Di Jiyana Jina Kurd De Îslam

Gelo jina kurd, di jiyana xwe yê rojane de dînê xwe çawa dijî?
Herçendî ji boy vê mijarê lêkolînek sosyolojîk û berfiref pêwîst bike jî, dîsa ezê li gor zanebûna xwe bi çend mînakan ve bînim ziman…
Şert  û mercên giran ku jina kurd tê de dijî û jiyaye, mixabin ji boy perwerdeyek olî têra xwe  guncan nebûye. Digel wê qasê jina kurd dîsa jî, bi bawerîyek û viyanek xurt ve herdem xwe bi nasnameya  dîndar   daye naskirin….
Ustad Bediûzemman Sedîdê Kurdî; di şexsê dayika xwe Nûriye Xanimê de dîndariya dayîkên kurda di berhema xwe ya payebilind “Rêberiya Xaniman” de, bi me weha dide nasîn: “Ez di şexsê xwe de hertim dibêjim min, vê temenê xwe yê heştê salî de digel ku ji heştê hezar zatî perwerde girtiye. Ew wan ên ku min ji dayika xwe girtiye wan ên arîşen(manevî) di laşê min de wek tovekî bicîh bûye”.[1]
Em ji vê mînakê jî fêm dikin ku, jina kurd wek dayikek ji boy perwerda dînê bide zarokên xwe gelek henûn/hesas e.
Jina kurd, bi piranî jiyana xwe ya rojane li ser hîmê Îslamê didomîne. Wek mînak; di karê mala xwe de çi paxijî, çi zad patin û çi jî mezinkirina zarokan… heger em bikîtekît bêjin. Di nav gel de jinên ku bêdestnimêj hevîr bistirê nanê wê kes naxwe. Û dayikên xwedî derguş zarokên xwe bêdestnimêj bi serê qirêj/cenabet namêjînin.  Her viha jinên kurd paxijiya malên xwe  li gor kevneşopiyên Îslamî dikin. Di malên kurdan de mexfur û merş/cilê erdê raxistî divê herdem wîsa tahîr be ku   mirov bikaribe li ser nimêj bike…
Wekî tê zanînê jî, jinên gundan di nav kar û barên gelek giran de dijîn. Digel wê qasê dîsa jî tu car ji îbadetên xwe nebûye. Ne berîwanî, ne nanpêjî û ne jî karên bax û bostanan tu car jina kurd ji Xwedê dûr nexistiye.
 
Em dikarin bêjin ku, xwedî derketina namûs û heyayê jî li ser milê jina kurd, wek erkekê Îslamî xwe nîşan dide… 
Gerokê navdar Evlîya Çelebî dî seyehatnameya xwe de dîndarî û îffeta jina kurd veha dipesinîne:
“Xwedê dizane ku  min li vir( Bedlîs ) rûyê jinan nedîtiye. Lêbelê li gor ragihandina dostên min ên ewledar giştî bedew  û bibejn in.  Giştî bedew in; qet ji malên xwe dernakevin. Ev keçên wek stêrkan xencî bavên xwe mêrekî dî nedîtine. [2] Em dikarin bêjin dîndariya jina kurd, gelek zêde bala gerokê navdar kişandiye. Lewre ji boy jinên Dîyarbekrê veha dibêje:
“Gelê Dîyarbekrê bi piranî bi dînê Îslamê girêdayîne. Û xwedî Ehleqberz in. Jinên wan jî wek mînaka (RABİATÛ’L-ADEVÎYE)[3] dîndar,  xwedî îffet û bedew in”.[4]
 
Evlîya Çelebî nuxumandina jina kurd jî wek nîşandeya dîndarîiê dibîne:
“Jinên bajarê Betlîsê carên spî li xwe dikin û rûyên xwe jî dipêçin.”[5]
Li gor çavdêriyên Çelebî   jinên Dîyarbekrê jî di heman demê de wek jinên Betlîsê carên spî li xwe dikin.  Em  li vir dibînin ku jinên kurd ji berê ve li gor qaîdyên Îslamê cil û berg li xwe kirine.
Her veha nivîskar Henny H. Hansen jî di pirtuka xwe ya bi navê: “Keçên Xwedê/ Li Kurdistanê di nav  jinên Misilmanan de”  jina kurd wek jinên dîndar nixûmandî nîşan dide. [6]Hêjayê gotinê ye ku ev pirtuk 1957 de hatiye nivîsandin û nivîskar bîranînê xwe ên başûrê Kurdistanê tine ziman….  
Û roja me ya îro?
Herçiqas di vê pêvejoya ku alema îslamê tê de dijî bandorek neyînî li ser gelê kurd jî kiribe,
Dîsa jî em dikarin bejin; di warê jîyana olî de, guherînên berbiçav pir zê de di jiyana jina kurd de çênebûye. Berwajî ji ber ku hejmara jin û keçên xwendî roj bi roj zêde dibe, ev dibe sedem ku jinên kurd jî bêhtir bibin xwedî hişmendiyek baş…  Ango hege bixwazin bi xwe jî dikarin xwe di warê olî de pêş ve bibin û dibin jî…  jinên ku di cîwanîya xwe de derfet nedîtîye ji boy xwendina Qur’ana pîroz îro diçin mizgeftan. Min gelek jin dîtine ku piştî 50 Salîya xwe Qur’an  xitim kirine. Her veha îro gelek bajarên Kurdistanê de jin di malan de kom dibin  Rîsalê Nur dixwînin.
 Ev e jî  xîretkêşîya jina kurd ya di warê olî de nîşanê me dide…
Hêviya me ji Rebbê me ew e ku, jina kurd ji vir pê ve dîsa di çavdêriyên bîyaniyan de wek mînaka RABİATÛ’L-ADEVÎYE bê pesinandin…
 
 Rojbin Özkan

 


[1] Bediûzzaman Said Nursi: Hanîmlar Rehberi/ Zehra yayîncîlîk
[2] Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde “Kûrt Kadînî
Profdr. Abdurrahman Acar
Hakkari Ûniversitesi Uluslar arasî Kûrt kadîn kongresi kitabî
[3] RABİATÛ’L-ADEVÎYE, jinek e  di dîroka tasavuvufê de,  bi dîndarîya û bi îffeta xwe navdar bûye.
Li Qudusê di sala  752/ mîladî vefat kirîye.
[4] Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde “Kûrt Kadînî
Profdr. Abdurrahman Acar
Hakkari Ûniversitesi Uluslar arasî Kûrt kadîn kongresi kitabî
 
[5] Evliya Çelebi Seyahatnamesi’nde “Kûrt Kadînî
Profdr. Abdurrahman Acar
Hakkari Ûniversitesi Uluslar arasî Kûrt kadîn kongresi kitabî
 

[6] Allahîn Kîzlarî: Henny Harald Hansen/ Avesta yayînlarî

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo divê ku em her tiştên ku zarok dixwaze bikirin?

Ger em her tiştê ku ew dixwaze bidin zarokê xwe, em ê xêrê jê re …

Leave a Reply