Di Netewa Demokratîk De Rola Mamosteyan

Şoreşa herî mezin ya ku dikare civakê biguherîne, nû bike perwerdeye. Modernîteya demokratîk sîstema hêzên civaka roja me ya îro û pêkhatina xwezaya rast ya civakiyê.

Kadroyên ku civakê perwerde û zana bikin bê guman mamostene. Ji bo vê yekê perwerde kirina xwendekar û ciwanan, karekî pêwîstiya wê bi zanabûn û bi biryarbûnê heye. Li gorî prensibên netewa demokratîk, pêwîstî bi modêlek li gorî xweseriya demokratîk ya ku mafê zimanê dayîkê bê dayîn û pêşxistin heye.

Aliyekî Xweseriya Demokratîk yê herî gîrîng jî, bi zimanê xwe perwerde dîtîne. Bi salane ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bi rêya bîrdozaya lîberalîzmê, zanistperestiya pozîtîfîst tê ferz kirin û girêdayî vê ji bo ku bişaftinê pêşbixînin her tiştî dikin.

Li ser bingeha netewa demokratîk, ji bo ku ev hewldan bêne vale derxistin, bi zimanê dayîkê perwerde û hindekarî dîtin ferze. Ji ber ku ziman, di qada çandê de ya herî girîng e. Ziman, rewşa derketina zanebûnê ya hest û wateyê ye. Ji bo ku em karibin çand û rastiya civaka xwe bi parêrêzin pêwistî bi perwerdehiya zimanê dayîkê heye. Yên ku vê weke rolek bingehîn bimeşînin mamosteyên netewa demokratîkin.

Ne li ser bingehê fereseta netew-dewletê, pêwîste perwerdehiyeke ku li ser bingeha fereseta netewa demokratîk ya ku civaka exlaqî û polîtîk dike armanç û civaka ekolojîk-komûnal û azadiya di navbera zayendan de bingeh digire were pêşxistin.

Ji ber ku civaka exlaqî, civaka herî azad e. Ev pergal pêwîste çanda heqîqeta civaka Kurd, modêrnîteya demokratîk, Netewa demokratîk di kes û civakê de bide afrandin. Perwerde di wateya herî giştî de; Yek ji amûrên domandina jiyana civakê ye. Ji bo ku mirov civakekê bide avakirin, pêwîste xwediyê armanç, bawerî, daxwaz û zanistên wekhev û hevpar be.

Mamosteyên netewa demokratîk di aliyê têgihiştin û dana jiyan kirina felsefe,paradîgma ya demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî bingeh digre de pêşengin. Pergala me ya perwerdehiyê jî, divê herî zêde bibe altarnatîfa guherîna feraseta têhegeha desthiladaran. Yên ku  pêşengtiya vê xebatê bike bê guman mamostene.

Ji bo vê yekê  perwerdeyek ku ji reng, xwezaya civakê, demokratîk, azadîxwaz û rastiya kesekî asîmle neke ji me tê xwestin. Bi vê rol û mîsyonê sîstema xwe ya perwerdehî yê pêşnexin, emê nikaribin serbikevîn. Pêşxistin û parastina vê sîstemê, erk û berpirsyariya tevahî mamoste û perwerdekara ne.

Nivîskar: Abdullah BABAT

Derbar Rêvebir

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply