Çarşem , Berfanbar 19 2018
Home / Ziman / Di Kurmancî De Zayend

Di Kurmancî De Zayend

Di Kurmancî de her mijarek giranîyek wê he ye. Mijara zayendê, ji ber ku di her zimanî de tune ye, taybetmendîya zimanê me ya herî girîng e. Divê em vê girîngî û balkêşîya Kurmancî, rast û baş bikarbînin û her wiha di vê qadê de rêzik û qeydeyên rastnivîsa zimanê xwe jî bi cî û war bikin.

 

Zayend di Kurdî de û bi taybetî zaravayê Kurmancî de taybetmendîyek bingehîn e. Her wiha hemû nav ( û heyîn ) bi zayend in. Di gellek zimanên Hind-Ewropayê de zayendên navan he ne û nav bi gorî zayendên xwe tên gotin û tewandin. Bi gorî zayendê nav bi du beşan tên beşandin : Navên nêr « kur, beran, gund » û navên mê « keç, mî, navçe ». Her wiha navên ji bo her du zayendan bikar tên jî he ne. Wek mînak « ker û heval ». Ker him ji bo « ker-a mê » him jî ji bo « ker nêr » tê gotin û nivîsandin. Dîsa  heval him ji bo jinan « heval-a min » him jî ji bo mêran « heval min » tê bikaranîn.

Zimanê me de navên nêr di ravekan de bi qertafa « -ê », navên mê jî bi qertafa « -a » yê tê dîyarkirin û tewandin. Di zimanê Fransî de jî li ber navên nêr ( çi mirî, çi zindî û çi dîtbar, çi nedîtbar… ) artîkila « le » û li ber navên mê jî artîkla « la » tê bikaranîn û li ber navan – tewandî be û tewandî ne be – gorî zayendê artîkil tê danîn. Lê belê di zimanê me de hetanê nav netewin zayendên wan bellî nabin.

Xênjî zimanên ku tê de cinsîyet û zayend he ne hemû zimanan de tewandina navan wek hev e û nav – zayêndên wan çi dibe bila bibe – bi gorî zayenda xwezayî, siruştî ( bîyolojîk ) û rêzimanî nayên tewandin. Meriv dikare ji ber ku tê de zayend tune ye – zimanê Tirkî di vê mijarê de wek mînak bide.

Ji ber ku mijara zayendê baş bê fêmkirin di tabloya jêrîn de bi sê zimanan çend mînak hatîye dayîn.

 

Bêje Tewandina Kurmancî  Tewandina Fransî Tewandina Tirkî
Dayîk – Anne – la mère Dayîk – a  min Ma mère Benim anne – m
Bav – Baba – le père Bav – ê  min Mon père Benim baba – m

 

Meriv wextê li tabloyê mêze dike di zimanê Tirkî de tu guhertinek di tewandina herdu zayendan de çê nebûye. Di zimanê Fransî de nav bi gorî zayendên xwe bê tewandin bin jî bi artîkilan tên dîyarkirin. Lê belê Kurmancî de nav bi tenê û bi serê xwe bin ( û bê tewandin bin ) zayendên wan kifş nabin. Yan di komên navan ( rengdêr û cînavan ) de û yan jî xwedîtîyek bînin ziman cinsîyetên wan kifş dibin. Her wiha nav, di hevokan de wek bireser û têrkeran bên bikaranîn, bi gorî zayêndên xwe tên tewandin. Di tabloyê de navên bîyolojîk wek mînak hatine dayîn. Navên dine di her zimanî de zayendên wan wek hev nîn in. Mesela Fransî de pirtûk ( le livre ) nêr e, Kurmancî de ( pirtûk-a te ) mê ye.

Di nîvîsandin û gotinê de navên nêr û mê bi gorî qertafên  zayendê tên gotin û tewandin. Qertafa « -ê » ji bo navên nêr, qertafa « -a » ji bo navên mê tê bikaranîn. Her wiha pirjimarîya herdu zayendan  bi qertafa « -ên » ê ( di ravekan de ) û bi « -an » ê ( di bireser û têrkeran de ) tê dîyarkirin.

Nav bi gorî zayendan bi sê babetan tê beşandin;

 

  • Navên Nêr ( bav, sing, gund, derî, ser, baxçe, derî, dirav, çem, ..)
  • Navên Mê ( dayîk, evin, xewn, dê, penûs, balîf, têlêfon, dar, ax, qîz, mîh, ..)
  • Navên Nêremê û Duzayend ( hirç, ker, hesp, werdeg, şervan, mamoste, pisîk…)

 

Zimanên ku tê de zayend he ne fêrbûn û elimandina wan jî dijwar e. Lê  belê  zayend jî taybetmendîyek giran û girîng dide van zimanan. Her zimanek bi balkêşî  û cudahîya xwe ji zimanê dinê tê veqetandin. Gelo çima em dibêjin « Fransî, Îngilîzî, Erebî, Tirkî, Kurdî… » ? Di derbarê sîstema dengan de fonetîk û  nivîsê de bi rêzik û qeydeyên cuda ziman ji hev tên veqetandin. Wextê zayendên navan di Kurmancî de tê şîrove kirin, navên mê ji navên nêr zêdetir in. Meriv dikare bibêje ku sazûmana zayendê li ser zayenda « mê » hatîye bingehkirin. Çima gelo zayend di zimanê me de he ye û çima gelo zayenda mê di zimanê me de zêde ye ? Meriv wextê bala xwe dide vê mijarê tê de « kûr û dûrbûn » ê dibîne û ji sedî sed bersiva vê mijarê nayê dayîn.

Divê em hemû têkildar û zimannasên Kurdî berpirsyarîyên xwe bînin cî. Her wiha, hetanê ji destên me tê, bingeh û mêjûyê vê mijarê şîrove û zelal bikin!

 

NAVÊN NÊR

 

  • Serenav û hevenavên hemû tiştên ( însan û heywan ) nêr : Bav, beg, mam ( ap ), xal, kal ( bapîr, kalik ), pismam ( kurap ) zava, xort, kur, lav, xarzî, ga, nerî, yexte, boxe, gur, dîk, beran, gamêş, dîk, pûm, hût
  1. Serenav û hevenavên tiştên nêr ji bo însanan :

Mem-ê min, Ehmed-ê Xanî, Xakî-y-ê Xalit-ê Xelîl Axa,

Xal-ê min, hesp-ê Evdilqadir-ê Qilî, ap-ê te, nerî-y-ê kol

  1. Serenav û hevenavên tiştên mê ji bo heywanan :

Bisko ( y ) ê ( ga ) qol, Brûsk-ê ( hesp ) we kul anî, Kêyfo ( hesp ) dimeşîya.

Kuçik-ê ber derî, dîk-ê me, lingê boxe-y-ê Sinco şikest,

  • Navên jimaran : Xêncî « yek » him dibe nêr, him jî dibe mê ( yek-a min, yek-ê min ),    yek, milyon, milyar ( awarte : sifir )
  • Navên madenan : Zêr, ziv, hesin, paxir, pola, ( awarte : Cîwa )
  • Navên rengan : Reş, spî, sor, hişîn, kesk, zer, hişînê behrê, keskê tarî
  • Navên organên mirovan yên derve : Por, çav, rû, mil, guh, simêl, poz, sûret, histû, pî, pê, nig ( awarte : Lêv, gep, çîp, tilî )
  • Navên tiştên ji ajalan ( heyvanan ) tên girtin: Çerm, dew, don, goşt, hestî, mast, mû, penîr, rûn şîr,goşt,rûn,dûrme ( awarte : Hêk, toraq, hirî, liva, lorik, xwîn )
  • Navên sîlehên destan : Şur, martêl, gurz, kemend, bivir, şeşper, keban, tîr
  • Navên kincan : Fanorî, derpê, lepik, telik, sako,( awarte : Gore, sol )
  • Navên tiştên hostatîya hesingerîyê: Çakûç, hors, tevir, mix,( awarte : Das, kêr )
  • Navên taybet yên çîyan : Sîpan, Agirî, Zagros, Sumbul, Gabar, Şengal…

 

NAVÊN MÊ

 

  • Serenav û hevenavên hemû tiştên ( însan û heywan ) mê : Dê ( dayîk ), met, xaltî, pîrik, bûk, qîz, dotmam, xanim, çêlek,bizin, mehîn, nogin, dêlegur, dêlik, mîh, mirîşk,…
  1. Serenav û hevenavên tiştên mê ji bo însanan :

Zîn-a min,Gul-a Amêdê, Narîn-a baba, Xanim-a Hesen, Xezal-a Mendal Axa,

Xaltî-y-a min, met-a Şefiqe…

  1. Serenav û hevenavên tiştên mê ji bo heywanan :

Biskê ( çêlek ) zaye, Apo Herdem-a ( hesp ) we anî.

Dêlik-a ber derî, mirîşk-a me, nogin-a sor,

  • Navên Awahî û cîye rûniştandinê : Mal, ode, hewş, tewle, birc, kele, zanîngeh, çayxane, kafe, sînema, kargeh, dibistan, koşk, qesr, apartman, gom, holik, hêwan, salon, otel, dîwan, dêr, hewş, çadir, daîre, ( awarte : Xanî, kon )
  • Navên wesayîtan : Otobos, tirimbêl, balafir, firok, gemî, keştî, qayîk, texsî, xizang, motor, erebe, kamyon, noqar, tavug …
  • Navên welatan,şehran û çîyan : Kurdistan, Ewrûpa, Tirkîye, Amed, Farqîn, Melezgirt, Dersim, Serhed, Wan, Erzirom…
  • Termê astronomiyê û bûyerên atmosferê : Sterk, hîv, tav, roj, şilî, tîpî, berf, zîpik, şilope,babelîsk, berf, baran, bahar, zivistan, birûsk, avî, gezo, tavî, bager, bahoz, germ, serma (-ahî), ( awarte : ezman, ba, ewr )
  • Navên lêkeran ( mester, rader ) : Xwarin,şûştin,dayîn,berdan,mize kirin…
  • Navên xwarinên çêkirî û wextên xwarinê : Qelî, kate, şorbe, girar, tirşik, kifte, Caciq, girar, kibab, lepe, selete, şorbe, tirşik, taştê, firavîn, şîv, paşîv, ( awarte : Savar,nan,goşt )
  • Navên sîlehê tên teqandin : Tifing, top, tank, debançe, keleşkof, şeşderb, mavzer…
  • Navên termên rêzimanê û navên tîpan : Lêker, têrker, hevok, nîşandek, niqte, rengdêr, a, b, c, d…
  • Navên nenêrbaran ( razber ) : Evîn, xewn, xiyal, ciwanî, wekhevî, biratî, tevahî, agahdarî, aborî, eşq, zanistî, zihîn ( awarte : Dîn, Yezdan, Xuda )
  • Navên tiştên dibistanê û çapemenîyê : Xwendin, çîrok, metelok, dibistan, pênûs, defter, kitêb, kaxiz, pel, tîp, çap…( awarte : Çente )
  • Navên termê erdnîgarîyê ( coxrafyayê ) : Deşt, girav, çirav, gol, behr, derya, bendav, kendav, tengav, girav, komgirav, pingav, pingar, hewiz, quleteyn, kanî, avrevan, gerînek, bîr, nexşe, xerîte, zozan, newal, cihok, newal, berrî, şikeft, daristan, mêrg, erd, pal, birek,  qeza, nehîye, qenal, ( awarte : Welat, bajar, çiya, gir, dêm, gund, çem, delav )
  • Navên beşên zanistîyê : Matematîk, zanyarî, coxrafya, edebîyat, mintîq, sînêma, resim…
  • Navên nexweşîyan : Dilêş, zikêş, serêş, astim, arsim, bêhntengî, çavêşî, çîk, peta, ta, tîfo, werem, kansêr
  • Navên şênber bi qertafên sazîyê « -dank, -geh, -xane, -istan » dawî bin : Mîz-dank, war-geh, çay-xane, dar-istan, gor-istan
  • Navên razber bi qertafên sazîyê « -ahî, -ayî, -î, -tî » dawî bin : Serm-ahî, agahdar-î, Aşit-î, heval-tî, bajarvan-î, daxuyan-î, mezin-ayî, hwd.
  • Navên daran, fêkîyan, kulîlkan, sewzeyan û tiştên tên ajotinê : Hinar, sêv, bîyok, hêjîr, porteqal, mûz, gwîz/gûz, tirî, şeftalî/xox, mewij, guvîj, mazî, firengî, kundir, xîyar, bacan, kuncî, kartol, silq, pîvaz, tivir, ( awarte : Genim, ceh, garis )
  • Navên deman ( zemanan ) : Dem, sersal, sedsal, sal, meh, roj, saet, deqîqe, sanîye, çirk, bîsk, gav, êvar, şev, nîvşev, nivroj, sibe, esir, asir, ( awarte : Zeman )
  • Navên firaqan : Beroş, qazik, tas, sinî, îskan, sîtil, sehen, qazan,
  • Alavên muzîkê : Keman, def, gîtar, qanûn, erbane, tembûr, dawul, zurne, ( awarte : Saz )
  • Navên ji zimanên bîyanî hatine bi taybetî yên zanistîyê û yên qada teknîkê : Hidrojen, karbon, satelit, televîzyon, înternet, motor, êlektrîk
  • Navên organên hundirîn : Ceger, rovî, kezeb, patireşk, qirik, gewrî, gurçik… ( awarte : Dil )
  • Navên alav û tiştên çandinîyê : Bêder, mêrg, zevî, part, kam, motor, tirpan, das, weris… Xênjî navên qût û dexilan : Qût, dexil, genim, çewder, ceh, simil
  • Navên dengan : Kalekal, teqeteq, fişefiş, galegal, vinevin, hîrehîr, ewteewt…

 

NAVÊN DUZAYEND

 

Navên ku ji bo her du zayendan tên gotin û meriv di tewandinê de ji hev derdixîne. Di gotina « hirç-a belek » de meriv dizane ku hirç mê ye û di gotina « hirç-ê belek » de jî meriv dizane ku hirç nêr e. Dîsa navê « birazî » him ji bo qîzan him jî ji bo kuran tê gotin, wextê « birazî-y-a min » hat gotin ji bo qîzan; « birazî-y-ê min » hat gotin ji bo kuran e. Meriv dikare wek jêrîn mînakan zêde bike.

 

 

Hesp-a min

Hesp min

Hesp-ên min

 

Destgirtî-y-a min

Destgirtî-y-ê min

Destgirtî-y-ên min

 

Şêr-a min

Şêr min

Şêr-ên min

 

Birazî-y-a min

Birazî-y-ê min

Birazî-y-ên min

 

Ker-a min

Ker-ê min

Ker-ên min

 

Kirîv-a  min

Kirîv  min

Kirîv-ên  min

 

Hinek Mînakên Navên Duzayend Ji Bo Mirovan

 

Heval, hogir, yar, cîran, gundî, dost, dijmin, karker, dersdar, mamoste, doxtor, destgirtî, rêber, rêbir, serek, leşker, şoreşger, pêşmerge, şervan, serok, doxtor, karker, zarok, pitik  

 

Hinek Mînakên Navên Duzayend Ji Bo Ajalan

                                                                                                                                       

Şêr, berx, çivîk, golik, hesp, pişîk, kavir, ker, kûçik, culiq, mar, masî, qertel, kew, qertel, qantir, deve, kevok, qaz, werdek, şamî, rûvî , gur, masî, hirç, canû, berx, kar, cewr, cewrik, çêlik …

 

Hinek zimannasên me dibêjin ku « Em dikarin di Kurmancî de zayendê bikar neynin. ». Her wiha ji gund, navçe û deverên xwe minakên ji mantiq û ruhê Kurmancî der didin. Em hetanê ji devok û axaftinên deverî xilas nebin û axaftinek hevbeş nebînin, zimanê xwe jî em nikarin hevkar bikin û her wiha qisedan û nivîsandinek hevkare jî dernakeve holê !

Hinek jî, ji ber ku di Soranî de bikaranîna zayendê tune ye, wek referans zaravaya « Soranî » rava dikin. Lê belê nizanin ku çawa ziman bi cudahî û taybetmendîyên xwe yên xwezayî ji hev cuda ne û hatine veqetandin wisa jî di bin sernava zimanan de zarava hatine cudakirin. Ruhê zaravayên Kurdî wek hev nîn in. Her zaravayek bi nexş û taybetmendîyên xwe ji zaravayên din tên cuda kirin. Her wiha di Kurmancî de zayend taybetmendîyek herî balkêş e. Hemû nav bi zayend in û bi zayendên xwe nav tên tewandin.

Belê em eger di zimanê xwe de zayendê bikar neynin, qisedan û gotinên wek jêrîn derdikevin holê :

 

ÇEWT RAST
Bav-a min îro hat dibistan-ê min.

Nav-a qîz-ê te çî ye ?

Av-ê Gund-a we sar e.

Bav-ê min îro hat dibistan-a min.

Nav-ê qîz-a te çî ye ?

Av-a Gund-ê we sar e.

 

Nav çawa bi şert û mercên zayendê tên tewandin divê wisa jî bi şert û mercên pirjimarîyê bên tewandin. Bingeha zimanan rastnivîs e. Eger rêzik û qeydeyên zayendê nehatibe cî, di rastnivîsê de jî şaşî û çewtî çê dibe. Di gellek nivîsên Kurmancî de wek qertafên zayendê pirjimarîya navan jî şaş tên gotin û nivîsandin.

 

ÇEWT RAST
Ez îro çûm nav dar-a.

Jin-a îro meşek girsehî çêkirin.

Evar-a em diçûn oda mêr-a

Xwendekar-ê min zîrek in.

Gund Tatosê

Sêv-ê Artemêtê hezdiki

Keçik-ê gundê me bihane,

werin sêv-a werin sêv-a !

Ez îro çûm nav dar-an.

Jin-an îro meşek girsehî çêkirin.

Evar-an em diçûn oda mêr-an

Xwendekar-ên min zîrek in.

Gund-ên Tatosê

Sêv-ên Artemêtê hezdikim

Keçik-ên gundê me bihane,

werin sêv-an  werin sêv-an !

 

Mijara zayendê bingeha xwe ji navan digire. Lê belê di tewandina lêkeran, di cînavên kesîn yên sêyemîn, di rengdêran de û di halên bangê ( vocatif ) de jî bikaranîna zayendê he ye.

Di hevoka « min xêr ji te nedît-o » de ku jê xêr nayê dîtin « mêr » e. Dîsa di hevoka « min xêr ji te nedît-ê » de ya ku jê xêr nayê dîtin « jin » e.

Ji bo cînavên kesîn jî meriv dikare wiha mînakan bide :Te xêr ji nedîtîye ?  – Ji wê (  ji keçik -ê ).  -Te xêr ji nedîtîye ?  – Ji wî ( ji lawik-î ) .

Di tewandina lêkeran de sêyemîn cînavên kesîn yên yekjimar de zayend he ye. « min xwar, te xwar, ( û Demhatî-mêr ) xwar, wê ( û Gulê-jin ) xwar, me xwar, we xwar, wan xwar ». Di tewandina kêsên sêyemîn « wî / wê » de zayend kifş e û « wî » ji bo mêran « wê » jî ji bo jinan e.

Rêngdêrên nîşandanê « vê / vî » û « wê / wî » jî di vê mijarê de wek mînak bide.

Di mijara halê bangê ( vocatif ) de zayend wiha tê bikaranîn. Lo lo kuro dîno ! ( ji bo mêran ), lê lê keçê dînê ! ( ji bo jinan ).

Zayend di Kurmancî de mijarek herî girîng e. Di nivîs û gotinê de eger bi gorî şert û mercên zayendê bikaranîn çê nebe çewtî, şaşî û xirabî di zimanê me de çê dibe. Mijara zayendê cudahî û rengînîyek balkêş dide zimanê me. Divê em vê rengînîyê biparêzin û berdewambikin.

NASIR KEMALOĞLU

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir