Berî ku ez
birayar bidim
bi destê lîstikvanên
xwînmij qedera min
hate diyarkirin
min
lîsteya êşên xwe
veguhaste Newala Qeseba
niha
bi sêwiyên Helepçê re
bûme destebira
hejmara pêşiyên xwe
yên ku bi destê xwînxwaran
hatibûn qetilkirin dijmêrim
li xerîbiyê
bi awayekî
stemkar naletê li senarîstên
şerxwaz dibarînim
ez
encama aloziyekî
di şevên kesernak de
di peyvan de bêwate mam
min
çavên xwe li cîhana şîrîn
bi pêkûtî û zextan vekir
di nava
mêrg û beyaran de
bîranînên min wenda bûn
li ser
erdnîgariya welatê rojê
qereqolên fêlbazan her tim
amade bûn
peywendiya min
bi şîrînahiya cîhanê re nema
ez
niha bi salnameya dema
Ferzende beg re dipeyîvim
qala
komkojiya Geliyê zîlanê dikim
ji keskesora
welatê serhedê re
silava dişînim
min
xweşiya erdnîgariya te nedît
bila zarokên bên bibînin
ez niha
rêwîtiyeke bêdawî dikim
Kolanên Stenbolê
şahidê gavên min in
lampeyên trafîkê
yên kesk û sor û zer
silava didin min
rengê xewa şîrîn
bi xewnereşkan re
bûye yek
ji gulîstana
çaxa Ehmedê Xanî
diyariyeke mezin ma
ez bi tenê
bi qasî zarokên ferhenga
Nûbiharê şa bûm
di nava
êş û kovanên vî bajarî de
niha xeyalên nebûyî dihûnim
pelên salnameya temenê min
poşmaniya min a hatina dinyayê
bêrawest tomar dikin…
Bawer Agirî