Hat diyarkirin ku di hefteyê de herî kêm carekê xwarina masîyên somon an jî zîperdasîyê mirov ji kêma (îltîhap) movikan diparêze.
Hejmara Kovara “Annals of the Rheumatic Diseases” ya dawîn de der barê feydeyên masiyan de xeberek balkêş hat weşandin. Li gor agahiya kovarê xwarinên ku têde Omega-3 hene dil û mêjî diparêze û nahêle ku di bedena mirov de enfeksiyon çêbibe.
Li Swêdê 32 hezar jin beşdarî lêkolînekê bûn û lêkolînê 10 salan dom kir. Di lêkolînê de hat dîtin ku kesên ku di heftê de carekê masiyên ringayê, zîperdasiyê, somonê, masiyê deqsor an jî orkînosê dixwin rêjeya kêma movikan ji sedî 34 kêm dibe.
Kesên ku di hefteyê de carekê an jî zêde masiyan dixwin, ji sedî 50 zêdetir ji xetera kêma movikan tênê parastin.
Çavkanî: trtnuce