Di Rîsaleyê Nûrê da Lemaya Duyemîn

  ÇİRÛSKA DUYEMÎN

بسم الله الرّحمن الرّحيم                                                      

اذ نادى ربّه انّى مسّنى الصّرّ وانت ارحم الرّاحمين1                                  

Vê gazîya lehengê sebrê324 Hz. Eyyûb (e.s),hem hatiye cerribandin, hem bi bandore. Lê belê gere em bi sûretê jêgirtina ji ayetê di gazîya xweda bêjin: 2 ربّ انّى مسّنى الضّرّ وانت ارحم الرّاحمين

Kurtê bûyera meşhûr a Hz. Eyyûb (e.s) eve ku : Tevî ku demekî dirêj di nav birîn û mirîna da mabû jî . Bi fikra meznahîya xêra wê nexweşînê, bi sebreka bê kêmasî deyax kirîye û maye. Paşê dema kurmên ku ji birînên wî çê bûbûn, têkilî dil û zimanê wî bûn, ji ber ku têkilî dil û zimanê ku cîyê zikr û naskirina xweda ne bûn, bi fikra ku ewê zîyan bi gihîje erka ‘ebdîtîyê, ne ji bû bihnvedana xwe, belkî ji bû ubûdîyeta îlahî gotîye: “ Ya reb! Zîyan gihîjte min.  zîyanê dide bendetîya dilê min û zikra zimanê  min.” Cenabê heq, wê gazîya bê xerez, xurrî û safî ji bû xwedê, bi awayekî xayet nuwaze pejirandîye. Noşîcana xwe a bê kêmasî bexş kirîye û kiriye mezherê cûrên dilovanîya xwe. Ava di vê çirûskêda pênc qerf hene.

                                                  QERFA YEKEMÎN

Di beranberî birînên xweyanî ên nexweşînên Hz. Eyyûb (e.s) da, nexweşînên me ên derûnî û gîyanî û dilî hene. Ku em carek hindir bi derva da , derva bi hindir da werin çerrixandin, emê ji Hz. Eyyûb bêtir birîndar, nexweşokî bên dîtin. Lewra her gunehekî ku em dikin, her şikekî ku dikeve serê me di dil û gîyanê meda  birîna vedike. Birînên Hz.Eyyûb (e.s) jîyana wîya kinik a dinyayê gef dikir. Birînên me ên manewî, jîyana meya pir dirêj a bê dawî gef dike. Em ji wî hezretî hezar carê dinê  bêtir hewcedarî wê gazîya Eyyûbî ne. Bi taybet, çewa wan kurmên ku ji birînên wî hezretî çê bûne têkilî dil û zimanê wî bûne. Wusan jî, birînên ku ji guna tên û weswesên, gumanên ku ji wan birîna çê dibin-neûzû billah- ewê têkilî zikê dilê ku cîyê bawerîyêye bibin û bawerîyê derbdar bikin û têkilî zewqa gîyanî a wî zimanê ku wergêrê bawerîyê ye bibin û  ,  ji zikrê di kerihinin dûr dixînin didin hişkirinê.  Erê , gune, dil di neqşîne, reş û reş dike hetta ronahîya bawerîyê  jê dertîne û hişk dike. Di nav her gunekî da rêka ku here kufrê heye. Ew gune ku bi îstîxfarê zûka neyê berhewa kirin, ne kurm, belkî marekî piçûkê m’anewî ye bi dil vedide.

 Mesela, merivekî kû bi dizî gunekî ku dide şermkirinê kiribe. Dema pir fedî dike ji pêhissîna kesên dinê, hebûna melaiket û rûhanîya pê pir giran tê. Bi niştekî piçûk di xwaze înkara wana bike.

Hem mînakî, merivekî ku nimêja xwe a ferz nake û erka ‘ebdîtîyê nayne cîh, ew merivê ku xemgîn bûye ji ber xeyda ku girtîye bi sedem bê erkîyeka biçûk ji fermanadrekî piçûk, tiralîka ku di ferzên xwe da li pêşberî fermanên carîkirî ên sultanê ezel û ebed kiriye, tengasîkî mezin didê û ji ber we tengasîyê di xwaze û m’anen dibêje ku “xwezî ew erka ‘ebdîtîya wî tunebûna.” Û ji vê daxwazê daxawzîya înkareka ku dijminîyeka m’anewîya li dijî xuda dide his kirin hişyar dibe, ku şikkekî di derheqê hebûna îlahîda were dil, ewê wekî delîlekî vebirî be xwe xwarî pêgirtina wê bike. Derîyê perîşanîkî mezin jêra vedibe. Ew bedbext nizane ku, bi navînga înkarê di hember hatina tengasîka pir piçûk –ji erka bendetîyê-  di înkarêda xwe dike hedef ji tengasîyên m’anewî ên ku bi milyonan ji wê tengasîyê sihêmtirin. Ji gezkirina mêşê di reve pêvedana mar di pejirîne. Û weha renge… bira bi van her sê mînaka ra were qîyas kirin, ku sirrê 3 بل ران على قلوبهم  were fahm kirin.

                                                     QERFA DUYEMÎN

 Wekî ku di peyva bist û şeşan de di derbarê  sirrê qederê de hatîye daxweyanîkirin, di bela û nexweşînan da bi sê wecha mafê meriva ê şîkayetê/gilî û gazinca nîne.

Wechê yekem: Cenabê heq, wî kincê hebûnê ê ku li meriva kiriye dike mezherê hunerê xwe. Mirov kiriye modelek: Ewî kincê hebûnê li ser wî modelê di birre, jê dike, di guhêre, di guhêze, nazîyên navê xwe ên têvel nişan dide. Weka ku navê Şafî nexweşînê di xwaze, navê Rezzaq jî birçîbûnê di xwaze. Û weha renge 4 مالكك الملك يتصرّف في ملكه كيف يشاء

 Wechê duyem: Jîyan bi musîbetan, nexweşînan   safî dibe, di gihîje, xwedan hêz dibe, pêşve diçe, fêkî dide, tekamul dike, wezîfa jîyanîyê dike. Jîyana ku di doşeka bîhnvedanê a yeknesak da ye, ji wê hebûna ku xwerû xêre zêdetir, nêzî wê tunnebûna ku xwerû xerabîye  û diçe wê.

Wechê sêyem: Ev mala dinyayê, qada ezmûnê ye cîyê xizmetê ye. Ne cîyê çêj û mişe û xelatê ye. Madem cîyê xizmetêye û cîye ‘ebdîtîyê ye; nexweşîn û musîbet, bi şertê ku ne olî bin û bi şertê sebir kirinê, pir dibine rewayê wê ‘ebdîtîyê û wê xizmetê û hêz didê. Û ji ber ku her sietekî tîne hukmê îbadetê rojekî, ne gilî û gazinc, şikir kirin pêwîste.

Erê îbadet du celebin; celebek jê erênî, a dinê neyînî ye. Celebê erênî têzanînê. Celebê neyînî jî, bi nexweşîn û karesata, musîbetzede, jarîtî û bê çaretîya xwe his dike, bi sitargehî ber bi perwerdekarê dilovîn ê xwe va diçe, li wî difikire,jêra lavayîya dike û ‘ebdîtîyeka xwerû dike. Durrûtî nikare bikeve vê ‘ebdîtîyê, xwerû ye. Ger sebir bike, li xelata karesatê bi fikire, şikir bike, wê demê ewê her sieteka wî  derbasî hukmê îbadetê rojekî bibe. Temenê wî yê kinik dibe temenekî dirêj. Hetta celebekî heye ku, deqeka wî derbasî hukmê îbadetê rojekî dibe. Hetta min nexweşîneka sihêm a destebirakekî xweyê axretê, kesekî bi navê Muhacir Hafiz Ahmet  zîyade meraq kir. Bala dilê min hate kişandin: “wî pîroz bike. Her deqeka wî derbasî hukmê îbadetê rojekî dibe.” Jixwe ew kes di nav sebrê da şikir dikir.

                                                 QERFA SÊYEMÎN

Weka ku me di peyvek du peyva da daxweyandan, her merivê ku li jîyana xwe a çûyî bi fikire, ewê “ax” ya jî “ox” were ziman û dilê wî. Ango, an ewê mixabin bike an jî ewê bêje “elhemdûlîllah”. Ên ku mixabinê didine gotin, ewan azarên m’enewî ên ku ji veqetîn û tunebûnîya çêjên demên berê çêbûne ne. Lewra bidawîbûna çêja xem û kesere . Carna çêjeka bihurbar azarekî daîmî dide. Fikirîn jî wê azarê tev dide,mixabinê jê di herrikîne. Ew çêja m’enewî û daîmîya ku ji bidawîbûna azarên bihurbar ên ku di jîyana xweya kevn da derbas kirîye çêbûye, “elhemdûlillah” dide gotin.Digel vî haletê fitrî, eger ew li ser wan xêr û xelatê uxrewî ên ku encamên karesatane û li ser temenê kinê ku, bi navînga karesata derbasî hukmê temenekî dirêj dibe bi fikire, ji sebrê zêdetir ewê şikir bike. Pêwîst dike ku bêje: “5الحمد لله على كلّ حال سوى الكفر والضّلال” Peyveke navdar heye, “ dema musîbetê dirêje”. Belê dema karesatê dirêje. Lê belê weke ku du ‘orfa nasa da tê zanîn ne ji bû ku bi tengasî ye dirêje, belkî ji bû ku encamên jîyanî ên wekî temenekî dirêj dide dirêje.

                                                QERFA ÇAREMÎN

Weke ku di meqamê yekemîn ê peyva bîstûyekemîn da hatîye daxuyanîkirin, ku meriv wê hêza sebrê a ku cenabê heq dayê kê di rêya bedgumanîya da belav neke, ewê di karibe besî her karesatî be. Lê belê bi desthilatdarî ya bedgumanîyê û bi sedem ku meriv bi xefleta xwe jîyana fanî baqî zen dike, hêza sebra xwe li paşeroj û pêşeroja xwe belav dike, sebra wî li hember karesatê halê hazir bes nayê, dest bi gilî û gazinc a dike. ‘Edetî –haşa- cenabê heq ji mirovanra  gilî dike. Hem bi awakî pir neheq û weke dîna gilî dike û bê sebrîyê nîşan dide.Lewra her rojeka ku çûye, ku karesat be dijwarîya wî çûye,hêsantîya wî maye; azara wî çûye, çêja di bidawîbûnîya wêda maye; tengasîya wê çûye,xêra wê maye. Ji vîya jî ne gilî û gazinc, belkî bi tehmjêgirtinî şikir kirin pêwîst tê. Ji wana ne xeyd, dijane yarenî pêwîst tê. Ewî temenê wî yê bidawî ê bûrî, bi saya karesata dikeve hukmê cûretemenekî baqî û şad. Ku bi wehma wan xemên ku di wandane bi fikire û parek ji sebra xwe li dijî wan belav bike dînîtîye. Lê belê rojên ku ewê werin madem ku hê nehatine, ji anada nîşandana bê sebrî û fikirîna karesat yaxut nexweşînê ku ewê di nav wan da bikşîne, gilî û gazinc kirin ehmeqîye.  Ji ber  ku “ezê sibê roj birçî bibim, tî bibim” îro, bi berdewam av vexwarin, nan xwarin çiqasa dînîtîyeka rengehmeqîye; wusan jî, fikirîna li wan nexweşîn û karesatên ku ana tunene, ji anada xemgîn bûna ji wan, nîşandana bêsebrîyê, digel ku tu mecbûrîyeta wî tunne zulum kirina bi xwe bi xwe, ehmeqîyeka wusane ku, şayanîya mihribanî û dilovanîyê a di derheqê wê de ji holê ra dike.

El hasill: Çewa ku şikir nîmeta zêde dike; wusan jî, gilî û gazinc karesata zêde dike. Hem şayanbûna dilovanî yê radike. Di sala yekemîn a şerrê gelemperî  ê yekemîn da, li Erzerûmê kesekî pîroz girêftarê nexweşîneka sihêm bûbû. Ez çûm balê. Ji minra got: “ sed şeve min serê xwe dananîye balgîf û ranezame”. Ez pir ber ketim. Ji nişkava hate hişê min û min got:

“ Birayê min, ewan sed rojên te ên ku bi tengasî derbas bûne ana di hukmê sed rojên bidilşahî dane. Li wan ne fikire û gilî û gazinca neke.Li wan bi nêre û şikir bike. Rojên ku ewê werin jî, madem ku hê nehatine, bawerî  bi dilovanî ya perwerdekarê xwe ê ku rehmanurrehime  bîne û li xwe nexe û negrî, ji qetê ne tirse, rengê hebûnê nede tunebûnê. Li vê saetê bi fikire. Hêza sebra liba te besî vê saetê tê. Wekî fermandarekî diwane neke ku, di rewşa ku hêza dijmin a hêla çepê tevlî hêla wê ya rastê bûye û jêra bûye hêzeka teze de di dema ku hê dijminê hêla rastê ê li hêla dijminê çepê ye nehatiye da ew digre, hêza xwe a sereke li rast û çep belav dike û dijmin bi hêzeka herî kêm navendê xerab dike.” Min got: “ birayê min, tu weke vîya neke. Hemû hêzên xwe li dijî vê saetê lod bike.dilovanîya îlahî û xelata uxrewî bi fikire û bi fikire ku temenê teyê kin û bi dawî gerandîye temenekî dirêj û baqî. Di şunda vê gilîya tehl da şikreka bi firehî bike.” ew jî bi tevayî firehîkî hatê û got “ Elhemdûlîllah, nexweşîna min ji deha dakete yekî.”

                                                          QERFA PÊNCEM

Sê pisgirêke.

Pirsgirêka yekemîn: Karesata hîmî û karesata zîyandar, karesata ku tê ol e. Pêwîste meriv ji ber karesatê olîve her dem fixan bike û xwe bavê dergahê îlahî. Lê belê karesatê ku ne olî ne, di rastîda ne karesatin. Beşek jê balkişandina rehmanî ye. Çewa ku şivan, kevir dadike mêşinê xwe ên ku hêrîşî zevîyên xelqê dikin, hişyarîkî ji bû xelaskirina ji karê zîyandare, bi dilxweşî di zivirin.wusan jî pir karesatê xweyanî hene ku yeko yeko balkişandin, yeko yeko hişyarîyên îlahî ne. Û beşek jê kefaretê guna ne.û beşek jê, cûrek ji aram dayînê ye ku xefletê belav dike û jarîtî û bê çaretîyê a ku beşerîye radigihînê. Cûrê karesatê ê ku nexweşîne, weke ku berê derbas bû, ew cûre, ne karesate, belkî giramî girtineke rebbanîye, paqijkirineke. Di rîwayetê de hatîye ku “ çewa ku bi daweşandina dareka ku gihîjtiye fêkîyên wê dikevin, wusan jî ji ricifîna ta yê guneh di rijin.”

 Hz. Eyyûb (e.s), di gazîya xwe da, ji bûnî bîhnvedana xwe dua nekiriye. Belkî dema ku bûye nehêl ê zikrê zimanî û tefekkura dilî, ji bû ubûdîyetê daxwazîya şîfa yê kirî ye. Gere em, armanca meya yekemîn bi wê gazîyê, şîfa a birînên xwe ên m’enewî, gîyanî ên ku ji gunehan tên, nîyet bikin. Ji bunî nexweşînên bûjenî, dema bibin nehêl ê ubûdîyetê em dikarin penah bikin. Lê belê gere ne bi şiklê şîkayetkarî, bervêdanî, belkî bi dilnizimkarî û bi îstîmdatkarî were penah kirin. Madem em bi perwerdekarîya wî qaîlin, ji bûnî tiştê ku di xala wê perwerdekarîyê da daye jî qaîlî pêwîste. Bi awakî ku ji qeda û qedera wîra bervêdanîyê dide hîs kirin “ax”, “ox”kirin û gilî û gazinc kirin, curek rexne lê girtina qederê ye, tawanbar kirina dilovanîyê ye. Ê ku rexne li qederê bigre serê xwe li sindanê dixe, dişkîne. Ê ku dilovanîyê tawanbar bike, ewê ji dilovanîyê bê par bimîne. Çewa ku ji bûnî tolhildanê bi karanîna destê şikandî şikandina wî zêde dike; wusan jî merivê ku gîrêftarê karesatê bûbe jî, pêşwazî kirina wê a bi meraq û gilî û gazincê bi bervêdanî, karesatê dike dudu.

 Pirsgirêka duyemîn: Ku meriv karesatê bûjenî mezin bibîne mezin dibe,piçûk bibîne piçûk dibe. Mînakî di şevan da xeyalekî bi ber çavên meriv dikeve. Ku meriv girîngî yê bidêkê di werime, ku girîngî neyê dayîn wenda dibe. Weke ku meriv çiqas têkilî mozên êrîşkar bibe bêtir êrîşkar dibin,’eleqa xwe ji wan neyne belav dibin, karesatên bûjenî jî heta ku meriv bi çavên ku mezinin, bi girîngî li wan binêre mezin dibin. Ew karesat bi navînga meraqê di laş da derbas dibe û di dil da digere kok, karesateke m’enewî jî encam dide, xwe dispêre wê, dom dike. Çi dema wê meraqê, bi navînga tewkkul û qaîlîya bi qedaê rabike, karesata bûjenî hêdî hêdî sivik dibe, weka dara ku koka wê hatîye birrîn, hişk dibe û diçe. Min demekî ji bûnî vegotina vê rastîyê ewha gotibû:

       Ey bêçare dev ji fîxana belayê bedre tewkkul bike,

       Lewra fîxan di nav belayêdaye, şaşî di nav belayêdaye bizanibe.

       Ger te ê ku belaê dide dîte, belaye di nav sefaêda, di nav lutfê da, bizanibe.

       Ger tu nebînî, dinya tev di nav dijwarîyêda, di nav xerabîyêda belaye bizanibe.

       Ku cîhan tijî bela li ser serê te hebe, çi tu qîr dikî ji belaka piçûk?

       Were,  tewekkul bike.

       Bi tewekkul Di rûyê belaê da  bikenne, ta ku ew jî bi kene, ew her ku bi                                                    kene ewê piçûk bibe, were guhertin.

Çewa ku di levxistinê de bi kenîna li rûyê dijminekî sihêm, dijminantî digere aşîtî, neyartî di gere henek, dijminantî piçûk dibe, qir dibe, bi tewekkul li hember derketina karesatê jî wusa ne.

Pirsgirêka sêyemîn: Her demekî darazekî wî heye. karesata di vê dema xefletê da şiklê xwe guhartî ye. Di hinik dema da , di hinik kesa da bela, ne bela ye, belkî qencîya îlahî ye.Ez ji ber ku musîbetzedên ji rêzê ên vê demê –lê belê bi şertê ku karesat zîyanê nedin ol- ên nexweşokî bextîyar dibînim, fikrekî dider heqê ku ez bibim ‘eleyhtarê nexweşîn û karesatê da nade min.û hesta biberketina wan nade mim.Lewra kîja nexweşekî ciwan hatibe ba min, ez dibînim bi nîsbet ê weke xwe bi derecekî zêdetir girêdayîyê bi axret û karên xwe ên olîvane. Ez ji wî fam dikim ku, di der heqê ê wusa da nexweşînên wusa karesat nînin, cûrek nîmetê îlahîne. Lewra, her çiqasa ew nexweşîn dijwarîkî dide jîyana wîya kinik, bi dawî, dinyayî, lê belê fêda wê digihîje jîyana wîya bê dawî. Derbasî hukmê curekî îbadet dibe. Ger xweşîyê bibîne, bi serxweşîya ciwanîyê û bi sefaheta demê, bê guman ewê nikaribe rewşa xwe a bi nexweşîn biparêze, belkî ewê xwe bavêje di sefahetê da.

Encam

Cenabê heq, ji bûnî ku dilovanôîya xwe ya bê dawî û şîyana xwe a bê sînor nîşan bide, di mirovda bê çaretîka bê sînor, hejarîka bê dawî peyda kirîye. Him ji bûnî neqşên navên xwe ên bê sînor nîşan bide, mirov di sikûmekî wusan da afirandîye ku, di hukmê makîneka ku çewa ji alîyên bê sînorda azaran digre, wusan jî ji alîyên bê sînorda dikare çêja bigre de afirandîye. Û di wê makîneya însanî da bi sedan lebat hene. azara her yekî ji wan cuda, çêja wî cuda, karê wî cuda, xelata wî cuda ye. hemû navên îlahî ên ku di wê cîhana ku edetî wek mirovê mezine de xweya kirîye, di mirovê ku cîhaneka piçûke de jî, bi gelemperî nazîyên wî navê hene. Çewa ku di wî de tiştên bi berjewend ên wekî xweşî û noşîcan û çêja şikrê dide gotin, wê makîneyê bi pir alîya sewqî karên wan dike, mirov jî dike wek febrîqeka şikrê. Wusan jî, bi karesata, bi nexweşîna, bi azaran, bi muheyyîcên dinê û bi eredên bi liv, çerxên dinê ên wê makînê tîne hereketê, dide tehyîc kirin. Ecz û deîfî û hejarî ên ku di mahîyeta mirov da bi cîkirîne madenên wî didine xebitandinê. Ne bi zimanekî, belkî bi zimanê her lebatekî , wezîyeta penahekî, îstîmdadekî didê. Qaşo meriv bi wan eredan, dibe pênûseka bi liv a wusa ku bi hezaran pênûsên  ku ji hev cuda ne di xweda kom dike. Di rûpelên jîyana xwe da, an di lewhê mîsalî da qedera jîyana xwe di nivisîne, ji navên îlahîra danezannamekî çêdike û derbasî hukmê qesîdeka menzûmeya subhanî dibe û erka afirandina xwe bi cîh tîne.

1-       Û Eyyûb jî dema gazî perwerdekarê xwe kir ku: “ bê guman ez, nexweşînê zorê daye min û dilovîntirînê dilovîna tu yî.” (enbîya 83)

2-      Perwerdekarê min, zîyan gihîşte min. Tu dilovîntirînê dilovînayî. (du’a)

3-      Naxêr! Ne tiştê bi dest xistine ser dilê wan girtîye-rapêçaye.(muteffîfîn 14)

4-      Xwedîyê mulk çewa bixwaze wusa di milkê xweda teserrufatîyê dike(îqtîbasa ji ayetê du’a)

5-      Hemd, ji bilî kufr û delaletê di hemî hal û wezîyetêda ji xwedêra be. (hedîs, tirmîzî dawud 128)   

www.candname.com – MIHEMED DELAL

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Şiroveyek

  1. Remezan Çetin

    Mamosteyê birêz!
    Bi ya min Qerf qet li Nükteya vê derê nehatiye. Nukte çêtir e.

Leave a Reply to Remezan ÇetinCancel reply