Di Kurmancî de ducarkirina deng/tîpan heye?

PIRSA XWENDEVAN

 
Mamosta, pirsên min îro  gelek in:

 

4–   Dubarekirina dengdaran di Kurmancî de heye? Wek:

      Herro (her roj), gellek , gulle û hwd.

 
Sipas dikim, silav û rêz.
 
HOGIR BALIC

 

 ————————————————————————————————————–

Ducarkirina deng/tîpan di Kurmancî de heye?

Di Kurdî Kurmancî de ducarkirina dengan di peyvên xwerû de tuneye. Lê belê her çi qas gorbihuşt Mîr C. Bedir Xan dixwaze ku du dengên/tîpên wekhev di peyvên hevdanî de jî neyên bikaranîn jî, bi dîtina min ev ne rast e û di peyvên hevdanî de du dengên wekhev kanin werin ba hev; ji ber ku di axiftinê de pir zelal tê dîtin ku dibe, û her çi qas hevdanî be jî, di bilêvkirinê de peyvek diqede yeka din dest pê dike; ji lew re, nabe wek ducarkirina dengan di peyvên xwerû de.

Mînakên ku te dane peyvên xwerû ne, ew ji ducarkirina dengan bêtir awayê dudan ê bi aksan (stûr) ê dengan/tîpan e. Mînak, di peyva hero de, ne du r lê belê ‘r’yeke bi aksan/gindêrkirî heye. Di peyva biro (biroj) de jî heman tişt çêdibe. Her wisa di peyvên wek gule, gelek û hwd de jî l’ya stûr heye, ne du l. Bi vî awayî di peyva seet de jî, yek e ye, yek jî eyn e. Lê belê ji ber ku ji bo eyn C. Bedir Xan tîpek an nîşanek pêwîst nedîtiye û li şûna wê ev peyv wek saet/seat nivîsîye, ku kesek wê bi vî awayî bi lêv nake; em dibêjin seet û wê wek se’et dixwînin, heke em wek ku em bi lêv dikin binivîsin, divê em wek seet binivîsin; e’ya yekem ji bo e û ya duyem jî ji bo eyn. Bi dîtina min divê li vir eyn bê nîşankirin û wek se’et bê nivîsandin. Nebûna nîşaneke ji boeyn di hin peyvên din de jî nakokîyan pêk tîne, lê bila mijar belav nebe, em bidomînin. 

Îcar heke em ji peyvên hevdanî yên ku du dengdarên wekhev tên cem hev mînakan bidin:

pirreng                       Heke meriv ‘r’yekê rake, bêwate dibe; her du r jî bi aksan, gindêrkirî ne.

destteng                    Bi hêsanî tê bilêvkirin, lê belê carnan di peyvên hevdanî de t’ya dest dikeve (wek des/t/mal);

                                   dîsa jî ev qaydeyeke gelemperî pêk nahîne; heke bê bicîhkirin jî tiştekî taybetî ji bo dest çêdibe.

pirrû                           Dîsa ku ‘r’yek biçe, bêwate dibe

berran                        Beşekî laş e e, lê heke ‘r’yek bê xistin, êdî dibe heywanek

serrû                          ‘r’ya yekem normal, a duyem bi aksan

serrişte                      Hinek kes wek serişte dinivîsin û peyvê bêwate dikin.

Pêwîstîya nivîsîna van tîpan di kîtkirinê de misoger dibe, heke bi yek ‘r‘yê binivîsin, bi lêv bikin û kît/kîte bikin, bêwate dibe:

pi-reng an pir-eng

pi-rû an pir-û

be-ran an ber-an

….

Ez hêvî dikim ku ev şirove ji bo ronîkirina mijarê alîkarîyê bike.

Li gel rêz û silavên germ ji bo we hemûyan

Baran RIZGAR

Çavkanî

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply