Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Forum / Nivîsxane / Di Munaqeşe û Rexnegiriyê de Pêngavek: Kovara Helwest

Di Munaqeşe û Rexnegiriyê de Pêngavek: Kovara Helwest

Kovara çand û edebîyata Kurdî Helwest, li ser bingeha mineqeşeyên çandî û edebî û rexnegirîya zanîstî û edebî weşana xwe meşand. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de beşa herî qels tûnebûn an jî nekirina rexne û mineqeşeyên edebî ye. Di nav Kurdan de rexnegiriya edebî qet pêş neketiye. Li ser cure, cure babetên çandî û edebî mineqeşe nayên kirin. Di nav weşanên Kurdî yên heyî de valahîya herî mezin tûnebûna mineqeşe û rexneyan e. Kovara Helwest bi bawerîya ku piçek be jî, vê valahiyê tijî bike û di vê babetê de helwestek rexnegiriyê bixe jîyanê, dest bi weşana xwe kir û 12 hejmar hate weşandin. Lê ji ber sedemên aborî mecbur ma ku weşana xwe bide rawestandin.

Kovarên Kurdî yên heyî, hemû jî li gor xwe rolekî dileyizin û dilîzîn. Kovara Helwest alternatîfa van kovarên heyî nebû. Naveroka kovara Helwestê ji wan kovarên heyî cîhê bu. Helbet, bêguman pêwîstî bi her awayî bi cure cure kovarên Kurdî heye. Neteweyên cîhanê, herkê bi zimanê xwe bi sedan kovar derdixin. Kovarên xwerû Kurdî-Latînî hemû li ser hev ji dehî nabûrin. Di her babetî de kovarên li gor şaxên xwe yên taybetî hebe baş e. Kovara Helwest, li gor xwe kovarek li ser hîmên rexnegiriyê û mineqeşeyê, kovarek taybetî bu.

Di nav nivîskar û rewşenbîrên Kurdan de rexnegirî baş nehatiye fêmkirin. Pîvana rexneyên edebî divê li nav Kurdan bê rûniştandin. Li gor metoda rexnegiriya edebî divê li berhemên edebî rexne bê kirin. Kovara Helwest, rûpelên xwe ji mineqeşe û rexneyên îlmî-zanîstî re vekiribû. Li gor metoda rexnegiriya zanîstî, berhemên çandî û edebî dinirxand.

Kovara Helwest, ji bo tûnebûna mineqeşe û rexneyan gazinek bu. Hejmarên wê  bi naverokeke xurt û hemû jî bi nivîsên teoriya edebiyatê, danasîn û analîza pirtûkan, rexne û mineqeşe dihat dagirtin. Li ser her babetên cuda, li ser problemên edebîyatê û nivîskarîyê, gelek nivîsên mineqeşê û yên balkêş hatin weşandinê.

Kovara Helwest ji hemû nivîskarên Kurd yên welatparêz re vekirîbû. Kovarê qîmetê didan hemû nîvîskaran û nivîsên wan.  Nivîsên ku ji kovara Helwestê re dihatin rêkirin, dihatin weşandin. Kovara Helwestê ji bo naveroka nivîsan helwesteke negatîf nîşan nedida, tenê li gorê pîvan û exlaqê weşanvaniyê nivîsan dinirxand û li gor wan pîvanan nivîsan diweşand. Redaksiyon û berpirsiyarên kovarê têkilê nav naveroka nivîsan, têkilê dîtin û ramanên nivîskaran nedibû. Ji bo naveroka nivîsan bila xwendevanan biryara xwe bidana. Xwedîyên eslî yên kovaran xwendevan bi xwe ne.

Kovara Helwest, ji bo ku bi naveroka xwe dewlemend be, ji babetên cuda cuda,  nivîs diweşand. Di kovarê de beşên helwestên çandî û edebî, helwestên muzîkî, helwestên zimanî û helwestên dîrokî hebûn. Di van beşan de, nivîsên cure hatin weşandinê. Di her hejmara kovara Helwestê de, beşa “Cîhana Nivîskarên Kurd” hebû. Di vê beşê de, li ser portre yên nivîskaran, li ser kar û xebatên wan yên edebî û li ser berhemên wan yên edebî û lêkolînî hate rawestandin. Bi nivîskarên Kurd yên navdar re, her wekî birêz M. Emîn Bozarslan, Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Temûrê Xelîl, Hasan Yildiz, Suzan Samancî, Derwêş Ferho, Latîf Epozdemîr, Şahînê Bekirê Soreklî û gelekên din re hevpeyvîn hatin çêkirin û hevpeyvînên wan di kovara Helwestê de hatin weşandin.

Kovara Helwest, helwesta naecibandinê nîşan nedida. Li gor kovarê, di her nivîsê, di her berhemê de kedek heye. Kovara Helwest ji vê keda mejî re hûrmet nîşan dida. Her berhemek edebî li gor xwe xwedîyê qîmet û rûmetê ye. Kovara Helwest, helwesta rexneyên ku kêmanîyan bibîne, rexneyên ku rê nîşan bide, rexneyên çêkirinê ji xwe re kiribû bingeh. Rexneyên xirabkirinê, yên hesûdîyê, yên naecibandinê û pozbilindiyê dûrê kovara Helwest’ê bû. Rexneyên weha tu feydeyek ji çand û edebîyata Kurdî re nayine.

Kovara Helwest, di hêla mineqeşe û rexnegiriyê de bubû çirîskek, bubû meşaleyek. Kovara Helwest bi naveroka xwe ya mineqeşan û rexneyan, ji bo pêşveçûna çand û edebîyata Kurdî xizmetek baş pêk anî. Jîyan bi mineqeşe, rexne û helwestên rast  pêşve diçe. Kovara Helwest ji bo nivîskarên Kurd yên nûh ku xwerû bi zimanê Kurdî dinivîsînin, bu firsendek, bu îmkanek. Gelek nivîskaran berhemên xwe yên nûh, nivîsên xwe yên pak ji kovara Helwestê re şiyandin.

Kovara Helwest, berhemên nivîskarên Kurd yên nûh derketî ji xwendevanan re dida danasînê. Di beşa “Cîhana Pirtûkan” de, bi giranî li ser berhemên nivîskarên Kurd yên nûh dihatin seknandin. Bi rexneyên çêkirî yên dostanî van berheman şîrove dikir, xeta û kêmanîyan bi dostanî radixist holê, ku ew nivîskarên nûh di afirandinên xwe yên din de xwe ji van xeta û kêmanîyan rizgar bikin. Aligirê wan yê herî mezin bi rexneyên xwe yên dostane û çêkirî, bi helwesta xwe ya rast ya îlmî-zanîstî, kovara Helwest bû.

Lokman Polat

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir