de îca li ba xwe giliyê gel dike:

“Bi zimanê xû naxwînin, pêş bi zimanê xû nakin, zimanê me di çavê me da bê fûd e.”[4]

Agahiyeke dîrokî jî wiha dide:

“Zimanê me, serf û nehwa me, xelk -elman- tercume kirine, hêja em ji bona xû di şubhê de ne.”[5]

Di pey vê rexneyê de, gelê kurd û ermen ji hêla zimên ve dide ber hev:

“Li koşeêk Kurdistanê da nîhayet çar heb fileh hebe, ji bona wî, ji Kurdistanê ra Filistan dibêjin. Çavê wan lê ye ku Kurdistanê ji destê me bigrin, navê me ji dunê wenda bikin. Mêrika ji bona wî, nasekinin, dixebitin, yekdil, yekziman û yekxîret in.

Em van dibînin û îbret nagrin, çima em mekteban venakin, çima em wek wan naxebitin, bi hev nakevin, yekdil û yekdest nabin? Her kî bixebite û mirov bi guherînê ew serdest dibe. Ne Xudê teala gotiye: Leyse lîl însanî îlla ma se’a.[Ji mirovan re ji xeynî xebata wan, tiştekî dî tune ye.] [6]

 

Elîfbaya Xelîl Xeyalî

Di dîroka zimanê kurdî de, kesê ku cara ewil bi tîpên alfabeya erebî, ji bo kurdî elîfba amade kiriye, ew e.

“Ji xeynî zaravayê zazakî û kurmancî yê kurdî, bi tirkî, farisî, erebî û frensî zanibûye. Çawa ku wî alfabeya herî ewil a zimanê kurdî ku tê zanîn, Elîfbêya Kurmancî çê kiriye. Tê zanîn ku wî Nehwa Kurdî û Qamûsa wî jî amade kiriye. Tevî van, ew nirxên wî yên kurdî ku di weşanên nasnavkurdî de derketine, di nav mînakên ewil ên nivîsa pexşanî ya zaravayê kurmancî de tên hesibandin. Ew, yek ji wan kesên pêşî ye ku ji tirkî wergera kurdî kiriye.”[7]

Li ser berga berhemê wiha hatiye nivîsandin:

“Elîfbayê Kurmancî, Muherrîr Xelîl Xeyalî, Mûtkî, Tabi’: Kurdîzade Ehmed Ramîz, sal 1325 (m. 1909)”

Di dawiya Elîfbayê de jî wiha hatiye nivîsandin:

“Rica: Bihayê vê ji bo tebi’kirina kutûbê kurmancan e, li pey vê qiraet û serf û nehwa zimanê kurmancî jî dê tebi’ bibe; feqet em muhtacî arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştek nabe. Hêviya me, xeyret û ciwanmêriya kurmancan e. Meqseda me ji zarokê kumancan ra nîşandayina ilm û hunerê ye. Ketebehu Mûsa Ezmî El Kurdî, temmet, 1325”[8]

 

Nivîsên Xelîl Xeyalî Di “Kurd Teawun we Tereqqî Xezetesî” De

Gava ku kurdên ronakbîr ên serdema dawî ya Osmanîyan bi navê “Kurd Teawun we Tereqqî Cemiyetî” komeleyekê ava dikin û bi vî navî kovarekê diweşînin, Xelîl Xeyalî jî, dibe yekî ji wan kesan ku bi nivîsên xwe, reng û rûyekî xweş dide kovarê. Di hejmara wê ya 8an de, behsa zimanê kurdî, wiha dike:

“Şerefa kurmancî muhefeze bikin.”[9]

 

Rojî Kurd û Zimanparêziya Xoce Xelîl Xeyalî

Gava ku rewşenbîrên asofireh ên malmezinên welêt, bi navê “Cemiyeta Hêvî” komeleyekê ava dikin, Xelîl Xeyalî jî, dibe yekî ji xebatkaran. Cemiyeta Hêvî, biryar dide ku bi navê Rojî Kurd, kovarekê derxe. Xelîl Xeyalî jî, bi nivîsên xwe yên nûtîparêz, şewq û ronahiya kovarê zêde dike. Gelek balkêş e, ev kovar, digel ku bi turkiya osmanî, bi soranî û kurdiya kurmancî derdikeve, Xelîl Xeyalî, temamê nivîsên xwe, bi kurdiya kurmancî nivîsiye. Digel ku -li gor agahiyên devkî- Xelîl Xeyalî kurdekî dimilî yê herêma Hewêlê ye, gelek zêde ciyê mereqê ye ku çima wî qet bi kurdiya dimilkî nenivîsiye.

Em di kovara komeleyê –Rojî Kurd-  de rastî nivîsa ewil a Xelîl Xeyalî tên ku wî bi xwe navê xwe, Modanî X. nivîsiye. Navê wê nivîsê, “Ziman û Nezaniya Kurdan” e. Peyva ziman, gelek balkêş e. Di vê nivîsê de, em dibînin ku Xelîl Xeyalî, serê ewil, ji ber ku melayên me di medreseyan de, gava tiştekî dinivîsin, bêtir bi zimanê erebî, farisî yan jî bi tirkî dinivîsin, wan rexne dike. Ev rexenegirtina wî ya li çînên cûr bi cûr ên gel, helbet bi tena serê xwe bûyereke mezin e û li gor şert û mercên wê hingê, ne karekî piçûk e. Ev helwesteke xîretkêş a welatperwerî û neteweperwerîya wî ye. Di paragrafa heman nivîsê de, kula dilê xwe dide der û yekser, hîna wê hingê, bala xwendevanan dikşîne ser “perwerdehiya bi zimanê maderî”:

“Çira ku îro di dunyayê de hewqa milet û qewm hene ku em yekî wan qenc nas nakin, hed û hesabê wî tune, bi zimanê xwe dixwînin û dinivîsin, kitêban çê dikin û mekteb û [di] medreseyên xwe da talimî zarokê di xwe dikin. Yek ji wan ranebûye negotiye ku zimanê me, xwendin û nivîsandina wî zehmet e. Ez dê bê şermî zimanê miletek qebûl bikim.”[10]

Xelîl Xeyalî, di pey van nêrînan de, berê gotinê aniye ser hedîseke şerîf ku tehsîla ilim li ser hemû muslîmên mêr û pîrek ferz kiriye. Bi ser de jî, nezaniyê, weke belayekê dîtiye û di nav alemê de, şertekî hebûna miletan, bi wê yekê ve girê daye ku ji nezaniyê xelas bibin. Di vê hêlê de, ji ber ku berhemên xwe yên li ser doza Kurdan nivîsîne, pesnê Şêx Ubeydullahê Nehrî û Şêx Ehmed Kakeî û Şêx Firsafî daye.[11]

Di heman hejmara heman kovarê de, nivîseke Xoce Xelîl Xeyalî ya bi navê “Ji Rojnaweyê Sebîlurreşad, Vekirî Bûye Hedîsa Şerîf” heye ku helbesteke Mehmet Akîf Ersoy, ji zimanê tirkî wergerandiye kurmancî. Ev wergera wî gelek girîng e, ji ber ku ji xebatên “serê pêşî” yên kurdî ye.

Nivîseke qedirgiran a X. Modanî jî, di hejmara 3yan de derçûye. Navê wê, “Ziman” e. Di vê nivîsê de, piştî ku behsa girîngiya ziman a ji bo mirovan dike, îca dora rexneyê tîne ser temamê gel ku çima wan bi kurdî pirtûk nenivîsîne, mekteb û medreseyên bi kurdî venekirine:

“Îro di rûyê erdê de, nêzîkî şeş mîlyon kurd heye û hemû bi aqil in, bi çav in, li ba mileta xwe, xasime ji bo misilmaniya xwe, çend kitêb nevîsandine, çend mekteb û medrese vekirine?..”[12]

Di pey van gilî gazinan de, Xoce Xelîl ketiye coş û peroşê û dest bi duayê kiriye; peyre van daxwazên dîrokî ku li gor sed sal berî niha, têra xwe modern in, diyar dike:

“1. Ji bo xwendin û nivîsandinê, hîref

2. Ser terzeke nû elîfbayek

3. Ji bo zanîna temamê zimanê kurdîtiyê qamûsek

4. Îlmîhalek

5. Tarîxê bav û kalê kurdan û ‘an‘aneyê wan

6. Welatê kurdan û adet û teb’ê wan û mîqdar û navê eşîran

7. Kitêba hîsabê

8. Ji bo zimanê kurdan serf û nehwek

9. Tercumeya hal a mezinê di kurdan

10. Edebiyata kurdan û navê şaîrê wan, ji bo çêkirina van tiştan, çiqas kitêbên kurdî hene, lazim e wan bişînin.  Ji dengbêjan lawjek û çîrok û qewlê kurdan, pirs bikin û binivîsin û rê kin.”[13]

Heke em îlan bikin ku di dîroka edeba kurdî de, kesê ku cara ewil behsa van kar û barên mezin ên li ser xebatên ilmê ziman û edebiyata kurdî dike, Xelîl Xeyalî ye, dibe ku angaşteke rast be. Em dikarin bi dilekî rehet bi vê nivîsa mamoste serbilind bibin ku, cara ewil, wî bi xwe di vê nivîsa xwe de behsa pêwistiya xebatên bi vî rengî kiriye. Helbet em xebatên ku di rojnameya kurdî ya ewil Kurdistan (22 Nîsan 1898) de behsa girîngiya folklora kurdî hatiye kirin, ji nedîtî ve nayên.

Em ji van tesbîtên jor hîn dibin ku hîna wê hingê, hay û baya Mamoste Xelîl Xeyalî, ji van şaxên zanistê hebûye:

1. Zanista ziman

2. Zanista gel, ango folklor

3. Antolojî

Îca gava em berê xwe didin nivîseke wî ya dî ku di heman hejmarê de heye, em dibînin ku ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî, beşek helbest girtiye û behsa Elî Herîrî û Melayê Cizîrî dike:

“Eva mîsala Eliyê Herîrî ye neh sed û sî sal berê hatiye; bi zimanê kurdî beyt gotiye.”[14]

 

Xoce Xelîl, Di Komeleya Pêşketina Kurdistanê de

“Sazkarên komelê Xelîl Xiyalî, berpirsyarê “Jîn”ê Hemzeye Muksî û Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî bû ne. Paşê, piranîya xwenda û zanayên kurdan ên li Stanbolê bûne endamên wê; bi wî awayî komele di demeka kurt da xurt bûye.”[15]

 

Di Kovara “Jîn” de Nivîsên Xoce Xelîl

“Kovara “Jîn” di payiza sala 1918’an da li Stanbolê dest bi derketinê kirîye. Wisa tê zanîn ku organa neresmî ya Komela Pêşketina Kurdistanê bûye. Jîn 25 jimare hatîye weşandin. Tarîxa jimareya pêşîn 7/11/1918 ye.”[16]

Digel vê agahiyê, jimarên Jînê, di pey vê tarîxê de dîsan derketine. Weke weşaneke Kurd Teşkilat-ı Îçtimaiye Cemiyeti, hejmarên wê yên 33 ve 36an, di destê me de hene.

“Kovara Jîn, bi wê bawerîyê û bi wê biryarê, jîyana xwe nêzîkî salekî domandiye. Jimareya wê ya paşîn, yanî ya 25’an di tarîxa 2/10/1919’an da derketîye. Kovar piştê wê tarîxê hatîye girtin û bi wî awayî di dîroka gelê Kurd da veşirîye.”[17]

“Yek ji nivîskarên “Jîn”ê yên timî jî Xelîl Xiyalî bûye. Zana û nivîskarê

gewre Xelîl Xiyalî, nivîsarên xwe bi navê “Kurdîyê Bedlîsî” nivisine; di wan nivîsarên xwe da gelek şolên dîrokî, mîtolojîk, civakî, zimanzanî û felsefî girtine destê xwe û bi awayekî zanyarî ew tehlîl kirine. Nivîsarên Xelîl Xiyalî hemî bi zimanê Tirkî ne.”[18]

Çi heye ku nivîsên wî yên di “Kovara Jîn” û “Rojnameya Jîn”ê de, bi awayekî zelal nehatine diyarkirin. Digel ku ev agahiya M. E. Bozarslan heye jî, di hejmara 16an de, nivîseke bi sernavê “Gazindek” ku bi kurdiya kurmancî ye, heye. Di rûpelê munderecatê de, li ser navê Kurdiyê Bitlîsî ye; lê di dawiya nivîsê de navê “Kurdiyê Siwêregî” nivîsandî ye.

Nivîsa wî ya ewil, di hejmara 1ê de, bi ser navê “Göçmenler Müdürlüğü Yayınlarından «Kürdler» Adlı Kitap Dolayısıyle Dehak Efsanesi” derketiye û di hejmara 2yan de jî dewam kiriye. Di hejmara sisiyan de, bi sernavê “Kürtler Münasebetiyle” nivîseke wî ya li ser dîroka kurd û Kurdistanê heye. Nivîsa wî ya bi sernavê “Kürdistan’daki Şehirler Sekenesi Türk Müdür?” Di hejmara 6an de derketiye. Di hejmara 13an de, navê nivîsa wî “Kürdlere Dair” e. Sernivîsa wî ya bi navê “Kürdçeye Dair”, di nav rûpelên hejmara 14an de dixuyê.

Di vê gotarê de, mijareke girîng û balkêş ku hîna jî di rojevê de ye, girtiye destê xwe. Dixwaze ku em li ser kurdî bifikirin; bê ka zimanê kurdî têra divêtiyên neteweyî dike yan na. Dîsan diyar dike ku: “Her kurdê ku difikire û bê dilê xwe be jî dibêje ku rewşa îro ya zimanê me, têra zimanekî ilmî nake, ji vê naverokê dûr e.”[19] Mamoste, di pey vê de, behsa divêtiya zimanekî muşterek dike. Peyre di dirêjahiya nivîsê de, mizgîna nûçeya vebûna “Kurd Tamîmî Mearif we Neşriyat Cemiyatî” ku diJînê de derketiye dide. Diyar dike ku dewr, dewra xebatên komeleyî ye û hişyar dike ku kurd bi xebatên ferdî tevbigerin, helbet dê bi ser nekevin. Bernameya vê xebatê ya Komeleyê, weke ussulesasê hebûna ziman, milliyet û hebûnê dibîne. Piştî ku diyar dike ku pêşeng û dildarên komele û rêxistinê ku di Herba Mezin a Cîhanê de telef bûn, hawar bi alîkariya ciwanan dike. Peyre gotinê tîne ser zimanê muşterek ê kurdî û dide xuyakirin ku îhtiyaceke mezin ê gelê kurd, li Îran û Turkiyeyê bi zimanekî hevbeş heye. Hebûna diyalektan jî, ji bo kurdî, weke xezîneyekê dibîne û dide zanîn ku divê ji her lehçeyekê re heqqê heyatê hebe; lê belê divêtiya zimanekî muşterek ê edebî jî, bingeh digre.

Di Hejmara 15an, sernivîsa wî ya “Kürdçeye Dair” bi dîroka 28 Mart 1335 (1919) dewam dike. Behsa zêdegaviyên ku lazim e di ziman de neyêtin kirin dike. Diyar dike ku di hêla tenzîmkirina ziman de, li ser rûyê erdê, kesê ku bi ser neketibe tune ye. Digel vê yekê, diyar dike ku pêdiviya herî mezin a zimanê kurdî ew e ku gramer û ferhenga wî nehatiye amadekirin û ev jî dibe sedem ku edeb û zimanê muşterek çênebe. Her çendî lêkolînên li ser kurdî ku ji aliyê biyaniyên mîna ûris, îngîlîz, eleman û frensî ve hatibin kirin hebin jî, têra mezinahiya kurdî nabîne. Heta hin pirtûkên rêzimanî û ferhengên ku ji aliyê hin erbabên kurd ve hatibin kirin hebin jî, van têr nabîne. Digel van agahiyan, diyar dike ku hin edîbên kurd ku bi kurdî helbest nivîsîne û berhem dane hene; bes ne bi kurdiya xwerû ne, peyvên erebî û farisî di wan de hene û dûrî zimanê gel in. Dora behsê tîne ser zimanê eslî yê gel û fikra xwe diyar dike ku ev zimanê gel ku pîrekên pîr pê dipeyivin, divê ku ji zimanê edebî re weke bingeh bête girtin û ew bêje û qalibên zimanê gel, bi awayekî zanistî bêne berhevkirin û ji bona vê jî van karan rêz dike:

1. Divê ku heyeteke daîmî, ji bo ziman li navenda Kürd Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti bicive û sirf vî karî bike.

2. Divê ku ev heyet, bi navê Encumena Lîsan bête binavkirin û her azayekî vê komê, ji zanayên tehsîldar be û bi hindikî, tevî ku bi çend zaravayên kurdî bizanibin, divê ku bi zimanekî biyanî jî bizanibin.

3. Divê ku ev heyet, bi xwe terzê zemanê xebata xwe tayîn bike û ew di karûbarên dî yên komeleyê de neyêtin xebitandin.

4. Divê wezîfeya eslî û girîng a vê heyetê karê zimên be.

5. Divê pirtûka ferhenga zimanekî biyanî esas bête girtin û li gor vê ferhengê, bergîdana her bêjeyeke wê, di her diyalekteke kurdî de bête vekolîn û dîtin. Wekî dî, heke wateya hin bêjeyên kurdî, di ferhenga biyanî de tune be, divê ew bêjeyên kurdî, di deftereke dî de bêne qeydkirin.

Ji xeynî van, divê ku gotinên pêşiyan, li gor exlaqî û derveyî exlaqî, bêne berhevkirin. Divê ku hemû hîkaye, çîrok û efsane, li gor exlaqî û derveyî exlaqî, bêne berhevkirin. Ew her cûre helbestên ku di nav gel de hene, divê bêne berhevkirin û ew ferhengên ku li ber destan hene, divê bêne civandin û ew kesên ku van karan dikin, divê bêne perûkirin.

6. Divê ku ji zimanê erebî û pehlewî, zendî û farisiya kevn ku bi eslê zimanê me re eleqedariya wan heye, sûd bête girtin.

7. Encumen, divê ku serê pênc salan carekê, wê ferhenga ku çap kiriye, nû bike û çap bike. Divê ku mecmuaya gotinên pêşiyan di rojnameyê de payîdar bike û biweşîne.

8. Divê ku hasilata safî ku ji neşriyata Encumenê tê, ji azayan re bête diyarîkirin.

9. Ji tenzîmkirina rêzimaniyê, divê ku devoka hêla Hekarî û Botanê bête tercîhkirin û ev cemiyet, divê ku hemû nivîsarên rojnameyan, li vê gorê îcra bike.

Di hejmara 18an de sernavê nivîsa wî “Kürdler İranî Değil Midir?!” e û di hejmara 19, 20 û 21an de heman nivîs dewam dike. Gelek balkêş e ku ev nivîsa wî, tam di formata gotarên modern de ye.

 

Encam

Wan roj û demên ku edîb û neteweperwerên osmanî li pey zindîkirina nirxên xwe yên millî digerin û tevî qelema xwe ketine xîzmeta edebiyata bi zimanê tirkî, Mamoste Xoce Xelîl jî, bi temamê hêz û şiyana xwe, mil û mêxên xwe daye ber gurûgeşkirina zimanê kurdî, heta jê hatiye, berê bal û dêhna giregir, zana û xuyaniyên malmezin ên gel kişandiye ser berhemên kevnar û nûjen ên edebî yên kurdî û weke helwesteke xîretkêşane, bi fikr û hestên gelek asofireh, hemû nivîsên xwe yên rojname û kovaran jî, -kovara Jînê ne tê de- bi kurdî nivîsiye.

Pêvek 1

“Belê, ev meyla her yek ji we ya axatiyê û fikra serbixwetiyê û enaniyeta ku li sehrayên rabirdûyê ku bûye sedema keşmekêşiya we,  vêga jî di se’adet-serayên medeniyetê yên pêşerojê de, dê vegere fikra îcadê, teşebûsa şexsî û fikra hurriyetê. Heta dikarim bibêjim ku: Li gorî medreseyên xelqê yên bê his û bê deng, medreseyên we yên bi heytehol meclîseke mebûsî ya ilmê nîşan dide. Weke pistepistên we yên semawî û rûhanî, a li pey mele fatîhe xwendina we, ji hêla mezheb, medrese û qewmiyetê ve, weke sirrekî, îma û nîşaneyeke qederê heye ku di mahiyeta we de qabiliyeta meşrûtiyetê heye.

[20] Şewqa teşebûsa şexsî dike, ya ku navlêkirineke wê yî din e.

Hem jî “wêrekî û namûsa millî” ya ku avaker û hamiyê her cure fezîletê ye, ferman dike ku: Çawan ku heta vêga bi vekirina mecrayekê ji mejî bal bi dil ve, we aqil û qewetê gihiştandibû hev û her wiha çawa bi hînbûna perwerdehiya li ser devê şûr, hûn di wêrekiya maddî de bi pêş ketin, vêcarê, neqebekê/qulekê ji dil bal bi ramanê ve vekin, qewetê bi hewara aqil ve, hissan bi gaziya fikran ve bişînin, da ku namûsa millî li meydana medeniyetê ya wêrekiya eqlî paymal nebe. Divê şûrê we ji cewherê fen û sin’etê were çêkirin.

Hem jî, ew zimanê we yê ku jê re “zimanê mederzad[21] tê gotin û teyisîngeha biriqokên hestên mîllî ne û fêkiyên dara edebê ne û cihoka ava jiyana hîndekarî û perwerdehiyê ye û mîzana edaletê ya qîmet û kemilîna we ye ku rasterast ji wijdanê her kesî re bi vekirina şibakeyekê, mîna demeta tîrêjan bandoreke mayende dihêle (ji ber îhmalkirina we gelek tevlîhev bûye û hinek şaxên wê hatine tamandin), digel ku ev ziman ji ajdana dareke mîna dara Tûbayê re misaîd bû; wiha hişk bûye, perîşan maye û ji edebiyata ku zimanê medeniyetê ye bêpar maye. Ji ber van sedeman zimanê we, bi zimanekî mehzûn ji walatparêziyê re giliya we dike.

Ziman mora qedera mirovan e. Heçî sûretê mirovahiyê ye, di reng û ruyê ziman de xweşikahiya xwe dide der. Ji ber ku zimanê maderzad sirûştî ye, bêyî ku lefz bên vexwendin tên bîra mirov. Ji ber ku danûsitandin tenê bi maneyê tê kirin, di nav duriyanê de heyirî namîne û agahdariyên dikevin wî zimanî mîna “neqşê ale‘l-hacer/nexşên li ser kevir” mayende dimînin. Û her çî tiştên ku bi wî kirasê zimanê millî bixuyên henûn dibin. Vaye mînakeke welatparêziyê pêşkêşî we dikim ku; ew jîMîrze Xelîl Xeyaliyê Motkiyî yê ku wekî di her beşê welatparêziyê de, di warê ziman de jî pêşekiyê bi dest xistiye. Û alfabe, serf û nehwa ku esasên zimanê me ne, anîye wucûdê. Û heta ez dikarim bibêjim ku Esra hemiyet, xîret, fedakarî û parastina zeîfan gihiştandiye hev û wucûda wî ya manewî çêkiriye. Heqîqeten ji ber ku em li cewherekî wiha yê xîretê ku ji kana Kurdistanê ye rast hatine, hêvî heye ku dê gelek cewherên wekî wî pêşeroja me ronahî bikin.

Vaye ev zat, nimûneyeke welatparêziyê ya ku hêjayî mirov bide dûv nîşan daye û ji bo zimanê me yê millî ku muhtacê kemilînê ye temelek avêtiye. Ez ji mirovên bixîret re şîretan dikim ku li dûv rêça wî herin û li ser temelê wî ava bikin.”[22]

 

                                             Bedîuzzeman Seîdê Kurdî 

 

***

Ayhan Yıldız-Nûpelda

 

JÊDER Û SERÇAVÎ

Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Dîwana Herba Urfî, (Wergêr: Aydin Uneşî) Weş. Hizmet Vakfi Yayinlari, Istanbul, 2012

Ji Eşîra Mûtkî Xelîl Xeyalî, “Kurdçe Lîsanimiz, Weten û Îttîfaqa Kurmanca” Kurd Teavün ve Terakkî Gazetesî, no. 8, 1 Muherrem 1329 [1909] Stenbol

Kurdiyê Bidlîsî, “Kurdçeye Daîr”, Jîn, Stenbol, 1919, ( Çapa Weşaxaneya Deng, 1985) hejmar. 14

Malmîsanij, (2010), Istanbul, Yirminci Yüzyılın Başında Diyarbekir’de Kürt Ulusçuluğu, Weşanên Vateyî

Mehmet Bayrak, Açık-Gizli, Resmi-Gayrıresmi, Kurdoloji Belgeleri, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1994

M. Bozarslan, Kovara Jîn, Cild I, Siwêd, Weşanxana Deng, 1985

Modanî  X, “Ziman û Nezaniya Kurdan” Rojî Kurd, Stenbol, 1913, hejmar 2, çapa Weşanên War, (2002

M. X. “Ji Mezinê Kurdan Ra Ye” Hetawî Kurd Stanbol, 1909, jimar: 1

M. X, “Ziman” Rojî Kurd, Stenbol, 1913, hejmar 2, çapa Weşanên War, 2002

 

 



[1] Ji ber ku nivîskarê me, peyva Modanî bi kar aniye, me jî ev tercîh kir.

[2] Malmisanîj, (2010), Istanbul, Yirminci Yüzyılın Başında Diyarbekir’de Kürt Ulusçuluğu, Weşanên Vateyî, r. 126.

* Lêkolerê kurdolojiyê Weysel Aydenîz fotokopiyên vê rojnameyê dane me, mala wî ava be.

[3] M. X. “Ji Mezinê Kurdan Ra Ye” Hetawî Kurd Stanbol, 1909, jimar: 1, r. 20.

[4] Heman nivîs.

[5] Heman nivîs.

[6] M. X. “Ji Mezinê Kurdan Ra Ye” Hetawî Kurd Stanbol, 1909, jimar: 1, r. 20.

[7] Mehmet Bayrak, Açık-Gizli, Resmi-Gayrıresmi, Kurdoloji Belgeleri, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1994, r. 491.

[8] Mehmet Bayrak, Açık-Gizli, Resmi-Gayrıresmi, Kurdoloji Belgeleri, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1994, r. 505.

[9] Ji Eşîra Mûtkî Xelîl Xeyalî, “Kurdçe Lîsanimiz, Weten û Îttîfaqa Kurmanca” Kurd Teawun we Tereqqî Xezetesî, no. 8, 1 Muherrem 1329 [1909] Stenbol, r. 69-71

[10] Modanî  X, “Ziman û Nezaniya Kurdan” Rojî Kurd, Stenbol, 1913, hejmar 2, çapa Weşanên War, 2002, r. 67.

[11] Heman gotar, r. 68.

[12] M. X, “Ziman” Rojî Kurd, Stenbol, 1913, hejmar 2, çapa Weşanên War, (2002), r. 88.

[13] M. X, “Ziman” Rojî Kurd, Stenbol, 1913, hejmar 2, çapa Weşanên War, (2002), r. 88.

[14] Heman cî, r. 94.

[15] M. Bozarslan, Kovara Jîn, Cild I, Siwêd, Weşanxana Deng, (1985)  r. 23.

[16] M. Bozarslan, Kovara Jîn, Cild I, Siwêd, Weşanxana Deng, (1985)  r. 5.

[17] Heman cî r. 5.

[18] M. Bozarslan, Kovara Jîn, Cild I, Siwêd, Weşanxana Deng, (1985)  r. 8.

[19] Kurdiyê Bidlîsî, “Kurdçeye Daîr”, Jîn, Stenbol, 1919, ( Çapa Weşaxaneya Deng, 1985) hejmar. 14 r. 10.

[20] – Ji bo însan, ji bilî xebata wî tiştekî din nîn e. (Necm: 39)

[21] ­ Zimanê Mederzad: Zimanê zikmakî, maderî.

[22] Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, Dîwana Herba Urfî, (Wergêr: Aydin Uneşî) Weş. Hizmet Vakfi Yayinlari, Istanbul, 2012, r. 61-63.

 

Derbar ziman

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply