Di Merşê Kurdan de jiyanek heye.

Merşê Kurdan di dinyayê de gelek navdar in, bi neqş û bi motîfên xwe, xwe dide nîşandan. Ev beşa hanê di çand û kultûra Kurdan de cîyekî girîng digre. Lewra dema ku mirov li merş û xalîyan dinêre mirov jîyana wî mîlletî di motîf û neqşan de dibîne.

Mirov dikare di merşên Kurdan de hezkirin, xemgînî, kêyfxweşî..hwd bibîne. Em dizanin ku Kurd bi sedsalan merş u xalîyan çêdikin. Lê belê niha di destê gel de ji van mînakan hindik maye. Lewra ji sedsala 18. Vir de gel ji van xalîyan û merşan hindik çêkiriye, her ku çûye ev mînakên ku di destê wan de maye jî winda bûne .Em dibînin ku li vê derê dîsa rolê jinan derdikeve holê. Di dîrokê de ev karên hanê bi destê jinan bûye. Lewra bi gelemperî jinên koçber çêkirine. Dema ku bi malbatên xwe ve çûne zozanan, di demên xwe yên vala de, xalî û merş çêkirine. Jin; nêrîn, hezkirin, kêd, xemgînîyên xwe an kêyfxweşîyên xwe li merşan çinîye. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku çand û kultûra xwe li merşan neqş kirîye. Lê jinan hêdî hêdî dev ji vî karî berdane.

Demên xwe yên vala bi karên din tije kirine. Lewra li herêmê alozîyek heye û jin jî di bin bandora alozîyê de maye. Ev çanda hanê her ku diçe winda dibe. Bi rastî hestên mirov rehet nebe, an mêjîyê mirov rehet nebe tu tişt dernakeve holê. Jinên vê demê mixabin êdî ne rehet in. Lewra jin êdî di nav civakê de ne. Lê belê ev rewş, yanî modern bûn, ew ji çand û kultûrê durxistîye. Mixabin Kultûr daye jibîrkirîn.

Gelo taybetîya merş û xalîyên Kurdan çi ye, ji gelên din çi ferqê wan hebû ne? Hewce ye ku mirov vêya berfireh bike. Gelo mirov çawa fêhmdike ku merşek an jî xalîyek ya Kurda ye?

Helbet xalîyên Kurdan, di bin bandora hawîrdorê de maye. Lê belê dîsa taybetîya wê heye. Ev ferqa merşa Kurdan û yên gelên din ev in; neqş e, reng e û çêkirina şikl e. Yanî Kurd Bordorê kêlekên xalîyan ya yek e yan dû heb in. Di Xalîyên Îran û Tirkan de hejmara bordorê sê heb in. Mirov ji argaçên xalîyê jî fêhm dike. Lewra argaçên wê bi gelemperî sîmetrîk e, şêrîdên kêlêkê wê jî reng bi reng e. Kurdên ku li Tirkîyeyê dijîn, bi gelemperî xalî wekî pişta masîyan çêdikin û reng bi reng e. Mînakên neqş û motîfan jî dişibe stêrkên bi heyşt quncîkê, an bi heyşt quncîkê şiklên din. Ev şiklana carna dişibin çûk, kose û hwd.

Belê şikil û neqş jî dide nîşandan ku, Kurd jîyaneke xwezayî jîyane. Li çol û çîya jîyane. Ji ber vêya ye ku, ji tebîatê îlham girtine. Ji xwe di serîyê nivîsê de jî min gotibû, jin van merşan di tebîatê de çêkirine. Li tebîatê çi dîtîne an hest kirîye wêya li ser xalîyê çinîye. Pirbûna rengan jî dîsa ji tebîatê tê. Lewra tebîet her rengî dihewirîne.

Em niha dinêrin ku ev karên desta nemaye. Êdî di febrîkayan de tên çêkirin. Keda destan pir di nav de tune ye. Ji ber vêya ye ku ev hestên berê, an qelîteyên berê mirov di merşên nû de nabîne. Gava jinan xwe ji nav jîyana tebîatê kişandin her tişt xav ma. Mixabin wekî her tiştî merş û xalîyên ku bi kedên destan dihatin çêkirin jî nesîbê xwe ji vê rewşê girtîye. Heger li herêmê yê ku vî karî hîna dikin û wekî mîratekê ji zarokên xwe re dihêlin hebin, bila Xwedê bibe alîkarê wan û keda dest û çavên wan biparêze..

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply