Di Rojnivîska Spinoza de Travma û Çend Xalên Girîng

Pirtûk bê guman ne wek romanên kurdî yên klasîk hatiye nivîsandin, bi teknîkeke nû bûyer pevxistiye û hevok jî li ser vê teknîka nû hatine saz kirin. Nivîskar hevok li ser havokê bar kiriye û hata ku tu bê bes dirêj kiriye. Qewimandina bûyera jî bi awayekî postmodernîst ketober daye.

Nivîskar, têkiliya ne jidil ya di nav Kurdan de, jiyanên perçebûyî, bê dilsozî, wek qameravanekî, çi tiştên dixuyên çi jî tiştên veşartî, têne ber çavên xwîner û tu tiştî veşartî nahêle û bi awayî kuçe bi kuçe li pey lehengên xwe çû ye. Ma çima dê bihêle, ma ne bes bû ku îdealîzekirina lehengên romana kurdî? Êdî xwîner ji lehengên ku tu carî di jiyana xwe de rastî wan nayê aciz bûye û naxwaze bûyerên li serê van lehangan qewimî be bixwîne. Ew dixwaze lehengên ku bi wan re jiya be, qet nebe carekê bi wan re axivî be, bibîne. Civaka ku nivîskar qal dike civakeke dejenerebûyî ye (an dibe) û li hember vê dejenereyê rexneyên tund dike lê van rexneyan dîsa bi zimanê civakê ango bi nîşandana rastiyên civakê dike û rihê xwîner ji hin lehegan dibe. Ên ku dixwêne ji bîr dike ku romanekê ango tenê pêvxistinekê dixwîne.
Çend xalên girîng ku hêjayî qalkirinê ne hene;
Hîne di serê pirtûkê de ku hevalê serleheng ê zaroktiyê, tê gazî wî dike da ku were ‘’çayxana’’ Nûrî lewra ‘’Çayçî’’ xwestiye ku were ‘’çayxane’’yê lê serleheng ango Yasîn pê de dixeyide û wî der dike. Ew jî diçe û li gor ku nivîskar qal dike dê giliyê wî bike.
‘’…Çûbû da giliyê hevalê xwe yî zaroktiyê ji Mûsayê Çayçî re bike û heqê xwe yî gilikirinê (oralêtek û cixareyeke Marlboro) jê bistîne. (r. 13)
Ev hevok Kurdistana demekê tîne bîra meriv, di wê demê de herder dije sîxur bû û ji bo tiştên hew qas biçûk hev du difrotin. Kurd bi xwe sîxuriya hev di dikirin û bi tiştên bê qîmet hev du difirotin. Tu kesî nikari bû bê ez Kurd im, yên ku digotin tiştek dihate serê wan an dihatin girtin an jî tevlî ‘’Failli Meçhul’’ ê dibûn.
Pêşiyê digotin Kurd tune ne, du re gotin erê Kurd hene lê mafên wan tune ne. Kurdê herî baş ê mirî ye yan ê ku destê xwe nade tu tiştî ye, qaşo Kurd jî dibin ‘’başbakan, cumhurbaşkani, sanatçi û hwd. filan fistan. Ku meriv li ser vê veguherîna ku bi salan re di hişê serdestan de pêk hatiye bifikire dê ew gotinên Serleşker ku ji Yasîn re dikirin di hişê me de zelaltir bibin.
‘’…Yasîn lawê min tu hunermend î, hişê xwe bide serê xwe û xwe ji ber bandora van teroristan bide alîkî…’’ (r. 30)
Qey tenê yên bê aqil dibin ‘’terorîst’’, hunermend nikarin li hember zordariyê ser bilind bikin, an ne hewceye jixwe hunermend xwe xelas kiriye û tenê pirsgirêk ji hêla aboriyê ve heye. Ev hevoka Serleşker feraseta serdestan bi awayekî zelal di hişê xwîner de disêwirêne. Bi awayekî jidil ‘’lawê min, hişê xwe bide serê xwe, tu hunermendî’’ ev peyv ji devê Serleşker derdikevin. Wek yekî ku bi rastî jî xêrxwaziya Yasîn dixwaze axaftina xwe bi lêv dike Serleşker.
Travma û buhran/bunalim peyama serdest ya vê pirtûkê ye; di her hevokê de, di her qewimandinan de û di deruna her lehengî de meriv rastî vê nexweşiyê tê. Hin caran nivîskar ev yek bi axiftinan daye nîşan hin caran jî bi şayesandina derdorê ev li pêş çavê xwîner raxistiye. Di vir de ya herî balkêş hatina Yasîn î ya mala Mûsa ye ku di wir de sêwirandina mala Mûsa travmaya Mûsa û di heman demê de ya civakê bi xwe nîşan dide.
‘’…Xaniyekî ji derewan, bes ji menzelekê –heke ku em qedemgeha kul i têketa hewşê, li rexê çepê derî, bin çend prîket û derebeyînê kevnare lê bibû nehesbînin-, dihat pê û mitbex û serşok jî di heman menzelê de bûn û hê li ber derî mirov tê derdixist ku bêhn û bûxareke giran bi mezel ketiye. Yasîn berava nîvcomayî dît pêşî, li rexê çepê menzelê, di quncikeke loş de teştek ku derpî û goreyên Mûsa yên kufikîbûyî tê de avjeniyê dikirin, xuya dikir û teyfikinê qirêjî, mirov tê digihîşt pir bere xwarin di wan de hatine xwarin, digel qutiyeke teneke ku ji boçik û xweliyan cixareyan, qalikên pirteqalan, sêvan mûzan, yên ter û yên hişkbûyî, tovên çayê çend jilet, gilokên ji mû heya bi dev tijî, mîna ku ew der sergoyê malê be…, cih û nîvînên Mûsayî kul i ser qaryoleyekî pir nêzî erde bicîkirî ku ji qirêj û gemarê salên dirêj ên tenêtiyê, her wiha yên tiraliyê, reng li wan çûbûn, balgîfeke bêrûpişt, bi dewsên xwêdan û gilêz û çilmê zerbûyî, behnpêketî, kevnetelevîzyonek kur eş û spî nîşan dida û wêne diricifîn û li erdê li ser merşikeke ji hev ketî, çend kitêbinê siyasî û komek kovar û rojname…’’ (r. 69-70)
Di tu derê vê pirtûkê de nivîskar bi vî awayî şayesandina derdorê nekiriye, gelo ji bo çê di vir de şayesandineke wisa berfireh dike? Lewra Mûsayî kesek ji civakê hinek bi fikir û tevgerên xwe, dûr û cûda ye. Herwiha fikir û tevgerên ku wî ji civaka wî cûda dikin di heman demê de dibin sedema bandorke mezin ya travmaya yê jî. Bandora travmayê bêtir li ser Mûsayî heye, lewara Mûsayî haya wî ji rewşa welêt heye û ev yek xema wî ya herî mezin e ku sadema travmayê ye. Jixwe ku derdora Mûsayî paqîj bûna ê nakokiyek derketana holê, kesekî ku hew qas xemên wî hene demê nade paqîjiyê û vê yekê ji xwe re nake derd jî. Axaftina di navbera Yasîn û Mûsa de derbas dibin ev tiştên ku min ki jor gotin zelaltir dikin;
‘’…’Ev çi hal e Mûsa? Ma tu hîç paqijiyê nakî? Bi Xwedê ez nikarim pênc deqe jî xwe liv ir bigirim, tu çawan dijî lawo? Tu çi bi pereyên xwe dikî? Ji mirov tire tu ne mamosteyî. Malên berdest ên dibistanê jî ne bi vî awayî ne!’ Mûsa bi çoş û kêf haziriya çayçêkirinê dikir, çaydankê tenîgirtî di destan de biken gotê ‘HevalêYasîn, ev xanî min ji berk u li taxa Suryanan bû, ecidand, erê, gotina te ye, hinekî bêserûber ûteng e, lê ewle û xewle ye û rêka tu kesî bi vir de nakeve…’…’’ (r. 70)
Piştî rexneyên Yasîn ku li Mûsa dike jî kêfa Mûsa xera na be, ev jî mezinbûna travmayê û di heman demê de di derbarê kûriya fikir û ramanên Mûsa de agahiya dide me. Mûsa naxwze bi tiştên wiha mijara axaftinê biguhere. Taxa Suryanan ku ji Mûsa re ewle tê dide têgihêştin ku sîxur û polîsên dewletê tenê li nav ‘’Kardoxî’’ yan digerin.
Ev roman carina bi naverok û lehengê xwe meriv dibe demên kevn û carina jî têne roja me. Di romanê de lehengê bi navê ‘’Helbes’’ jî travmayekê derbas dike ku ew travmaya xwe dişîbîne marekî reş î bi qiloç. Helbest ku qop lê bi hal û tevgerên xwe kurdewar dixuye. Ev kurdewarbûna wî dibe sedema ku rêzê bigire lê rêzeke bi sînor û helbet evîndarbûna desthilatdarên xwe û pera divê neye ji bîr kirin.
Dema ku Yasîn li zanîngehê dixwîne ji aliyê hevalê xweyî malê ve tê gilîkirin. Polîs tên li malê digerîn, nivîskar di vir de ji devê Yasîn pirsekê ji xwîner dike;
‘’… Çima mirovên Kardoxî gava ku ji nişka ve guh li dengê bêtêlkê dibin û xwe di wê kêliyê de mîna sûcdarekî ku di lîsteyê de herî li jor e, dibinin û tevî ku çi qebehet nekirine, kesek nekuştine…’’
Ev pirs firehiya travmaya, ku civak têde ye, ya ku ji aliyê desthilatdara ve hatiye çêkirin ji bo xwîner li ser bifikire wek pirsekê derbas bûye. Bersiv di ‘’tirs û ricifandina’’ Yasînde de ye. Xwînerê ku, Xwedê dizane bê çend cara rê ya xwe guherandiye ji ber polîsên dewletê, bîra xwe lihevdixe bi vê pirse. Şayesandina wê sahneyê ne hewceyî gelek gotina ne, hema bêje her kes heman sahne qet nebe carekê jiye ye.
Encam
Travma nexweşiyek ji nexweşiyên Kurdan e, ku tedawiya wê demeke zêde dê bistîne, belkî sê çar nifşê dê werin ancax ji vê nexweşyê rizgar bibin. Ew jî divê pêşiyê Kurd xwe ji hîsa belengaziyê ya ku heyraniya serdestan bi wan dide çêrkirin, rizgar bikin. Ev jî ancax bi nasîna çand û dîroka xwe ango bi perwerdehiya zimanê deyikê çêbibe.

Endamê Klûba Xwendinê ya Çewlîgê Ahmet Subaşı

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply