Bi destê jinan çandekî Kurdan di alîyê rojhilatê de hîn jî didome. Jin wekî ku di her warî de xwe didan nişandan.Bi destê jinan çandek,kûltûrek li Dîyarbekir berdewam dike.Ev çand, çanda çêkirina şe’rîya ye.
40-50 sal berê Jinan bi kêda destê xwe bi xwarinên xwezayî zarokên xwe mezin dikirin. Bêguman xwarinên Kurdan pir dewlemend in. Le belê dewlemendî her tim ji cûrên xwarinan nayê holê. Ji xwarinên xwezayî, an go tab’î tê holê.
Jina Kurd, jî berê da bi destê xwe tiştên bi te’m hilberandine. Wekî, herandinê ard û kirina nan, topkirina gîyayên xwezayî û qelandina wî û hwd. Jîyana jinên Kurdan bi tebîatê şikil girtîye.Ji ber ku bi tebîatê jîyane.
Tekîlîyên cîrantîyê jî ji ber ve yekê pêşketîye. Helbet berê di konan de jîyan e. Pîştî jîyanêkî mayîn de jî jîyanê disa vê edeta xwe domandiye. Karên malên xwe an jî çolê bihevre kirine. Cîranekê alîkarîya cîranê din kiriye…
Di demên berê de jinan gelê taxê di hewşekê de an jî di malêke de kom dibûn.
Paçêkî radixistin û li dora paçê kom dibûn û dest bi çêkirina şe’rîya dikirin. Helbet demên çêkirina şe’rîyan hebû. Hewce bû ku demsala wan were da ku çêbikin. Wê demê biryar didan. Bi gelemperî jinên ku emre wan dora navbeyna 40-60’î bûn şe’rîye çêdikirin. Helbet ev civandin hew ji bo şehrîya çêkirin nebû.
Ev bes dibû sedem. Lewra li vê derê her kesî derdê xwe parve dikir. Wekî nexweşî,mirin,zayîn û hwd. Bi vê yekê haya cîranan ji cîranan dibû. Bi keyf ,bi parvekirin him kare xwe dikirin û him jî sohpeta xwe dikirin.
Hinekan kilam digotin,hinekan çîrokan digotin, hinekan jî carna direqisîyan û hwd.Yanî bi kurtasî parvekirineke mêzin di navbeyna wan de çêdibû.Vê tevgerê helbet insan jî nêzîkî hevdû dikir. Pîşgirîya hevûdû digirtin. Şe’rîyên ku dihate çêkirin nedîhat firotin. Paşî li her malî belav dikirin yanî parve dikirin.Ev tevgera him ji ber tekîlîyên jin û mêrên taxê dibû tiştekî giring.
Lewra bi rêya karê çêkirina şe’rîya jinan hevdu û mêran jî cîranên xwe nasdikirin. Karê kî zehmet bû ji sere sibê heya berêvarê carna heya nîvê şevê dixebitîn.Helbet ev kar him keyfek dida jinan û him jî tamêkî bêhempa dixist mitbaxa wan.
Ji ber vîya çikas bibetilîyan jî qet loma nedikirin.Wekî şahîyek ditîtin.Ta’ma xwarinên xwazîyî, him ji alîyê tendûrîstîya insanan , him ji alîyê tehmxweşîyê ve tiştekî bêhempa bû. Jinên vê demê mixabin li bajarên metropol dijîn û êdî hertişt hezir distînin. Ji ber vê ya ku hezkirina berê, parvekirina berê û hestên berê nema ne.Hertişt bûye sun’î.
Li vê derê lazimê mafê jinên bere , mirov dîsa bîne ziman. Jin dema ku ji bo malbata xwe xwarinekî çê dikir beguman hestên xwe jî dixist nav xwarinê. Ji ber veya yê ku te’ma xwarinên ta’bîî xweş dibû. Rastîyêk heye ku mirov çikasî ji dil bike xwarin him bi bereket dibe û him jî bi te’m dibe..
Gotinên dawîyê mirov li ser jina dikarê wisa bibêje ; ‘’Hêlîn dîsa bi destê jinan tê çêkirin.’’
Sevda Kaplan
www.candname.com