Sêşem , 1 Hezîran 2020

Di Îslamê de Cîhad Çawa ye? – Adem Ogan

Di Qur’ana pîroz de nêzî şêst ayetî, behsa cîhadê dike. Mesela cîhadê meseleyeke pir  balkêş e.  Heta naha di nava muslumanan de pir caran çewt hatî femkirin.  Li gor hinek milletên misilman, qey tu dibêjî cîhad kirin; pêwîste ku tu hema serê xeyrî mislîman bifirînî û bikujî û malê wî bikî xanimet,  jin û zarokên wan jî bikî cariye û kole. Ev fikr û tevger ne li gor Qur’ana pîroz e. Ew femkirin femkirine ke şaş e.

CÎHAD  di Qur’ana pîroz de; di koka  “CE HE DE “ de tê. Ew jî tê wate ya ; cehd kirin, xebat kirin, pir xebat kirin , fedekarî , zordayîn,  bi hemû hêzên xwe xebat kirin, tekoşîn  û herb kirin e.

Lê belê ne tene di wate ya şerê de ye. Di Qur’ana pîroz de, di me’na şer da ‘‘herb” û “qital” jî tê bikar anîn.

Em çawa zanin ku cîhad ne tene di me’na şerê de ye?  Belê di ayetên Mekkî de jî, cîhat heye, em ji vê fem dikin ku ne tenê di wate ya herbê de ye. Sure ya Ankebut – Mekkî di ayeta  69 an de, di me’na fedakarî û xebatê de; “Lê belê ew ên ku ji bo riza ya me cîhadê dikin gîşkîyan em ê, berê wan bidin ser rêya xwe. Bê şêwar Allah Te’ala digel qencîkarên rast û  dirist e”.

Dîsa, li Mekkîyan sureya En’am, ayeta  109an de, hetanî ku hêza  meran hebe ku meriv bixebitîn e, dibêje; “Ewin (filan) bi sonda zexm sond xwarine, heke ji bona wan re ayeteke sodret hatibe, ewan êdî bi vê ayetê bawer bikin.”

Dîsa, di sureyên Mekkî de, sura ya Enkebut ayeta 8an û di sura Loqman di ayeta 15an de, di me’na zordayîn ê de tê bikar anîn; “Me li mirovan wasîyet a qencî  yê ya li dê û bavan kirî ye, heger ew hevra li tera têbikoşin ( tekoşînek e zor) kirin ku tu tiştê zanîna te pêk nine, ji min re bikî şirîk. Êdî tu nede pêy wan.” Di sureya Loqmanê de; ‘‘Eger dê û bavê te, bi tera tekoşînek e bi zorî kirin ku ti bi wan tiştên ku bawerî ya te pê tûneye ku ewan ji min ra bixî hevrî, êdî tu, di vê tekoşînê da, bi gotinên wan neke. ..“

Dîsa di ayeteke Mekkî de ; Cîhada mezin tebliğa Qur’anê ye.  Furqan/52 ; Wêca guhê xwe nede kafiran û bi Quran ê li hemberî  wan cîhadeke mezin bike.

Di ayetên Mekkî de wiha xuya dike ku cîhad;  Teblîxa quranê ye, xebat kirine, fedakarî ye, zor dayîn û di me’neya tekoşîn kirine da hatî xebitandin.

Di ayet ên medenî de; Li ser van me’neyan de li hember êriş û hucûm kirina dijmin de, xwe parastin û leckirin e jî.

Di sureya Hecc, ayeta 38 û 40 de jî, tê femkirin ku dînê îslamê, ne dînekî êrişkar e. Dîn ê xwe parastinê ye. Bedîuzzeman jî, di zeyla Xutbeya Şamê de, aha dibêje;” îcar cîh û mewqî ya ku em lê ne têra me ferehe, dibe  em ne di rewşa êrişkar da bin. Bes di rewşa parastin ê da bin. Ji xwe esas û bingehînên dîn ê me, nîşan î vê yekê dike. Di sureya Baqareyê, di ayeta, 256 an de ( Di dîn de zorlêkirin tune ye) û di ayeta Alî Îmran, 64 ran de jî, dibêje; ‘‘ Gelî  ehlên Kitabê ( Yahudî û Xiristîyan) werin kelîmeye ke ku di navbere me û weda  wekheve.” Nîşan didin ku wezîfe ya me ya eslî, PARASTİN E,  Kelîmeya “TEALAW” ku di ayetê da derbas dibe, îşaret dike ku wezîfeya me yê herî sereke ew e ku;  Em wan de’wetî ser ittifaqa heqî yê bikin. Wezîfeya me ya piştî wê  jî,  Mudafaye/ Berevanî ye Xweparastin a bi rê ya cîhadê ye.

Dîsa dibeje; “Îslamîyet di nava mislimanan de, ne biye sedema  neyartî yê,  neyartî, tenê di navbera wan û yên ku êriş anîne ser misilmanan de çê buye.

Çawan ku heqîqeteke pir navdar û rastîyeke pir balkêşe ku  îslamîyet; Penageha xizanan û  cîhê xwe parastin a mazluman e.

Sond be bi wî Ellahê ku, wî Qur’an ji aleman re ji bo Rehmetê şandî  ye, ew rastîye ke ku, zekat ferz, rîba herame , delîlê hêrî başe ku îslam; Parêzvanê xizanan û penageha  jar û belengaza ne.

Meseleya tol hildanê jî ne wek mezhebe Qatolîk e. Di îslamê de tol hildan di hezarî de yeke.

Dînê îslamê , ji bo ku însan, jîyandin bide hatîye, an ji bo ku însanan bikuje ne hatîye. Çaxa yek kafir bête kuştin ew dere cehennemê ,  Lê belê îslam dixwaze însan an bişîne behişt ê/ cennetê. Çaxa ku ne êrişkar be, heta dema dawî yê jî, her kafir endamê çuyîna cennetêye. Çaxa  bête  kuştin ew dibe êzingê cehennem ê.

Di mesela Hz. Elî de, ji bo misilmanan buyerek a balkêş heye; Ev Gawire kî davê je erde û şurê xwe dikşîne ku wî bikuje. Tam di vê deme de, ê gawir, tuka ruyê Hz.Alî dike.  Hz. Alî wî nakuje û ber dide.

Gawîr dibêje; Ka te çima ez ne kuştim , min xwest  ku tu min zu bikujî min tuka ruyê te kir.

Hz. Eli dibê je;  Min dikire ji  boy Rizaya Xweda tu bi kuşta yî, Lê, te tuya ru yê min kir. Barê nefsa min tevlê bu İxlasa min zerar dît, li ber vê çendê min tu ne kuştî.

Yê gawir jê re got; Armanca min ev bu ku, tu min zutir kê  bikujî.  Lê belê  madem dînê we ewqas  xalis û paqij e. Ew dîn ê heqqe.

Çaxa însan difikire, deqakê berî  wê, ew gawira, bata kuştin di bu êzingê cehennemê.  Çaxa Hz. Elî heqîqeta vî dînî anî şunê, ew gavir a bu Endamê cennetê , Ebedîyen li agirê cehenneme  xelas bu.

Gelî  mislimanan;  Şeytan dixwaze însan herin cehennemê.  Lê belê Rehmeta Xweda û Qurana pîroz jî , dixwaze însan herin Cennetê.  Di Cîhadê de wezîfeya meya mezin ewe ku em ehle cennete pir bikin û Heq û Heqîqeta  Qur’anê bi wan bidin fem kirinê.

Adem OGAN

 

About Adem Murteza

Adem Murteza

Check Also

PÎVAN Û BANDORA HELBESTÊ-1

Karê helbestvanan, birayetî û pêk ve jiyanek bi rûmet, giringiya ziman û çandê ye. Helbestvan …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.