Îşev, ji bo gelê Misliman destpêka Rojiya Remezanê ye.
Di serî de vê roja miqeddes li hemû gelê Mislimanan pîroz dikim. Xwedayê dilovan îşalleh niyet û rojîyên we qebûl bike. Hêvîdar im ku kesên ku rojî digirin felsefe û kurahiya rojiyê fêhm bikin û zanibin ku ne tenê xweberçîhiştin e. Rojî, fêr bûn berçî bûn û tî bûnê, fêhm kirina xizaniya feqîr û jara, terbiye kirina nefsa mirov e.
Ji bilî van tiştan gelek fêdeyên rojîyê hene û wek tedavî yê jî ji bo gelek nexweşîyan tê girtin…
*FITAR*: Rojîşkandin, wextê rojavabûnê ye. Piştî ku rojava dibe, êdî hûn dikarin xwarin û vexwarin xwe bikin.
*PAŞÎV*: Xwarina şevê ye ku rojîgir dixwin.
.
*FÊDEYÊN ROJÎYÊ ÇI NE?*
Di tenduristîyê de bi navê *intermittent fasting* tedawîya gelek nexweşîyan de tê bikaranîn. Di nexwşîya Tîp1 dîyabet û kesên ku Însulîn li xwe didin wek 2 dan/wext xwarin-vexwarinek li gor pêdivîya wan têrtije tên kirin û girêdayina Însulînê kêmtir dike bi saya rojîyê.
*Kesên ku ji kîloyên zêde gazinan dikin teqez divê rojî bigirin.* Wextê birçîbûnek dirêj de laş, enerjî(vejen) yê ji depoyên lipîd(dohn) xerc dike.♻
*Sazkirina şekirê di xwînê de dike.*
Kesên ku girêdayî Însulînê ne di lêkolînan de hatiye dîtin ku zêde hildan(hîperglîsemî) û ketina şekir(hîpoglîsemî) saz dike.
*Veparastina dilê we dike!*
Dîsa li gor lêkolînan tê zanîn ku ROJÎ Kolesterola Cirxweş(HDL) zêde dike û Kolesterola Cirnexweş(LDL) kêm dike. Û parastina me ji xitimandina demaran dike❤
*ÎLTIHABÊ KÊM DIKE!*
*PARÊZGERÊ MÊJÎ YE.*
*BIRÇÎBÛNÊ KÊM DIKE.*
*_DÎQET BIKIN!_*
Kesên ku nexweşiya wan zahmet be, bi temamî girêdayî îlacan bin û rê nede ku rojî bigirin, rojîgirtin ji wan re ne baş e.
*DI ROJÎYÊ DE XWARIN-VEXWARIN*
Wekî ku me got rojîgirtin di demeke dirêj de qedexeya xwarin-vexwarinê ye. Ji ber vê yekê wexta ku me rojî girt, mixabin di van mehên germ de em pir tî û birçî dibin. Di çaxê fitarê de jî bi lez û bez em zêde xwarin û vexwarinê dikin. Lê belê ev bertek ne baş e, bêhtir wê zirarê bidê we.
Fitar-paşîv û di navbera wan de 2 danên navber bikin.
Fitarê bi av an xurme bikin. Pişt re wek kasek şorbe vexwin û deh deqeyê din jî dest bi xwarinên din bikin.
Zêde xwarinên bi dohn, tûj, tirş û şor nexwin. Rîska reflû yê heye.
Cacix, xoşav û kompostoyan ji bo pêdiviya avê her fitar kaseyek vexwin.
Li gor pêdivîya xwe avê baş vexwin. (Kîlo x 30 ml)
Ji bo tîbûnê nekişînin xwe ji tiştên şor dûr bikin.
Fêkî û şînahîyan ji sifra xwe kêm nekin.
Teqez rabin paşîvê. Wek zelete, penîr, hêk, helaw, dims, tehîn û nan bixwin.
Di paşîvê de xwarinên giran nexwin.
Di nava ro de li ser xwe bigerin. Ji ber ku di seetên dereng de xwarin vexwarin dibe, qebz bûn, xaz û orimandina zik çê dibe.
Hûn dikarin piştî fitarê bi seetekê dikarin egzersiz û spora xwe bikin.
*MENÛYA ROJÎYÊ*
*FITAR*
-2 xurme û qedehek av
-1 kase cacix/xoşav
-6 kevçiyê xwarinê savar an birinc.
-2 hesk Tirşika bacana
-1 hesk mast an qedehek dew.
-zelate (xîyar, firingî, şînahî hwd )
-3 qetît Nan(tam genim)
———-
*NAVBERA1.*
-Porsîyonek fêkî
-2 gwîz/5-6 findiq, fistiq
——
*NAVBERA 2.*
-Porsîyonek fêkî
-1 qedeh şîr
—–
*Paşîv*
-Selate(firengî, xeyar, şînahî)
– Penîr(kêmxwê)
-Hêka kelandî
-Tahîn-dims.
-1 qedeh şîr
-1 porsiyon fêkî
-2 qetît(çênî) Nan
Noşîcan be. Xwedê rojîya we qebûl bike…
Dîyetisyen Mehmet Aydın
diyetakurdi.blogspot.com.tr